Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê

  • rojane
  • 15:49 28 Tîrmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Di bîranîna ku ji aliyê Înîsiyatîfa Edaletê ya Roboskê ve hat organîzekirin de endamê ÎHD'ê Tanju Gunduzalp axivî û bal kişand ku bêyî hesabpirsîna ji qetlîaman aştiyeke bi rûmet nayê avakirin.

 
 Înîsiyatîfa Edaletê ya Roboskê ji bo ronîkirina bûyera li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê ku di nav de zarok jî hene 34 kes di 28'ê Kanûna 2011'an de hatin qetilkirin û ji bo hesab ji berpirsan bê pirsîn hat avakirin. Çalakiya bîranînê ya mehane di meha 163’emîn de dewam kir û daxuyanî li Kolana Sakarya ya Enqereyê hat dayîn.
 
Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Tanju Gunduzalp li vir axivî û bibîr xist ku pêvajoya hiqûqî ya der barê komkujiyê de hînê nehatiye aktîfkirin û wiha got: "Me Roboskê ji bîr nekiriye; ji bîr nekirin şêwazekî berxwedanê ye. Daxwaza me ya edaletê ne tenê bi Roboskê re sînordar e. Em 33 ciwanên xwe yên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê ji bo aştiyê ketin rê û 103 kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di mîtînga aştiyê ya li Gara Trenê ya Enqereyê de hatin qetilkirin jî ji bîr nakin. 10 sal in ne sûcdarên rastî yên Gara Trenê ya Enqereyê ne jî yên Pirsûsê nehatine darizandin. Ev komkujî nîşan didin ku aştî bi awayekî sîstematîk çiqasî hedef tê girtin û bêcezahiştin çawa veguheriye polîtîkaya dewletê.”
 
'WÊ TI CARÎ DEST JI LÊGERÎNA EDALETÊ BERNEDIN' 
 
Gunduzalp a ku yek ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocak a jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha axivî: "Di vê mehê de, me yek ji kesayeta sembol a Dayikên Şemiyê ku 30 sal in li Qada Galatasarayê rûniştine û daxwaza 'winda bên dîtin û faîl bên darizandin' winda kir. Xatirxwestina dayikeke bi rûmet, ku ji bo zarokên xwe yên winda tevî hemû dayik û malbatên windayan li ber dewletê sekinî, nîşaneya zelal e ku daxwaza edalet û aştiyê ya li vê erdnîgariyê nikare bê veşartin. Ev berxwedana 30 salan yek ji têkoşîna herî bi biryar a li dijî bêcezahiştinê ye û di heman demê de delîleke şênber e ku lêgerîna li edaletê wê ti carî neyê terikandin."
 
'BÊYÎ RÛBIRÛBÛNA BI PAŞEROJÊ RE AŞTÎ PÊK NAYÊ' 
 
Gunduzalp bal kişand ser 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' û wiha got: "Aştiya rasteqîn bi tenê pêkan e û divê li ser bingeheke ku çek bêdeng dibe, hurmet ji mafên mexdûriyetê re tê nîşandan, rastî tên eşkerekirin, temîrkirina civakî tê kirin û bi rabirdûyê re rû bi rû ye. Yek ji sedema ku pêvajoyên aştiyê yên berê bi ser neketin jî nexwestina dewletê ya li hemberî sûcên ku kirine û neşkandina dîwarê bêcezahiştinê bû. Bêyî ku failên Roboskê werin darizandin, bêyî ku daxwazên Dayikên Şemiyê bi cih werin anîn, bêyî hesabpirsîna ji Îstasyona Trenê ya Enqereyê û komkujiyên Pirsûsê, bêyî berdana girtiyên nexweş û bêyî ewlekirina wekheviya gelan, aştiyeke bi rûmet nikare li ser vê xakê pêk were.”
 

Sernavên din

16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn