EDENE - Karkerên ku ji ber çalakiyên sendîkayî û daxwazên aştiyê ji kar hatin avêtin, neh sal in li benda vegera li ser kar in. Guven Boga got: "Daxwaza aştiyê sûc nîne. Tevî beraetan jî, daxwazên vegera li ser kar tên redkirin."
Di dema Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana leşkerî ya di 15'ê Tîrmeha 2016'an de, bi rêya biryarnameyên qanûnî (KHK) herî kêm 125 hezar kes ji saziyên cemaweriyê hatin derxistin. Komîsyona Lêpirsîna Karûbarên OHAL'ê serlêdana 17 hezar û 960 kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin qebûl kir. Komîsyonê 109 hezar û 332 dosye jî red kirin.
Di dema rewşa awarte de, 4 hezar û 259 karmend ên endamê Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) hatin îxrackirin. Li gorî daneyên KESK'ê, hezar û 900 kes ji kar hatine derxistin û yên mayî jî hîn li benda vegerê ne. Li Edeneyê, 22 karmendên KESK'ê li benda vegera ser kar in.
Guven Boga yê ji Egîtîm Senê yek ji wna kesan e ku li bendê ye vegere Boga ku serî li AYM'ê da, got ku ji ber ku di 29'ê Kanûna 2015'an de beşdarî "çalakiya "Li dijî şer em aştiyê diparêzin" bûye hatiye îxrackirin.
Boga got: "Parastina aştiyê ne sûc e. Di pêvajoyeke wiha d eku pêvajoya çareseriyê careke din bûye rojev, pêkanînên bi vî rengî zirarê didin aştiyê."
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Cûdî Îmrek, da zanîn ku hê jî nêzî 2 hezar û 300 KHK'î li benda vegera ser kar in. Îmrek got: "Divê hemû kesên îxrackirî vegerin ser karê xwe. Divê mafên me bêkêmasî li me bên vegerandin." Îmrek destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a li dijî binpêkirinan bidome.
Parêzer Tûgay Bek jî anî ziman ku bêyî sedemeke berbiçav gelek kes hatine îxrackirin. Bek destnîşan kir ku daxwaza ji bo aştiyê û lêgerîna mafan a demokratîk wekî sedem hatine nîşandan û got ku platformên qanûnî wekî "xebatên rêxistinî" hatine hesibandin û ev yek binpêkirina destûra bingehîn e di esasê xwe de. Bek bilêv kir ku li Edeneyê di dozeke ji ber xebatên HDK'ê de gelek kes beraat kirine û got ku lê heman xebat ji bo hin kesên din wekî sedema îxracê û girtinê tê hesibandin û biryarên beraetê yên teqezbûyî jî esas nayên girtin.