* Ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê Nurten Uzumcu ku ji bo mîtînga Êlihê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga beşdarbûnê kir, got: "Mîtîng ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe, berpirsiyariyeke dîrokî hildigire."
* Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê amadekariya xebatên ku ciwanan li dijî tiryakê serwext bike dike.
* Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ev zêdetirî mehekê ye li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinên malbatê nayên kirin û gotinên Devlet Bahçelî bi bîr xist û got: "Divê ew divêtiyên tiştên ku gotine bi cîh bînin."
* Li Zozana Hesendînê ku bêyî rapora ÇED'ê hebe tê talankirin û ligel vê bang hat kirin ku bêhiqûqîtiya tê kirin di danişîna doza ku hatiye vekirin de bi dawî bibe.
* Nûnerên DEM Partî, TJA, DBP, DÎAYDER û MATUHAYDER'ê bang li gel kirin ku beşdarî meşa 9'ê Cotmehê bibin û gotin: "Ji bo avakirina demokrasî û aştiyê li Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd, divê birêz Ocalan azad be."
* Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar ji bo mitînga di 9'ê Cotmehê de banga tevlibûnê kir û got: "Ji bo demokrasî, avakirina aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê divê birêz Ocalan azad bibe."
* Metîn Yaşa ku di dema komploya li dijî Abdullah Ocalan de di girtîgehê de bû û piştî 30 salan hate berdan, got: "Heta ku Serok di girtîgehê de be dê tecrîd bidome. Divê komîsyon lê guhdarî bike. Çareserî li ba wî ye."
* Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî mitînga ku dê ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê were lidarxistin bang kirin û xwestin her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tev li meşê bibe.
* Di civîna 14'an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de dê li weqf û komeleyan were guhdarîkirin. (11.00)
* Rêxistinên ekolojiyê û sazî dê têkildarî talankirina xwezayê ya li Pasûrê li Xaçerêya Otogarê daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'a Dêrsimê dê li dijî projeyên madenan, înşaetên HES'ê û texrîbkirina daristanan daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê ku MKG îsal cara ewil e li dar dixe, dê li Navenda Kongreyan a Çand Amedê toren bê lidarxistin. (19.00)