11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir

  • jin
  • 10:05 7 Tebax 2025
  • |

WAN – Ev 11 sal in ku rojnamevan Denîz Firat di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser wargeha Mexmûrê de hatiye qetilkirin. Hevrêya wê Bêrîvan Tûnç bibîr xist ku Denîz Firat berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ'ê heta nefesa xwe ya dawî bi belgeyan raxist pêş çavan û çapemeniya azad tevî hemû zextan jî ragihandina rastiyê ji cîhanê re didomîne.

 
Di 8’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir û di êrîşê de rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) jî hatibû kuştin. Denîz Firat bi kameraya xwe êrîşa DAÎŞ’ê qeyd kir û ji cîhane re ragihand û cenazeya wê li navçeya Ebexê ya Wanê bi girseyî hate definkirin.
 
Denîz Firat di sala 1984’an de li gundê Xecê Xatûn ya Ebexa Wanê hat dine û di 6 saliya xwe bi zextên dewletê re rûbirû ma. Ji ber zextên dewletê malbat neçar ma koçî Îranê bike. Malbat demekê li Îranê dimîne û di sala 1991’ê de derbasî herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê dibe.   
 
Denîz Firat êrîşên KDP, YNK û Tirkiyeyê yên li hemberî PKK’ê re şahidî kir, di wê pêvajoyê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nas kir û bandora wê de ma. Li hemberî êrîşên dewletê di sala 1992’an de tevî xwîşka xwe Sarya beşdarî refên azadiyê bû. 
 
Xwîşka wê Binevş (Ayfer Yildiztan) di sala 1997’an de li Zapê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Xwîşka wê Sarya jî di 8’ê Tebaxa 1999’an de jiyana xwe ji dest da. Denîz Firat û Sarya bi hev re tevli refên azadiyû bûbûn û her du jî di 8’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
DERBASÎ XEBATÊN ÇAPEMENIYÊ BÛ 
 
Denîz Firat di sala 2007’an de ji bo pêşvebirina rojnamegeriya jin dest bi rojnamegeriyê kir. Bi salan kovara Tanriça Zîlan de xebitî û di heman demê de di rojdaya Dengê Welat de bernameya ‘Rojeva Jin’ pêşkeş kir. Di Konferansa Çapemeniyê ya sala 2014’an de wek endama koordînasyonê cih girt û piştre derbasî Mexmûrê bû û li wir ji bo rojnameya Rojeva Welat, Stêrk TV, JINHA, Rojnews, ANF’ê nûçe çêkir. 
 
BÛ DENGÊ ÊZIDIYAN 
 
Dema DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir, komkujî û hovîtiya ku hatibû serê Êzidiyan ji ji cîhanê re ragihand. Denîz Firat di nivîseke xwe de wiha behsa qetlîamê kiribû;
 
“Di komkujiya Şengalê de bi hezaran kes hatin kuştin. Wan mirovan çi kirin ku wiha tên cezakirin. Çima zarokên çend mehî, dayikan û zarokên biçûk direvînin. Wêneyên ku hatin kişandin şahidî ji vê hovîtiyê re kir. Kesekî ku ji qetlîamê rizgar bû got ku ‘we tenê kesên ku mane kêşand’. Zarokên vê axê çima wisa tên cezakirin? Ma Êzidî ne ji ber wê? Hincet tene ev e. Ger ev wek hincetekê were destnîşankirin şaşiyeke mezin e. Di roja me ya îro de ol wek parçeyek siyaseta qirêj tê dîtin. Lê tekane hinceta komkujiya Şengalê ev nîn e. Komkujiya Şengalê li hemberî yekitiya Kurdan peyamek e.”
 
DÊ WERE BIBÎRANÎN 
 
Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) her sal ji bo bîranîna Denîz Firat pêşbirka helbest û çîrokan li dar dixe. Denîz Firat dê wekî her sal îsal jî ji aliyê malbat û xebatkarên çapemeniya azad di 8’ê Tebaxê de li ser gora xwe were bibîranîn. 
 
‘DAÎŞ’Ê XWEST KURDAN TUNE BIKE’ 
 
Rojnameger Bêrîvan Tûnç di salvegera 11’emîn a qetilkirina Denîz Firat de axivî û bi bîr xist ku di sala 2014'an de DAIŞ'ê gelê Kurd hedef girt û wiha got: "Armanca vê zîhniyeta çete, tinekirina gelê Kurd û nasnameya wan bû." Bêrîvan Tûnç da zanîn ku êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Mexmûr bûyereke girîng bû û wiha got: "Êrîşeke bi armanca valakirina Kampa Mexmûrê bû. Gerîlayên HPG, YPG û YJA-STAR'ê ji bo rûmeta gelê Kurd biparêzin li dijî vê çeteya ku netewe dewletan şer kirin. Ne tenê ji bo Mexmûr ji bo her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiyan."
 
