* Endamê OHD’ê Veysî Eskî diyar kir ku dewlet “Mafê hêviyê” weke amûrekê bi kar tîne û got: “Êdî ji hêla hiqûqî ve em hatine qonaxa dawî.”
* Piştî qetilkirina Jîna Emînî, girtîgeh veguherîn qadên herî bibiryar ên berxwedanê. Tevî îşkence, tecrîd û gefên darvekirinê jî çalakiyên girtiyan didomin. Parêzer Leila Azadeh, got: “Protestoyên ewil di qawîşên girtiyên jin de dest pê kirin.”
* DAIŞ a ku li seranserî cîhanê tirs belav kir, 11 sal berê êrişî Kobanê kir. Bi berxwedana 134 rojan re gelan DAIŞ têk bir û bingeha neteweya demokratîk avêtin.
* Çemê Zirganê û Sûlava Xursê yên li Geliyê Xursê di dîrokê de cara ewil ziwa bûn. Tûtina Xursê ya bi sedsala ye tê çandin, êdî li ber ava sondajê tê avdan.
* Roja ewil a civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku dê lêkolîn bike ka Tirkiyeyê di mijara “Mafê hêviyê” de gav avêtiye yan na, îro dest pê kir.
* Parêzerê OHD’î Veysî Guneş diyar kir ku divê Komîteya Wezîran divê biryara xwe ya têkildarî “mafê hêviyê” ku di civîna din de dabû cîbicî bike û got: “Heke hûn bixwazin Tirkiye demokratîk bibe, wê demê hûn nikarin jirêzê nêzî lîderê vê têkoşînê bibin.”
* Ekolojîst Cemîle Kaçar ku Çiyayên Kazê li Bestayê tev li çalakiya li dijî talankirina xwezayê bû, got: “Em bi hev re dê xwezayê azad bikin.”
* Rojên Çand û Hunerê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê hatiye destpêkirin dê di roja 3’yan de bidome. (12.00-20.00)
* HDK, DEM Partî, TJA û Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo biryara “Mafê hêviyê” ya DMME’yê di sala 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan dabû were cibîcîkirin, dê li Qada Şîşhaneyê ya li navçeya Beyoglûyê daxuyaniyê bidin. (14.00) ZINDÎ
* Li gelek bajaran dê têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî bên dayin. (14.00-18.00)