'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'

AMED - Hevserokê MEBYA-DER Amedê Ramazan Dengiz diyar kir ku êrişên dewletê yên li ser merasîmên cenaze û sersaxiyê zirarê didin pêvajoyê û got: "Ev, mîna ku tu miriyan careke din bikujî." 
 
Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê çareserkirina meseleya kurd de, li meclisê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hat avakirin. Her çend komîsyon xebatên xwe didomîne jî, dewletê ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu gavên berbiçav neavêtiye.
 
Di demeke ku behsa aştiyê tê kirin de, helwesta nêzî cenazeyên gerîlayên HPG û YJA STAR'ê bûn cihê bertekan. Mudaxileyên li şînan û merasîmên cenazeyan, astengkirina mafê definkirinê û texrîbkirina goristanan didomin. 
 
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê Ramazan Dengiz, diyar kir ku divê dewlet bi nirxên gelê kurd re li hev bike û banga rêzgirtina li mafê definkirinê kir.
 
‘CAREKE DIN KUŞTINA MIRÎ'
 
Dengiz diyar kir ku malbatên ku di şerê 50 salî de zarokên xwe winda kirine, bi her awayî xwedî li vê pêvajoyê derketine û got ku dayikên kurd di 50 salên pevçûnî de bedêlên giran dane, lê dîsa jî ji bo aştiyê diqîrin. Dengiz bal kişand ser êrişên dewletê yên li ser miriyên kurd û got: "Ji damezrandina komarê ve, bêrêziyeke mezin li hember goristanên me hatiye kirin. Wekî ku hûn dizanin, cihên veşartina Seyîd Riza, Şêx Seîd û Seyîd Nursî nayên zanîn. Bi taybetî, bêrêziyeke mezin li hember goran hatiye nîşandan. Di 10 salên dawî de, wan hewl da ku me bi zorê çokê bime bidin şikandin. Gelek goristanên li Gabar, Herekol û Garzanê hatine bombebarankirin. Ez bawer nakim ku di dîroka cîhanê de tiştekî wisa qewimîbe. Gelo kuştina kesekî mirî cara duyemîn hatiye bihîstin? Ev tiştekî nebihîstî ye."
 
‘HELWESTEKE DUALÎ HEYE'
 
Dengiz bertek nîşanî nêzîkatiya dewletê ya li hember miriyan da û got: "Em 15-20 roj berê çûn goristana li Cîzîrê û li wir bêrêziyeke mezin hat kirin. Wan hemû malên sersaxiyê yên li wê taxê girtin. Destûr nedan me ku em şînê deynin. Dema ku cenaze hat definkirin êrişî malbata me ya li Cîzîrê kirin. Bêrêziyeke mezin hat kirin. Li gel vê bertekeke mezin çêbû. Wisa dixuye ku du aliyên vê pêvajoyê hene; ew bi awayekî cuda tevdigerin. Gelo ev ji aliyê hikûmetê ve tê kirin, an jî ew bi xwe vê helwestê nîşan didin, em hîn jî bi tevahî fêm nakin. Lê diyar e ku ji bo aştiyê tu aqilekî stratejîk tune. Ew hîn jî gotinên nexweş dikin."
 
Dengiz destnîşan kir ku hemû beşên civakê li Tirkiyeyê di şerê 50 salî de êş kişandine û got: "Me di şerê 30-40 salî de êş kişandiye, wan jî êş kişandiye. Ji ber vê yekê, derd û êşên me wekhev in. Divê em hemû bi hev re, bi hêz barê vê pêvajoyê hilgirin."
 
Dengiz destnîşan kir ku divê dewlet hay ji zimanê xwe hebe û got ku zimanê ku ji hêla rayedarên dewletê û çapemeniyê ve tê bikar anîn zirarê dide pêvajoyê. Dengiz destnîşan kir ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin girîng e û ew ê jî biçin komîsyonê. Dengiz got: "Wekî ku hûn dizanin, Dayikên Aştiyê çûn wir û hewl dan ku bi kurdî biaxivin da ku daxwazên xwe bînin ziman. Lêbelê, wan bi tundî bertek nîşan dan û gotin, 'Hûn nikarin bi kurdî biaxivin.' Di serdema pêş de, em ê daxwazên xwe di komîsyonê de bînin ziman. Malbat hene ku bi salan e li hestiyên zarokên xwe digerin. Em ê daxwaz bikin ku ev hestî werin dîtin. Em ê daxwaz bikin ku ji bo dîtina zarokên malbatên ku serî li banka DNA'yê dane, şandeyek were avakirin. Divê ev şande nûnerên hemû saziyan di nava xwe de bihewîne. Em ê li ser êrişên li ser goristanan jî nîqaş bikin. Em ê li ser mafê veşartinê nîqaş bikin. Em ê daxwaz bikin ku dewlet bi miriyên me re li hev bike. Em bi malbatan re dicivin da ku daxwazên wan zêde bikin.".
 
MA / Fethî Balaman   
 

Sernavên din

08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin - HATE NÛKIRIN
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive