RIHA – Li gelek taxên Rihayê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de civînên gel hatin lidarxistin.
Li taxa Cendelî û Kadikoy a navçeya Wêranşarê, li taxa Qilîx a navçeya Hewagê, li taxa Osmanli ya navçeya Eyyubiyeyê, li taxa Şêx Zelîxa ya navçeya Karakopru ya Rihayê civînên gel hatin lidarxistin. Di civînên gel ên ku di çarçoveya “Aştî û Civaka Demokratîk” de hatin lidarxistin, peyama bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9’ê Tîrmehê hate temeşakirin û têkildarî pêvajoyê nîqaş hatin kirin.