ŞIRNEX - Jina ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê dest dirêjê wî hat kirin, diyar kir ku çendî gilî kiriye jî tenê cihê peywirdaran hatiye guherandin.
Li navçeya Qileban ya Şirnexê jina ku zarokê xwe yê nexweş dibir nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê peyriwrdarê paqijiyê yê nexweşxzaneyê dest dirêjî wê kir. Jinikê bûyeera li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê çêbû vegot, ragihand ku kesê ku di asansora nexweşxaneyê de dest dirêjî wê kiriye pê re heya kantînê û odeya ku zarok lê hatiye dermankirin hatiye.
Jinikê got ku piştî ku wê bertek nîşan daye û dengê xwe bilind kiriye, sûcdar ji odeyê derketiye, lê dû re li korîdorê ew şopandiye. Jinikê got ku wê pêşî rewşê ji hemşîreyan re gotiye û dû re sûcdar giliyê rêveberiya nexweşxaneyê kiriye.
Jinikê ragihand ku rêveberiya nexweşxaneyê tenê cihê kiryar guherandiye û got ku rêveberiya nexweşxaneyê gef lê xwariye ku meseleyê ji kesî re nebêje.
MA / Emrûllah Acar