ŞIRNEX - Çalakvanên Bestayê, texrîbata salên dirêj e li herêmê tê kirin di cih de dîtin. Hin welatiyên piştî 35 salan hatin ser erdê xwe, bi hesret û hêrseke mezin nobet girtin.
Ji salên 1990’î heta niha li deverên girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê bi hinceta “ewlehiyê” hatine qedexekirin, xweza tê talankirin. Platforma Saziyên Demokratîk, bi daxwaza bidawîkirina texrîbata zêdetirî 5 sal in bênavber didome, duh çalakî da destpêkirin. Piştî meş û daxuyaniya li navenda bajar, li Herêma Bestayê ji bo rojekê çalakiya nobetê hat lidarxistin.
Çalakî, bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin” hat lidarxistin. Gelek şêniyên bajar ku zêdetirî 35 sal in erdên xwe yên çûyîna wan qedexe bû nedîtibûn, di cih de bûn şahidê talana li herêmê.
Çendek nîşeyên di meş û çalakiya nobetê de derketin pêş wiha ne:
* Piştî salên dirêj, meş û çalakiya nobetê bû çalakiya herî girseyî ya li herêmê.
* Gelek ekolojîstên ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê tev li çalakiyê bûn. Her wiha gelek siyasetmedar jî tev li bûn.
* Piraniya çalakvanan jin û ciwan bûn.
* Çalakvanan, piştî daxuyaniyê berê xwe dan qada nobetê. Li qereqola li Bestayê nasnameyên hemû çalakvanan hatin kontrolkirin.
* Welatiyên gihiştin qada nobetê, dîtin ku bi hezaran dar hatine birîn.
* Hinek jinên çalakvan li ser darên hatine birîn rûniştin û demekî dirêj zêmar gotin.
* Dayika Aştiyê Hasîbe Mengirkaon ku ji Mêrdînê hatibû, talankirina xwezayê şiband xiyaneta Enkîdu ya di Destana Gilgameş de. Xiyaneta di destanê de û êrişên li dijî xwezayê da ber hev.
* Pankarta ku helbesta “Ez li vir im” li ser bû hate hilgirtin ku ev helbest bi taybet jî bi yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Soffî yê di 6’ê Nîsana 2021’ê de jiyana xwe ji dest dabû re tê naskirin. Her wiha ev helbest gelek caran hate xwendin.
* Welatiyên ku demekî dirêj texrîbata li xwezayê nihêrtin, weke karê ewil li herêmê kon vegirtin.
* Xwarinên bi rojan berê ji hêla dayikan ve hatibûn amadekirin, li çalakvanan hatin belavkirin.
* Hejmareke zêde ya qereqol û kalekolan li devera qada nobetê hebûn. Tê zanîn ku ev qereqol û kalekol di salên dawî de hatine çêkirin.
* Çalakvanan, xwe li ber agirê hil kiribûn germ kirin. Govenda ‘azadiyê” ya li dora agir heta serê sibehê domiya.
* Di tevahiya çalakiyê de nîqaşên ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk domiyan. Dayikan, bi komî li ser pêvajoyê û geşedanên di rojevê de nîqaş kirin. Her wiha, dirûşmên “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
* Gelek welatiyên ji salên 1990’ê heta niha ji ber qedexeyan nekarîbûn bihên gundên xwe, cara ewil bi awayekî azad lê wext derbas kirin. Bûn şahidên texrîbata li vir hatiye kirin. Hem xemgîn bûn hem jî hêrs bûn.
* Du welatiyên 80 salî ku hevjîn bûn, bi gopalên xwe tev li nobetê bûn. Armanca tevlibûna çalakiyê jî bi gotina “Em ji bo pêşeroja zarok û neviyên xwe li vir in” vegotin.
* Suleyman Salgucak ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2024’an de bi gotina “Biaxive tu ji ku yî?” tê naskirin jî tev li çalakiyê bû.
* DEM Partî, DBP û TJA’yê ewlehiya çalakvanan parast.
* Dayikek a ku piştî 35 salan hate ser erdê xwe, di tevahiya çalakiyê de şaxa darberûya ku ji erdê xwe hilgirtibû, di destê xwe de gêrand.
* Gelek kes li şûna di konê de razên, ser axê razan. Şêniyên bajar, betaniye û mînderên bi xwe re anîn dan ekolojîstên ji bajarên derveyî bajar hatin.
* Bi sersibehê re çalakvanan li cihê nobetê paqijî kirin.
* Darên ji hêla cerdevanan ve hatin birîn, di kendalê de hatin avêtin û gêrkirin cihên lê hatine birîn.
MA / Dilgeş Ruvanas