BERXWEDAN QEYD KIR 
 
Bêrîvan Tûnç anî ziman ku Denîz Firat ji bo êrîşa DAÎŞ’ê ji cîhanê re ragihîne ketiye nav hewldanan û wiha axivî: “Denîz Firat berxwedana gerîlayan ya li kolanên Mexmûrê qeyd kir. Bi beşdarbûna weşanên zindî di wê kêliyê de geşedan ji raya giştî re ragihand.” Bêrîvan Tûnç diyar kir ku Denîz Firat bi kameyara xwe êrîş qeyd dikir loma hedef hatiye girtin.
 
Bêrîvan Tûnç da zanîn ku ked û têkoşîna Denîz Firat ji bo rojnamegeran weke nexşeyeke rê ye û wiha got: "Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Rizgar, Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz ji me re bûn pêşeng. Têkoşîna wan kevneşopiya çapemeniya azad afirandiye. Em îro şerê li Şengalê, berxwedana li Rojava û şerê taybet ê li Bakur ji raya giştî re radigînin, rêya ku vekirine dişopînin. Em Denîz Firat bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa wî bimeşin. Em soz didin ku em ê ti carî pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin."
 
‘EM DENGÊ GELAN IN’
 
Bêrîvan Tûnç bi bîrxist ku li çar parçeyên Kurdistanê kedkarên çapemeniya azad rastî êrîşan tên û li dijî êrîşan têkoşîna xwe ya heqîqetê didomînin û wiha got: “Rojnameger Nazim, Cîhan û Egîd ji ber ku geşedanên li Bendava Tişrînê ji cîhanê re ragihandin ji aliyê dewleta Tirk ve hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Li başûrê Kurdistanê heval Hêro, Gulistan û Azîz jî hedef hatin girtin. Em ê li mîrateya wan xwedî derkevin. Wek çapemeniya azad em ê li her derê bibin dengê gelan, bi kamera û pênûsên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Di şexsê heval Denîz de hemû şehîdên çapemeniyê bi hûrmet bi bîr tînim.”
 
 
 
 

