ESKÎŞEHÎR – Ciwanên Sosyalîst diyar kirin ku têkoşîna kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane didome û gotin, "Ya ku dihat xwestin li wir bê tunekirin têkoşîna yekbûyî ya gelan bû."
Li hemberî ciwanên ku dixwestin pêlîstokan ji bo zarokên Kobanê bibin li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve êrîşa bombeyî pêk hat û komkujiyê 10 sal li pey xwe hişt. Di êrîşa li hemberî ciwanên di pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de kom bûn de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.
TÊKOŞÎNA JI BO EDALETÊ
Endama SGDF'ê Bahar Beytekîn bibîr xist ku di dema êrîşên DAŞ'ê de gelek mirovên ji Tirkiye û bajarên Kurdan berê xwe dan Kobanê û xwestin bajêr ji nû ve ava bikin. Bahar Beytekîn hestên xwe wiha anî ziman: "Ya ku dihat xwestin li wir bê tunekirin, têkoşîna yekbûyî ya gelan bû; komkujiyek bi armanca ku zarokên Geziyê bi zarokên Kobanê re hevdîtin nekin pêk hat. Dema em dibêjin 'Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet e' tê wateya edaleta ji bo Berkîn Elvan, Ethem Sarisuluk û gelek kesên din ên li Gezî hatin qetilkirin."
Bahar Beytekîn, bal kişand ku piştî komkujiyê failên rastî nehatine darizandin û diyar kir ku 10 sal in li edaletê digerin. Diyar kir ku li şûna failên vê komkujiyê hesab bixwazin tên darizandin û wiha got: "Kesê ku komkujiya Garê pêk anî birayê kesê ku komkujiya Pirsûsê anî bû. Kesên ku vê yekê radixin pêş çavan, niha li girtîgehên 'tîpa bîr' tên cezakirin. Dema binçavkirina dayika Besra ku ji ber li ser gora zarokê xwe axivî hate girtin, tê dirêjkirin. Birîndarê me yê giran ê ji Pirsûsê Ûgûr Ok ê di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin, dewam dike. Di wê demê de dewleta ku ji vê tevgera yekpare ditirsiya, niha jî hewl dide vê têkoşînê ji ciwanan bide jibîrkirin."
HEMAN FERASET
Endamê Komelên Ciwanan Yîgît Uçar diyar kir ku, armanc ew e ku bi komkujiyê re atmosfereke tirsê di civakê de biafirînin û wiha got: “Hevgirtina ku li Pirsûsê hate nîşandan ji bo me mîladeke dîrokî ye . Ji ber vê yekê Pirsûs di serdemeke bi vî rengî de rêberiya me didomîne."
Endamê Komelên Ciwanên Şoreşger Orhan Yuksel jî wiha got: "Zîhniyeta ku komkujî pêk anî, hînê heye. Komkujiya Pirsûsê yek ji wan bûyeran e ku bû sedem ku yekemcar ez bi vê têkoşînê re rû bi rû bim. Hevalên me li Pirsûsê dema ku tişta ku me dixwest bikin hatin qetilkirin. Em ji bo wan û malbatên wan bibin dengê wan û edaletê bişopînin berdewam dikin."