WAN - Qeyûm ku rêyên peyayan ên li navçeya Miksê çênake, gel perîşan kiriye. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku rê bên çêkirin û mexdûriyet ji holê bê rakirin.
Niştecihên Miks a Wanê dixwazin rêyên ber bi zozanan ve diçin bên çêkirin. Welatiyên ku bi biharê re heywanên xwe dibin zozanan, çûnhatina wan a nava navçeyê vediguhere îşkenceyê. Rêya 60 kîlometreyî ya ber bi Zozana Dunduzê û zozanên derdora wê ve diçe hemû bi kevir e ku wesayît jî nikarin têre biçin. Wesayîtên diçin zozanan, ji ber rê bi kevir in xera dibin. Welatiyên ku bi dehan caran ji bo çêkirina rê serî li şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dane, bê encam hatine hiştin.
'EM NIKARIN BIÇIN ZOZANAN'
Cîhan Tenlî ku got wesayîtên wan ji ber rêyên xirab ên zozanan her tim xera dibin, xwest ku demildest rê werin çêkirin. Tenlî diyar kir ku ji ber rê xirab in nikarin heqê mesrefên wesayîtê jî derxin û got: "Ji ber vê yekê, em nikarin biçin zozanên xwe û heywananên xwe xwedî bikin. Berê deh malbat diçûn wir da ku pez bidoşin, lê niha tenê sê malbat mane. Dewlet rêyan çênake. Mirov neçar in ku pezên xwe bifroşin. Em rojane bi 3 hezar TL'yan wesayîtekê kirê dikin û şîrê bi dest me dikeve têra kirêya wesayîtê nake. Ger rê wer çêkirin, dê rêya saetekê dakeve 10 deqeyan."
'BILA RÊYA ME BÊ ÇÊKIRIN'
Mehmet Nûrî Kaymaz ku ji bo çêkirina rê serî li şaredariyê daye diyar kir ku şaredariyê bersiv nedaye wî. Kaymaz got: "Rêya zozanan xirab e. Wesayîtên me her tim xera dibin û em neçar in ku salê çar pênc caran lastîkên wan biguherînin. Van rêyan em perîşan kirine. Rêyên me û rêya me li ber çavan e. Em dixwazin dewlet mexdûriyeta me çareser bike. Em ji zozanên xwe hez dikin û naxwazin terka wan bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin rêyên me bên çêkirin."