AMED - Karkerên înşaetê yên ku di germahiya zêde ya Amed de dixebitin, ii bêgavî bi xirtûmê xwe şil dikin û dixebitin.
Germahiya li Amedê 40 pileyî derbas dike. Her çend pispor ji ber germahiya zêde hişyariyê didin ku di navbera saet 12:00 û 16:00'an de kes dernekevin derve jî, lê gelek kes neçar in ku tevî germahiya zêde jî bixebitin.
Karkerên înşaetê tevî heywa germ jî di şertên dijwar de dixebitin. Karker dibêjin ku ew rojane di navbera 10-20 lîtreyî de avê vedixwin û tim xwe bi xirtûmê şil dikin û hewl didin bi vî awayî xwe hênik bikin. Lêbelê, ev tevdîr li dijî germê nabin çare. Ji ber ku li qadsa xebatê cihên siyê an jî hênikkirinê tune ne, karker li ber germê perîşan dibin.
Karkerên ku ji ber tengasiyên aborî neçar in bixebitin, hewl didin ku di heman demê de bi germahiyê, tengasiyên darayî û mûçeyên kêm re jî bitêkoşin.
Mehmet Tuz ê 32 salî ku 12 sal in wekî sazkerê asansorê dixebite, got ku ew neçar e ku di germahiya zêde de bixebite da ku debara malbata xwe ya ji pênc kesan bike. Tuz destnîşan kir ku ew nikarin li dijî germahiyê tevdîran bigirin û got: "Em diçin malê, germ e; em derdikevin derve germ e. Em rojê 10 lître avê vedixwin û rojê çar an pênc caran serê xwe dişon."
'JI BÊGAVÎ'
Mehmet Alî Bakir (47), karkerê înşaetê yê 18 salan, got ku ew ji ber germê rojê 20 lître avê vedixwe. Bakir got: "Debara malê zehmet bûye, kirê biha bûne. Derve pir germ e, lê hundir hinekî çêtir e... Ji ber vê yekê em dikarin çi bikin? Em tehemûl dikin. Debara malbatê hemû li ser milên me ye. Ne hêsan e. Divê em tehemûl bikin. Ez mehê bi navînî 50-60 hezar TL qezenc dikim. Kirê, xwarin û pêdiviyên 4 zarokan... têr nake."
TEVDÎR NAYÊN GIRTIN!
Ramazan Yalçin ku got "Cilên me ji xwêdanê şil bûne" wiha lê zêde kir: "Em ji bo înşaetê karê elektrîkê dikin. Ez zêdetirî 10 salan e vî karî dikim. Em tenê hewl didin ku debara xwe bikin. Germahî bi rastî jî bandoreke mezin li ser me dike. Em rêyekê nabînin ku pêşî lê bigirin. Tenê xirtûmek me heye û em bi wê xwe şil dikin. Wey li wan kesên ku li derve dixebitin, di bin tavê de dixebitin! Rewşa wan xirabtir e."
Nurullah Guran ê 18 salî jî ku li ber destê karkerên înşeatê dixebite, got: "Ez vî karî hîn dibim. Em pir xwêdan didin. Em tenê av û kola û hwd. vedixwin da ku xwe hênik bikin."