AMED - Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî mitînga ku dê ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê were lidarxistin bang kirin û xwestin her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tev li meşê bibe.
Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kiribû, dê li Amedê bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” meşê li dar bixe. Meş, dê di 9’ê Cotmehê roja înê saet di 16.30’ê de li Qada Şêx Seîd dest pê bike û heta Balikçilarbaşiyê bidome. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Ahmet Dogan û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Abbas Şahîn diyar kirin ku komplo bi ser neketiye.
Ahmet Dogan, diyar kir ku bi komployê re dihat armanckirin ku gelê Kurd were tunekirin û got: “Pergala kapîtalîst, di çarçoveya armanca dîzaynkirina Rojhilata Navîn de li dijî birêz Ocalan komplo kir. Birêz Ocalan ev 26 sal in di tecrîdê de ye û ev komplo vala derxist. Dema îro em li Rojhilata Navîn dinêrin, dibînin ku xelasiya gelan di paradîgmaya birêz Ocalan de ye. Em li dora vê paradîgmayê bibin yek û têkoşînê mezin bikin. Bi tevlibûneke xurt a meşê re em bersivê bidin vê komployê. Bi beşdariya ciwan, jin, pîr û kalan divê hemû Kurd tev li meşê bibe û komployê protesto bikin. Tevlibûneke xurt hem dê tecrîdê bişikîne hem jî ji bo azadiya birêz Ocalan girîng e. Em banga tevlibûnê li tevahiya gelê xwe dikin.”
BAL KIŞAND SER KOMARA DEMOKRATÎK
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî got: “Armanca komploya 9’ê Cotmehê ew bû ku modernîteya kapîtalîst dixwest hebûna xwe bidomîne. Lêbelê birêz Ocalan di van 26 salan de tevî tecrîdê jî hîn xurtir derket. Armanca tecrîdê ew e ku têkiliya di navbera birêz Ocalan û gel de qut bike. Lêbelê têkiliya di navbera birêz Ocalan û gelê Kurd de hêj xurtir bû. Di demeke ku civak bi zîhniyeta netewe dewletê jehrî bûyî de birêz Ocalan pêvajoyeke ku gel bikarin bi hev re bijîn da destpêkirin. Di pêvajoya ji bo avakirina Komara Demokratîk hatiye destpêkirin de gelê Kurd bibiryar e û tiştên pêwîst dike. Rêya jiyaneke demokratîk û azad, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em banga tevlibûna meşê li tevahiya gelê xwe dikin.”