Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e

img

STENBOL - Nivîskar Murat Mihçi diyar kir ku ger bi komkujiya 6-7'ê Îlonê re hevrûbûn çênebe, dibe ku gelên ku wekî "yên din" tên dîtin rojekê bibin hedef û got ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan firsendeke baş e ji bo hevrûbûna bi van êşan re.  

 
Zêdetirî nîv sedsalek di ser bûyerên 6-7'ê Îlonê derbas bûye ku wekî lekeyek reş di dîroka Tirkiyeyê de cih girtiye. Di sala 1955'an de, radyoya dewletê ragihand ku li mala Ataturk a li Selanîkê bombe teqiyaye. Demeke kurt piştî vê nûçeyê, çapa êvarê ya Istanbul Expressê bi manşeta "Mala Ataturk ji ber bombeyê zirar dîtiye" weşiya. Piştî vê manşetê, êrişên li dijî welatiyên nemisilman dest pê kirin.
 
Her çend 70 sal di ser komkujiya 6-7'ê Îlonê re derbas bûne jî ku serokê wê demê yê Daîreya Şerê Taybet, General Sabrî Yîrmîbeşoglû, wekî "operasyoneke serketî ya şerê taybet" bi nav kir, hê jî kiryar nehatine darizandin.
 
Tirkiye hîn bi komkujiyê re ku li Stenbolê malên welatiyên nemisilman, bi taybetî yewnan, ermen û cihûyan hatin talankirin û gelek kes hatin kuştin, hevrû nebûye.
 
NÛÇEYEKE DEREW
 
Di dema komkujiyê de, nûçeyeke asparagas di rojnameya Îstanbul Ekspresê de ku nêzîkatiya xwe ya bi Partiya Demokratê (DP) re dihat naskirin, ku îdia dikir ku "Mala Ataturk li Selanîkê ji aliyê yewnanan ve hatiye bombebarankirin", êrişan geş kir. Rojnameya ku tîraja wê li dora 20 hezarî bû, du saet berî bûyeran çapa duyemîn bi manşeta "Mala Ataturk hat bombebarankirin" û tîraja xwe derxist 290 hezarî. Endamên "Komeleya Qibris Tirk e" ku rêxistineke wê demê li dijî nemisilmanan hatibû rêxistinkirin, rojnameyê li seranserê Stenbolê belav kir û rê li ber komkujiya nemisilmanan vekir.
 
MAL Û MILKÊN NEMISILMANAN HATIN TALANKIRIN
 
Piştî nûçeyê, di 6 û 7'ê Îlonê de, bi hezaran kes bi kêran, biviran û daran derketin kolanan. Ji Beyoglûyê ku bûyer lê dest pê kirin, ew belav bûn heta Kurtuluş, Şîşlî, Nîşantaşi, Eminonu, Fatih, Balat, Eyup, Bakirkoy, Yeşilkoy, Ortakoy, Arnavutkoy, Bebek, Kadikoy, Kuzguncuk û Çengelkoyê ku piranî yewnan li vir diman. Wan mal û kargehên welatiyên ji etnîsîte û baweriyên cuda talan kirin. Piştî bûyeran bi demeke kurt serokkomarê wê demê Celal Bayar serdana Beyoglûyê kir û got: "Ez difikirim ku me zêde şor kir." Ev yek nîşan dide ku bûyer bi awayekî plankirî hatine kirin. 
 
HERÎ KÊM 15 KES HATIN QETILKIRIN Û DEST DIRÊJÎ 60 JINAN HAT KIRIN
 
Li gorî raporên rojnameyan ên wê demê, di vê komkujiyê de 11 kes hatine kuştin. Li gorî raporeke Helsinki Watch, ev hejmar 15 ye. Bi fermî 30 kes û bi nefermî 300 kes birîndar bûne. Di vê komkujiyê de herî kêm 60 jin rastî tecawizê hatine. Dema ku meriv hejmara jinên ku ji ber tirsê nekarîn gilî bikin bihesibîne, tê texmînkirin ku ev hejmar nêzîkî 400'yî ye. Li gorî raporeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hin jin piştî tecawizê hatine kuştin. Keşeyê 90 salî Hrisantos Mantas bi zindî hatiye şewitandin. Hin keşe bi kêran û bi zorê hatine sunnetkirin. Bi dehan kes hatine lînçkirin. Bûyerên bi vî rengî ne tenê li Stenbolê, di heman demê de li Îzmîr û Enqereyê jî qewimîne, li Riha, Mêrdîn û Midyadê jî êrişî suryaniyan hatiye kirin. Bi tevahî 5 hezar û317 cih, di nav de 4 hezar û 214 xanî, 73 dêr, 26 dibistan, 1 kenîşte, cihên kar, dikan û cihên bi vî rengî, hatine şewitandin, wêrankirin û talankirin.
 