Sernavên din

11/08/2025
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'
17:18 Bahçelî: Dê bi rêya komîsyonê ewrên li ser aramî û biratiyê bên belawelakirin
17:13 Civîna qabîneyê ya serokkomartiyê dest pê kir
17:08 Navên endamên komîsyonê yên nû ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin
16:54 Bi sedan kes ber bi cihê şîna Tunç ve meşiyan: Rêya te rêya me ye
16:28 Zaroka ber Çemê Arasê ketî jiyana xwe ji dest da
16:28 Li stargeha Şaredariya Qersê tundî li kûçikan hate kirin
16:17 Çalakiya jinên Beluc di roja 27’an de ye
16:11 Pêşangeha ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz bi dawî bû
16:03 Erdhejokên li Sindirgiyê didomin
15:37 Nîjadperestan li Mêrsînê êrişî malbateke Kurd kirin
14:45 Komkujiyên li dijî jinan hatin protestokirin: Têkoşîn parastina herî xurt e
14:30 DEM Partiyê silha du malbatan kir
14:27 ÎHD: Bila faîlên êrişên li dijî karkerên Kurd bên darizandin
13:37 ÎHD’ê rapora binpêkirinên mafan ên di 6 mehên dawî de li Kurdistanê hatine kirin parve kir
13:09 Ji sedî 49’ê xebatkaran dixwazin hemû sendîka li ser maseya peymanê bin
12:55 Li Sindirgiyê xebatên tespîtkirina xesarê dest pê kirin
12:47 Polîsên ku malên şînê dorpêç kirin mizgeft jî li îbadetê girtin
12:07 Ji bo komîsyonê dê 3 kesên nû bên diyarkirin
11:34 Rêwiyê Aştiyê Aktaş vegot: Têkoşîna wî anî van rojan
11:16 Awûstralyayê ragihand ku dê Filistînê bi awayekî fermî nas bike
10:44 Xetere li ser serweriya Ermenistanê çêkirin: Dibe ku demografya biguhere
10:42 Li Pira Dehderî avahî zêde dibin: Pêwîstî bi çareseriya aqilê hevpar heye
10:23 HPG’ê şehadeta Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî ragihand
09:37 Bertek nîşanî astengkirina şînan da: Hem li gorî hiqûqê hem li gorî olê sûc e
09:36 Li cihê erdhej û hezazan lêgerîna madenê
09:01 Êrişên li Zap, Metîna, Avaşînê: Armanc xitimandina pêvajoyê û domandina şer e
09:00 Navnîşana nû ya talankirina xwezayê: Geliyê Bertûlê
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2025’AN
08:44 Li Balikesîrê erdhejeke din çêbû
10/08/2025
16:34 Li Reqayê kampanyaya ‘Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe’
16:05 Li dijî jeotermala li Geliyê Periyê meş hat lidarxistin
15:33 Ekîn Wan hat bibîranîn: Têkoşîna wê rêya me ronî dike
15:25 Komxebata ciwanan: Manîfestoya civaka demokratîk perspektîfa azadiyê ye
15:00 Çalakiya jinên Beluc didome: Em qirkirinê îfşa dikin
13:41 Îsraîl dê 430 hezar leşkerên cîhgir seferber bike
13:33 Li Anamurê agir bi daristanê ket
13:29 Bahçelî: Li bendê ne ku xebatên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin
13:26 Li Samandagê hişyariya provokasyonê: Em çanda xwişk-biratiyê biparêzin
13:14 Li Wanê di şewatê de 4 dikan şewitîn
12:15 Şîna Bêrîtan Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
12:15 CPT: Tirkiyeyê di Tîrmehê de 18 caran êriş kir
11:39 Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket
11:38 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin
11:38 Li Brezîlyayê qeza: 11 kes mirin 45 kes birîndar bûn
11:37 Tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin
11:33 Di bin siya ‘Pêvajoya aştiyê' de li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê
10:35 Hejmara 128’an a kovara Jinê derket
10:30 Ferda Fahrîoglû: Divê rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna aştiyê de cih bigirin
10:29 Li Geliyê Periyê xebatên jeotermalê: Armanc koçberkirin e
09:44 Gundên Sêweregê bê av û ceryan in: Kes çareser nake
09:36 'Divê goristan bên çêkirin û rê bidin serdanên malbatan’
09:21 Girtiyê ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin
09:20 'Heke ji bo çareseriyê israra wan hebe wê demê bila mafê hêviyê cîbicî bikin’
09:00 ROJEVA 10’Ê TEBAXA 2025’AN
09/08/2025
16:49 Amedspor bi Mbaye Diagne re li hev kir
15:54 Ji bo bîranîna rojnamevan Denîz ê ku JÎTEM'ê ew qetil kir pêşangeh hat vekirin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Welat Hazirê HPG'î hat kirin
14:32 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Qerçekê îşkence heye
14:25 Dayikên Şemiyê ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin
14:15 'Bila komîsyon aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin derxîne holê'
13:47 Fîdan bi Sîsî re civiya
13:43 Hûsiyan êrişî Îsraîlê kirin
12:15 Li Amedê Komxebata Aştiyê: Divê em bi hev re aştiyê ava bikin
11:47 Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya
11:33 Trump û Putîn wê li Alaskayê bicivin
11:28 Şêniyên Wan û Gimgimê: Em misogerkirina qanûnî dixwazin
10:24 Cinayeta ku 33 sal in nehatiye ronîkirin: Kevneşopiya wî didome
09:41 Di 2 salan de li 3 girtîgehan 56 caran berdana girtiyan hat taloqkirin, înfaza 16 girtiyan hat şewitandin
09:19 Talankirina ekolojiyê kaniyên Şirnexê ziwa kirin
09:05 Ji Şaredariya Peyasê li dijî cinayetên jinan plana çalakiyan
09:03 Wezaretê berpirsiyariya xwe ya di qirkirina daristanan a bi destê cendirme û cerdevanan de qebûl nekir
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2025'AN
08/08/2025
22:20 Ji Abdullah Ocalan ji bo gelê Kampa Mexmûrê name
21:11 Civîna sêyem a komîsyonê wê di 12’ê Tebaxê de be
16:34 Encamnameya Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan: Çareserî Sûriyeya nenavendî ye
16:24 'Em ê Sûriyeyeke hemû kesî hembêz dike ava bikin’
16:13 Şewata li Çanakkaleyê nêzî jîngehan bû
15:55 Denîz Firat di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:45 Şewata li Licê hate vemirandin
14:55 Ji Elewî û Durziyan peyama yekhelwestiyê: Çareserî, pergala nenavendî ye
14:54 Jinên Beluc: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
14:34 Guler, Yerlîkaya û Kalin beriya civîna komîsyonê hatin gel hev
14:08 Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
14:02 Kurtulmuş: Em mecbûr in pêvajoyê bi baldarî birêve bibin
13:54 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza Narîn Guranê de bên erêkirin
13:51 Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
13:23 ÎSÎG: 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:15 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan': Piranîparêzî ne gef e lê hêz e
12:30 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
12:09 Ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz dê pêşangeh bê vekirin
12:08 Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da
11:55 Li Şirnexê 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bihîjyen hatin tunekirin
11:29 Ermenistan û Azerbaycan dê peymanê mohr bikin
11:01 Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv
10:27 Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’
10:26 Temellî: Meclis dê pêşniyarên komîsyonê qanûnî bike
09:43 'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e'
09:42 Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand!