Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ku dûrî çareseriya demokratîk disekine, hewl dide li Sûriyeyê bi destê HTŞ û êşîran li dijî Kurdan şer derxîne. Tirkiye ku Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Kobanê xistiye hedefa xwe, xebatên xwe yên îstîxbarî kûr dike.  

 
Tevî gavên aliyê Kurd di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demkratîk de av^tin jî heta niha zemîneke siyasî û hiqûqî ji hêla dewlet û îktîdarê ve nehatiye avakirin. PKK’ê, di kongreya 12’an de biryara fesixkirinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Lêbelê ji bo cîbicîkirina biryarên kongreyê heta niha tu şert nehatine avakirin. Tirkiye ku gavên şênber naavêje, li hêla din statuya Kurdan a li dijî tarîtiya DAIŞ’ê bi dest xistî hedef digire. Di serî de Serokkomar Erdogan, AKP’î gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. 
 
Tirkiye ku di xeta li ser Hindistan, Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl û Yewnanistanê û di “jinûveavakirina” Sûriyeyê de tu par jê re nehate veqetandin, tevahiya xebatên xwe yên dîplomasî û îstîxbaratê ji bo astengkirina statuya Kurdan xerc dike û bi destê rêveberiya Şamê ya di bin kontrola xwe de hewl dide hebûna xwe ya li qadê bidomîne. Bi hevdîtinên yekser yan jî neyekser ên bi şandeyên DYA, Ingilistan û Erebistana Siûdî yên li Şamê dimînin re hewl dide pêşiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire û qet nebe Dêrazor, Reqa û Tebqayê ku ji hêla petrol, gaz û avê ve cihên dewlemend in ji bin kontrola Kurdan derxîne. 
 
ZEMÎNA ÊRIŞAN TÊ AMADEKIRIN 
 
MÎT jî di serî de noqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li nêzî xetên eniyan noqteyên çavdêriyê, noqteyên êrişan û noqteyên muhîmatê çêdike û der heqê Kobanê, Eyn Îsa, Derhafir û Hesekê agahiyan kom dike. Di heman demê de tê gotin ku li Dêrazor û Hesekê “sîxûran” bicih dike. Li hêla din bi destê hucreyên DAIŞ’ê yên li van herêman re li dijî kesayetên nêzî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan dide kirin. Tenê bi vê jî bisînor namîne, di heman demê de li herêmên Rêveberiya Xweser bi destê komên hucreyan li gelek qadan û herêman “fealiyetan” plan dike. Di hinek hevdîtinan de hewl dide eşîran li dijî Rêveberiya Xweser sor bike. 
 
Balkêş e ku di vê pêvajoyê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê liv û tevgereke keşfa leşkerî ya zêde heye. Ber bi Heleb, Dêrazor, Tişrîn, Girê Spî ve sewqiyat tê kirin. Ji endamên eşîrên li herêma Dêrazorê yên li dijî Rêveberiya Xweser hatine sorkirin, çek tên peydakirin. 
 
LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HESABÊN KÛR 
 
Li hêla din, li Efrînê ku ji sala 2018’an heta niha di bin dagirkeriyê de ye jî 10 noqteyên leşkerên Tirk lê diman hatin valakirin. Tê gotin ku çekên giran li aliyê din ê sînor ê Tirkiyeyê hatin bicihakirin. Her çend hatibe îdiakirin ku ev herêmên hatine valakirin dê radestî Şamê bên kirin jî, tê gotin ku armanca ji vê ew e ku bajar bixij bin koorîndeya xebatkarên MÎT’ê yên bi unîformayên HTŞ’ê. Lêbelê krîza li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de her ku diçe kûr dibe. Bi taybet jî li herêmên weke Minbicê û derdora wê bûyerên kuştin, talankirin, koçberkirin û teqînan roj bi roj zêde dibin. Ev rewş jî pevçûnên di navbera HTŞ û hinek eşîrênl li herêma Holê de zêde dike. 
 
Agahiyeke din jî ew e ku HTŞ ji bo li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriyê de veke, amadekariyan dike. Bi vê mebestê jî navên hinek saziyan hatine guherandin, hinek navend hatine rakirin û girêdayî hinek saziyan hatine kirin. Tê gotin ku nûnerekî HTŞ’ê yê girêdayî Wezareta Karên Hundir jî hatiye bajar û ji komên girêdayî HTŞ’ê xwestiye ku têkiliyên xwe yên bi xelkê herêmê re baş bikin û ferman da ku bikişînin nav refên HTŞ’ê. 
 
ÊRIŞÊN PLANKIRÎ NE
 
Liv û tevgera li Babê jî balê dikişîne. Hat zanîn ku Tirkiyeyê bi HTŞ’ê re hevkarî kiriye û li ser deriyê Bab el-Havayê çek û muhîmat veguhestiye Humsê, ev li fakûlteya leşkerî bicih kiriye û li herêman belav kiriye. Li gorî agahiyan, di demên dawî de gelek teqwiye ji tumenên 66’emîn û 86’emîn ên bajarê Humsê re hatine şandin. Liv û tevgera van her du tumenan a li eniya Dêrazorê û Reqayê jî zêde bûye. Tê xwestin ku bi destê eşîran li van herêman zemîna pevçûnan were amadekirin. Tê gotin ku di vê çarçoveyê de, ji bo planên êrişan pêşkeşî odeyên çalakiyan ên eşîran re bên kirin û ji bo diyarkirina hedefan, bi wan re civînên rêk û pêk tên kirin. Bi van planan jî tê xwestin ji herêma Dêrazor û Derhafirê heta Bendava Tişrînê êrişeke bejahî bidin destpêkirin. Wisa tê texmînkirin ku êrişên di demên dawî de yên komên girêdayî hikûmeta navendî yên li dijî Tişrînê jî parçeyeke vê planê ye. 
 
Komên girêdayî hikûmeta navendî yên weke Ehrar el Şerqiye û Lîva Tevhîdê, di bin navê “ewlehiyê” de li dijî HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operayonan kirin. Tê gotin ku amadekarî jî ji hêla hucreyên li herêmê yên piştgiriyê didin wan û bi rêya DAIŞ’ê tê kirin. Weke destpêk jî tê xwestin Reqa û Kobanê hedef bên girtin. 
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

08/10/2025
22:41 Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê hatin dayîn
20:09 Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
19:50 MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
17:51 Jinên ji meşê vegeriyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
17:00 Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
16:25 Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê
15:46 Talankirina xwezayê li Amedê hate protestokirin
15:28 DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
15:27 Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
14:52 Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir