NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Nepalê li dijî hikûmetê de artêşê bi hinceta “Komên li pey firsendê digerin bûn sedema tundiyê” daket kolanên paytext Katmanduyê.
Di 5’ê Îlonê de li Nepalê 26 platformên medyaya dijîtal hatin qedexekirin. Xwendekarên welat, bi sedema qedexeyê û nelirêtiyên hikûmetê daketin qadan û çalakiyên protestoyî didomin. Serokwezîrê Nepalê KP Sharma Oli îstîfa kir û çalakvanan jî avahiya parlamentoyê şewitandin. Piştî van geşedanan, artêşa Nepalê bi îdiaya “komeke li pey firsendan rê li ber tundiyê vekirin” daket kolanên paytext Katmanduyê û dest bi dewriyeyan kir.
27 KES HATIN GIRTIN
Artêşa Nepalê, ragihand ku li seranserî welat dê qedexeya derketina kolanan heta roja pêncşemê bidome û got kesên tev li bûyerên “tundî û vandalîzmê” bûn bên cezakirin. Artêşê ragihand ku bi hinceta tev li çalakiyên “tundî û talanê” bûne 27 kes hatine girtin û 31 çek jî hatine bidestxistin.
ÎDIAYA KU KOMÊN CUDA TEV LI BÛNE
Li gorî nûçeya BBC'ê, çalakvanan duh daxuyaniyek dan û gotin: “Protestoya ji hêla Nifşê Z’ê ve tên lidarxistin, bi daxwazên zelal ên weke hesabdayîn, şefafî û bidawîkirina nelirêtiyê bû. Tevgera me xwe dispêre bingeheke bêtundî û aştiyane û dê her wisa be.” Hat ragihandin ku ji roja çarşemê ve plansaziya tu çalakiyan nayê kirin.
Artêşa Nepalê jî îdia kir ku “kes û komên anarşîst” tev li çalakiyan bûne û zirar dane malên cemaweriyê.