Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye

  • rojane
  • 09:53 25 Tîrmeh 2025
  • |
STENBOL – Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskînê, diyar kir ku wan raporek derbarê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê  (KW KE) kirine, merasîma şewitandina çekan a PKK’ê bi bîr xist û destnîşan kir ku di vê mijarê de dewlet êdî ne xwediyê hinceta gav neavêtine ye.
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Cezayê de (CÎSST), Baroya Amedê, Baroya Wanê, Baroya Colemêrgê, Baroya Rihayê û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV),  ji bo “mafê hêviyê” danezaneke pêşkêşî KW KE kirin. 
 
Komîteya Wezîran dê dosyaya koma Gurban (Gurban, Ocalan-2, Kaytan, Boltan) di civîna xwe ya Îlona 2025’an de binirxîne.  Rêxistinên maf û hiqûqî di danezana xwe berê civîna Îlona 2024’an de, biryara Komîteyê ya 'eger Tirkiye di warê mafê hêviyê de reformên hiqûqî yên şênber pêk neyne, ew ê talîmat bide Sekreteryayê ku ji bo nirxandina xwe ya di Îlona 2025’an de biryarek demkî amade bike' bi bîr xistin.
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a ku danezan pêşkêş kir, qonaxa “mafê hêviyê” nirxand. 
 
Eren Keskînê bibîr xist ku dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê yek ji 12 parêzerên wî bû û ev tişt got: “Li erdnîgariya me dibêjin qey tecrîd tenê çend sal in didomin. Lêbelê li Îmraliyê di serî de tecrîd tê pêkanîn. Wê demê bi awayeke hiqûqî ne zalal bû ku Girtîgeha Îmraliyê girêdayi bi ku ve ye. Li Girtîgeha Îmraliyê pergaleke der hiqûqa Tirkiyeyê hebû. Têkiliya rêzdar Ocalan û ya mirovên jê hez dikin û ya bi gel tunebû. Tenê carînan parêzeran û malbata wî dikaribûn pê re hevdîtinê bikin. Ji ber vê peyama bidîmen pir girîng bû. Cara yekemîn bû vîdeoyeke wiha bi raya cemawerî re hate parvekirin û bandoreke zêde li ser mirovan kir.”
 
BANG 
 
Eren Keskîn anî ziman ku weke ÎHD ji salên 1990'î û vir ve êşên mezin dîtine û got, "Em bûne şahidê êşên ewqas mezin: gund hatin şewitandin, gel hatin qetilkirin, mirovên di bin çavan de hatin windakirin, me hewl da ku her bûyerê ragihînin. Me hewl da ku em biçin ser her bûyerê. Ji ber vê yekê banga Ocalan li gelên ku çareseriya aştiyane dixwazin erênî bû û bandoreke xurt kiriye. Şer ne weke berê ye. Hêzên şer dikin, niha bi şev mirovan di nav nivînên de dikujin an jî bi rêya têlefonan dikujin. Weke parêzvanên mafên mirovan me her tim diyar kir ku têkoşîna siyasî girîngtir e û me daxwaza çareseriyên aştiyane anî ziman. Ez banga rêzdar calan hem ji aliyê naverokê ve û hem jî ji aliyê civakê ve bi fikra aştiyê girîng dibînim. Fikra nîjadperestî, neteweperestî li mirovan bandor ki,rye ku haya wan ji êş û azarên şer tune ye.” 
 
GAVÊN KU DIVÊ DEWLET BIAVÊJE
 
Eren Keskîn, destnîşan kir ku divê çîna karker û sendika xwedî li aştiyê derkevin û wiha pê de çû: “Hêvîdar im di nêz de dewlet gav biaveje û pêvajo pêş bikeve. Lewre ciku dewlet gav neavêje hêvî çênabin. Tenê bi gavên tevgera Kurd ve aştî nayê. Ji ver vê yekê divê Dewlata Komara Tirkiyeyê di serî de girtiyên siyasî berde, pêşiya fikr û îfadeya azad vebike û Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) rabike.”
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ NE LUTIF E’
 
Eren Keskîn bal kişand ku dayîna mafê hêviyê ne lutif e û divê Tirkiye jixwe biryarên DMME’yê bi cih bîne û wiha got: “Eger Tirkiye hîn jî alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) be û dewleteke ku DMME’yê nas dike be, divê vê bike. Ev mafê hemû girtiyan e ku cezayê muebbedê lê hatiye birîn. Helbet bi awayekî xwezayî li ser Ocalan tê nîqaşkirin.  Divê ev rêzikname bi taybetî di pêvajoyeke wiha ya aştiyê de bê cih." 
 
‘HINCETA DEWLETÊ YÊ GAV NEAVÊTINÊ NEMA YE’
 
Eren Keskîn da zanîn ku weke raya cemawerî her sal beriya civîna vê komîteyê li ser pêkanîna biryarên DMME'yê nêrînên xwe tînin ziman û got, "Îsal PKK'ê xwe fesih kir û ragihand ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye. Niha şert û merc hîn guncawtir in. Êdî dewleta Komara Tirkiyeyê, hinceta wê nîne ku bêje ‘ji bo me xetere heye’. Ez hêvî dikim ku komîte di biryara xwe de vê yekê jî li ber çavan ragire. Niha pêvajo ji bo mafê hêviyê guncav e."
 
MA / Omer Îbrahîmoglu
 

Sernavên din

10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
24/07/2025
16:38 Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû
16:12 Ciwanên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanê didin
15:50 Li Girtîgeha Exlatê êriş li dijî girtiyan pêk hat
15:49 GOÇ-DER: Em dixwazin di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin de cih bigirin
15:21 Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin
09:12 Nexweşxaneyê tenê cihê kar ê kesê ku destdirêjî kir guherand
09:07 Dilbihar: Azadiya kurdî xeta me ya sor e
09:04 Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
08:33 Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da
22/07/2025
22:24 CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin
22:15 Li Şirnexê ji 55 rêxistinên sivîl piştgirî ji bo pêvajoyê
19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan
16:27 Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya têkildarî Girtîgeha Evînê
16:08 Werîşe Muradî: Rêveberiya xweser tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek
16:07 PSAKD bertek nîşanî Bahçelî da: Em hemwelatiya wekhev dixwazin
15:30 Li Siwêdayê agirbest hate binpêkirin
15:29 Ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo Fatma Tokmak bang
15:15 Iraqê biryara şandina mûçeyan da
14:55 Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
14:48 ‘Em ê bibin dengê jinên Elewî û Durzî’
14:19 Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
14:18 Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
13:36 Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
13:35 Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
12:41 Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
12:04 Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
11:36 Trump: Ger hewce bike em ê dîsa bikin
11:19 Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be
11:07 Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
10:48 Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike