NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê HSD’ê Zuhêr Efrîn, diyar kir ku girêdayî peymanê agirbestê ne lê hêzên Hikûmeta Demkî peymana agirbestê binpê dikin.
Fermandarê HSD'ê yê li eniyên Dêr Hafirê, Zuhêr Efrîn diyar kir ku hêzên wan niha li xeta pêş ên bakurê gundê Resm El Felahê bicî bûne ku ev dever xeta di navbera HSD'ê û hêzên Hikûmeta Demkî de ne.
Femandarê HSD’ê Zuhêr Efrîn têkildarî mijarê ji ANHA'yê re û da zanîn ku HSD amade ye ku her binpêkirinekê yan jî hewldaneke nû ya ketina nav axa herêmê têk bibe û diyar kir ku şervanên HSD’ê ji bo parastina jiyana sivîlan û aramiya herêmê rasterast bersivê êrişan didin.
Efrîn, hemû îdiayên ji hêla medyaya Hikûmeta Demkî û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ve tên kirin ku dibêjin "HSD'ê dest bi êrişan kiriye" red kir û got: "Ew gotin ne rast in. Em li gorî peymanên agirbestê yên bi Hikûmeta Demkî re tevdigerin. Binpêkirin ji aliyê wan ve dest pê kir û êrişî sivîlan kirin. Em li vir in ku herêmê biparêzin û em ê nehêlin derewên wan belav bibin."
Der barê şerê medyayê yê ku li kêleka êrişan tê kirin, Efrîn diyar kir ku hêzên Hikûmeta Demkî li Sûriyeyê bi rêya ragihandinê gotegotan belav dikin û wêneyan çêdikin. Efrîn, wiha pê de çû: "Wan bi derewan çend caran gotin ku bajarê Dêr Hafirê kontrol kirine, tiştên tên weşandin beşek ji şerê medyayî ye."
Zuhêr Efrîn, da zanîn ku hemû şervanên HSD'ê li eniyên Dêr Hafirê ji pêkhate û mezhebên cuda yên herêmê ne, di nav de Ereb, Kurd, Elewî, Durzî û endamên eşîran hene. Efrîn, got: "Em soz didin gelê xwe li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê ku em ê bi soza xwe ve girêdayî bimînin û em ê vê axê bi hemû derfetên xwe ve biparêzin. Ew komên çekdar dê ji vir derbas nebin."