Nivîskarê ermen Murat Mihçi li ser bûyerên ku di 6-7'ê Îlona 1955'an de li Tirkiyeyê qewimîn axivî. 
 
ARMANC PROJEYA TIRKÎKIRINÊ BÛ
 
Mihçi bi bîr xist ku komkujiya 6-7'ê Îlonê li dijî gelek rûm û ermenî, suryanî û cihûyên ku koçî Stenbolê kiribûn pêk hatiye û got ku beriya 1955'an ji sedî 5'ê Stenbolê ji gelên kêmar pêk dihat. Mihçi destnîşan kir ku li ser çand, siyaset û aboriyê nêrîna nemisilmanan serdest bû. Mihçi anî ziman ku di salên 1950'î de, dêr, goristan û dibistanên li Anatoliyê hatin hilweşandin û kêmnetewe, tevî rûman neçar man ku koçî Stenbolê bikin. Mihçî got: "Plankirineke wisa wekî beşeke ji 'Projeya Tirkîkirinê' ya tevna çandî hat plankirin. Em dikarin plankirina wê bi vî awayî jî bixwînin; tîraja rojane ya rojnameya Îstanbul Ekspres a wê demê deh qat zêde hatiye çapkirin û dewletê jî derewa ku xaniyê Ataturk hatiye bombebarankirin eşkere kir. Em ji tiştên ku hatine kirin dizanin ku ev bombebaran ji hêla dewletê ve hatiye plankirin."
 
Mihçi diyar kir ku li Tirkiyeyê hişmendiya qirkirinê berdewam dike û got: "Ji ber ku bi komkujiya 1955'an re rûbirû nebûye, li Konyayê li dijî kurdan, li Kayseriyê li dijî koçberan û li Mereşê li dijî elewiyan êriş çêbûne. Ji ber ku bi komkujiya berê re hevrûbûn çênebûye, ev xeter hîn jî wekî fikareke girîng dimîne. Êrişa herî dawî ya ku em dikarin destnîşan bikin, maça 17'ê Îlona 1967'an a di navbera Kayserîspor û Sivassporê de bû ku di encamê de 43 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn. Mereş û Çorûm jî mînakên vê yekê ne. Nîşankirina malên elewiyan bi rastî jî berî sala 1915'an cara yekem şahidiya vê têgeha nîşankirinê kir. Ev nîşan dide ku tundûtûjî hîn jî di hişê wan de bi awayekî çalak heye."
 
‘HEVRÛBÛN DIVÊ'
 
Mihçi destnîşan kir ku civakên ku li Tirkiyeyê wekî "yên din" tên hesibandin her tim bi xetereya komkujiyê re rû bi rû ne û got: "Îro, kêmarên ku hejmara wan pir kêm e bi xwe jî bi operasyonan hedef tên girtin û li dijî wan plansaziyên êrişê hene. Qeydön vö derketın. Ji ber vê yekê, heya ku em bi 6-7'ê Îlona 1955'an re hevrû nebin, dibe ku hemû mirovên ku wekî "yên din" tên hesibandin rojekê bibin hedefa komkujiyekê. Divê hevrûbûn berfireh be. Ango, ji bo ku gavên demokratîk rasteqîner bin, divê em êşên berê bi bîr bînin. Heta ku em van pirsgirêkan çareser nekin û ji wan giyanan xatir nexwazin, ev êş dê di nasname û kesayetiyên cuda de berdewam bikin. Û ev herêm bi tevahî dê vê êşê bikişîne."
 
‘EM BIBIN DENGÊ AŞTIYÊ'
 
Mihçi wiha domand: "Girîng e ku mirov zorê bide dewletê ku polîtîkayên xwe biguherîne. Dewlet dikarin li gorî DNA'ya xwe siyasetê bikin. Tenê bi hişyarkirina raya giştî dikare ev feraseta komkujiyê were sînordarkirin. Ez bawer dikim ku Tevgera kurd û civakên din, nemaze yên ku ji vê yekê bandor bûne, di daxwaza welêt a ji bo demokrasiyê û têkoşîna li dijî polîtîkayên şer de xwedî cihekî pir girîng in. Derfet û şert ji bo vê yekê hatine afirandin, nemaze ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve. Ger em bi rastî dixwazin vê nifirê li vê herêmê biqedînin, divê em bibin dengê aştî û têkoşînê."
 
Di dawiyê de got ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan firsendeke baş e ji bo hevrûbûna bi van êşan re. 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin - HATE NÛKIRIN
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive