Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e

  • rojane
  • 09:54 14 Tebax 2025
  • |
img

STENBOL - Endama Foruma Azadî û aştiyê ya Ewropayê Neşe Ozgen ku pêşengtiya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dike, diyar kir ku mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê, tecrîd e. 

 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, Banga Aştî û civaka Demokratîk kir. Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) jî piştî vê bangê, ji bo Abdullah Ocalan bikare pêvajoyê di şert û mercên baştir de birêve bibe, di 5’ê Hezîranê de kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin. Akademîsyen, endama EFFP’ê û pêşenga kampanyayê Neşe Ozgen ser armanca kampanyayê axivî. 
 
Neşe Ozgen, anî ziman ku piştî biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê kampanya dane destpêkirin û wiha got: “Akademîsyen, rewşenbîr, siysaetmedar û rojnamegerên ji ber sepanên dij-demokratîk derketin derveyî welat di kampanyayê de cih digirin. Armanca me ya esasî ew e ku aştî û demokrasî bê welatê me. Kampanya didome. Kampanyaya me ji bo serdema bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan dest pê kirî re jî bersieke. Armanca me ne tenê şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan e, her wiha rûxandina vê rejîma zilmê ye.”
 
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’   
 
Neşe Ozgenê anî ziman ku divê her kes xwedî li banga Abdullah Ocalan derkeve û wiha domand: “Daxwaza me ew e ku mercên fîzîkî yên birêz Ocalan bên başkirin û were berdan. Ji ber ku heta azadiya aliyeke di mizakereyan de cih digire pêk neyê, nikare tev li nîqaş û civînan bibe. Daxwaza me ya din jî ew e ku her ks bikare bi Ocalan re hevdîtinê bike û gotina wî bibihîse. Lêbelê armanca esasî, berdana Ocalan e.” 
 
'ÇALAKÎ Û XWEPÊŞANDAN DIDOMIN’   
 
Di berdewamê de Neşe Ozgenê bi lêv kir ku yek ji hedefa wan ew e ku dîasporayê di çarçoveya aştî û demokrasiyê de pêş bixin û bi vê boneyê gelek xebat kirine. Neşe Ozgenê, got: “Di çarçoveya vê kampanyayê de ji 13 welatan bi giştî 100 jinan bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê re name şandin. Di Tîrmehê de 39 kesên ji welatên Ewropayê di çarçoveya kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ hatin Tirkiyeyê. Di 24’ê Tîrmehê de endamên Em ji bo Azadiyê Israr Dikin (Insisting On Freedom) ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re ji Ewropayê çûn Tirkiyeyê. Herî dawî, di 8’ê Tebaxê de têkildarî kampanya û xebatên EFFP'ê me raporek parve kir. Xebatên me didomin.” 
 
'DERDORÊN PIR CUDA PIŞTGIRÎ DAN’  
 
Bi domdarî Neşe Ozgenê bi lêv kir ku li gel piştgiriya sazî û dezgehan, her wiha piştgiriyên şexsî jî bo kampanyaya wan hene û ev tişt anî ziman: “Em hewl didin li hundirê welat jî kampanyayê pêş bixin. Em jê dixwazin vîdeo bikişînin û em jî li ser malpera xwe biweşînin. Ji piştevanên kampanyayê Ashish Kothari, li Hindistanê ji komeke çalakiyên hawirdorê ye. Tiştekî balkêş kir; nivîseke ku bi awayekî xeyalî Gandhi û Ocalan tîne gel hev nivîsand. Me jî weşand. Gelek navên din ên cuda di kampanyaya me de cih digirin.” 
 
'PeRGALA TECRÎDÊ LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN E’  
 
Neşe Ozgenê daxuyand ku mezintirî astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e û axaftina xwe wiha qedand: “Kampanyayê careke din nîşanî me da ku parastina aştiyê, cisaret, domdarî û piştevaniyeke kûrewî dixwaze. Bi rastî jî parastina aştiyê ne tiştekî hêsan e. Yek ji tiştên me di rapora xwe de bal kişandiye ser ew e ku ji bo dengê daxwaza demokrasî û aştiyê bilindtir bikin, divê hejmara koman a li Tirkiye û Ewropayê bêhtir bibin. Jixwe armanca avakirina EFFP’ê ne tenê ragihandina tiştên li Tirkiye û Kurdistanê tên jiyîn nîne. Her wiha em dixwazin dîasporeyeke ku dengê hêzên sosyalîst ên têkildarî Tirkiye û Rojhilata Navîn baştir were bihîstin jî pêş bixin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 
 

Sernavên din

14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa li HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
07:53 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
11/08/2025
19:45 Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'
17:18 Bahçelî: Dê bi rêya komîsyonê ewrên li ser aramî û biratiyê bên belawelakirin
17:13 Civîna qabîneyê ya serokkomartiyê dest pê kir
17:08 Navên endamên komîsyonê yên nû ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin
16:54 Bi sedan kes ber bi cihê şîna Tunç ve meşiyan: Rêya te rêya me ye
16:28 Zaroka ber Çemê Arasê ketî jiyana xwe ji dest da
16:28 Li stargeha Şaredariya Qersê tundî li kûçikan hate kirin
16:17 Çalakiya jinên Beluc di roja 27’an de ye
16:11 Pêşangeha ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz bi dawî bû
16:03 Erdhejokên li Sindirgiyê didomin
15:37 Nîjadperestan li Mêrsînê êrişî malbateke Kurd kirin
14:45 Komkujiyên li dijî jinan hatin protestokirin: Têkoşîn parastina herî xurt e
14:30 DEM Partiyê silha du malbatan kir
14:27 ÎHD: Bila faîlên êrişên li dijî karkerên Kurd bên darizandin
13:37 ÎHD’ê rapora binpêkirinên mafan ên di 6 mehên dawî de li Kurdistanê hatine kirin parve kir
13:09 Ji sedî 49’ê xebatkaran dixwazin hemû sendîka li ser maseya peymanê bin
12:55 Li Sindirgiyê xebatên tespîtkirina xesarê dest pê kirin
12:47 Polîsên ku malên şînê dorpêç kirin mizgeft jî li îbadetê girtin
12:07 Ji bo komîsyonê dê 3 kesên nû bên diyarkirin