NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon hate kirin û 17 kes hatin binçavkirin.
Zextên li dijî şaredariyên CHP’î berdewam in. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de ji bo 20 kesan biryara binçavkirinê hate dayin û ji wan 17 jê hatin binçavkirin. Li hêla din, di çarçoveya operasyonê de li “Kanal V”yê jî qeyûm hate tayînkirin.
Hat zanîn ku di nav kesên der heqê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayin de karsaz û burokratên şaredariyê jî hene.