Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin

  • jin
  • 12:09 6 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama KJK’ê Çîgdem Dogû, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û wiha bal kişand ser girîngiya komunan: “Cihê ku ev komunbûn veguheriye îradeya jin û civakê ew cih e ku ew xencer ji pişta jinê hatiye derxistin.” 

 
Endama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Çîgdem Dogû bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji rojnameya Yenî Yaşamê re nirxand. Çîgdem Dogû, diyar kir ku dûrxistina jinan a ji jiyana komunal tê wateya mirina civakîbûnê û got: “Jin tê wateya civakê. Jin tê wateya jiyanê.”
 
‘GIRÎNG E JIN BI RENGÊ KOMUNAL BIJÎN’
 
Bi domdarî Çîgdem Dogûyê ev tişt anî ziman: “Li cihê ku civak miribe dengê jinê hatiye birîn. Bi rêbaza Rêbertiuê rêxistiniyên jinê yên xweser hatin avakirin, têkoşîna civakî hate meşandin, têkoşîna sosyalîzmê hate meşandin, têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurd hate meşandin, ji bo vê jî rêxistiniya xweser a jinê hate afirandin û vê yekê diyalektîka jinê û civakê bi rengekî bêhempa derxiste holê. Ji ber ku ya civakîbûnê dikuje mejiyê bi serweriya mêr e."
 
Di berdewamê de Çîgdem Dogûyê anî ziman ku ew rêxistiniya bi şêweyê xweser weke nirxekî gelekî hêja dibîne û wiha pê de çû: “Em jî xwedî rêxistiniyekê ne û ew jî weke odeyeke xwe ye. Gelekî girîng e ku jin bi rengê komunal, xweser bi hev re bijîn.”
 
‘DIVÊ JIN HEVPEYMANA XWE BIAFIRÎNIN’
 
Çîgdem Dogûyê bi lêv kir ku li cihê ku Peymana Stenbolê hatiye betalkirin weke tevgerên jinê divê ew hevpeymana xwe biafirînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peymana wê careke din jin neyê kuştin; peymana wê careke din zarokên me neyên kuştin. Heke tu ne xwedî şêweyekî hevkarî û rêxistiniyê be, li vir refleks jî nayê nîşandan. Li pêşberî te dewlet û tundiya polîsan heye. Faşîzmeke gelekî giran bi serê me ve hat û hîn jî tê. Li hemberî vê yekê têkoşîneke gelekî xurt nekarî bê meşandin. Çima? Ji ber ku ne xwedî rêxistiniyeke xurt bû, rojev nekarî bê afirandin."
 
RÊXISTINIYEKE ÇAWA?
 
Çîgdem Dogûyê bal kişand ser girîngiya rêxistiniyê û got: “Mebesta ji rêxistiniyê ne rêxistiniyeke ji rêzê ye, şêweyê rêxistiniyeke xweser e... Em vê yekê ji bo hemû tevgerên sosyalîst, tevgerên anarşîst nîqaş dikin. Bi rêxistiniyeke civakî ya sivîl a klasîk gelo sîstemeke serweriya mêr a mezin dikare ji holê bê rakirin? Em dikarin wê avanî û rêxistiniyê biguherînin ku her roj dikuje, destdirêjiyê dike, îradeyê dişikîne? Na. Wê demê divê şêweyekî rêxistinî yê komunal hebe."
 
‘RÊXISTINIYA JINÊ YA XWESER ŞERT E’
 
Çîgdem Dogû destnîşan kir ku KJK sîstemeke jinê ya konfederal e û bi bîr xist ku ev sîstem bi komunan, meclisên jinan û akademiyên jinan ava bûye. Çîgdem Dogûyê, got: “Em bi stratejiya avakirina xweparastina jinê ya li nava civakê tevdigerin û bi vî rengî di nava rêxistiniyê de ne."
 
Çîgdem Dogûyê got: “Di pêvajoya nû de yek ji xalên bingehîn ên ku Rêbertî bi rexnekirin, rexnedayin û veguherînê qalê dike ev e û ev yek xwe dispêre komunbûnê. Cihê ku ev komunbûn veguheriye îradeya jin û civakê ew cih e ku ew xencer ji pişta jinê hatiye derxistin.”

Sernavên din

22:41 Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê hatin dayîn
20:09 Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
19:50 MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
17:51 Jinên ji meşê vegeriyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
17:00 Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
16:25 Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê
15:46 Talankirina xwezayê li Amedê hate protestokirin
15:28 DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
15:27 Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
14:52 Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir