ENQERE - Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, bi boneya salvegera 10’emîn a komkujiyê rapora xwe aşkera kirin.
Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê, bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê, li Yekitiya Mulkiyeyiyan daxuyanî da. Di civînê de rapora “Ji komkujiyê heta niha: Di lêgerîna edaletê de 10 sal - Di sala 10’emîn de Doza Kokujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê” a ji hêla Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê ve hatiye amadekirin û rapora “Ji komkujiyê heta niha: Di lêgerîna edaletê de 10 sal - Bi destê darazê komkujiya hiqûqê - Dorpêça darazê ya li ser kesên li edaletê digerin” a Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hatin xwendin.
HESABÊ 10’Ê COTMEHÊ HÊJ NEHATIYE PIRSÎN
Di rapora ewil de hate gotin ku lêpirsîna têkildarî komkujiyê 8 mehan di bin navê biryara “nepeniyê (sînorkirin)” hatiye meşandin, delîl hatine veşartin, lêkolîna cihê bûyerê bi awayekî derusûlî hatiye kirin û delîl hatine “paqijkirin.”
Bi domdarî hate gotin ku beriya komkujiyê agahiyekî îstîxbarî ya “DAIŞ dê li Tirkiyeyê çalakiyeke mezi li dar bixe” ji Emniyeta Enqereyê re hatiye kirin lê ev agahî hatiye paşguhkirin. Hat destnîşankirin ku di 10’ê Cotmehê de tenê 76 polîs li qadê bûn û li pêşiya Garê tu lêgerîn nehatine kirin. Di berdewamê de wiha hate gotin: “Sê hefte beriya mitîngê, di ‘Mitînga xwişk-biratiyê a li dijî terorê’ de ku hikûmetê piştgirî dida de 4 hezar polîs hatine peywirdarkirin. Di mitînga 10’ê Cotmehê de ev hejmar nîviye zêdetir daxistin.”
‘DARAZA ÎDARÎ ÇALAKÎ PARAST’
Di rapora Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê de jî hate gotin ku tevî delîlên şênber ên qisûra xizmetê ya îdareyê nîşan didin derketibûn holê jî dadgehê ev îdia paşguh kiriye, bi nêzikatiya “dewlet bêqisûr e” biryara xwe daye û tenê 12’emîn Dadgeha Îdare ya Enqereyê gotiye ku îdare biqisûr e. Bi domdarî hate gotin ku ev biryar jî ji hêla dadgeha jor ve hatiye rakirin û hemû biryar hatine “yektîpkirin”, Dadgeha Kargerî ya Bilind daneyên Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Enqereyê esas girtiye, îxbarên di rapora Mifetîşên Mulkiyeyê de paşguh kiriye û bikaranîna gazên kîmyewî jî di nav de binpêkirinên di mudaxileya piştî bûyerê de nehatine lêkolînkirin. Di berdewamê de hate gotin ku DMME’yê di sala 2024’an de biryara “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” daye û wiha hate gotin: “Kesên di lêgerîna edaletê de bi çoyê darazê cara duyemîn hatine cezakirin.”
Endama komîsyonê Îlke Işik jî got ku ew dixwazin berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.
'TÊKOŞÎNA 10 SAL IN DIDOME’
Endama komîsyonê Gulşah Kaya jî bi bîr xist ku doz ev 10 sal in didome û bi destê darazê doz hatiye tevlihevkirin. Gulşah Kayayê ji bo danişîna dozê ku dê di 23’yê Kanûnê de were lidarxistin jî banga tevlibûnê kir.
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik jî rapora ku rewşa mexdûran raber dike xwend. Kocabiyik, got ku komkujî hêj didome û ev tişt anî ziman: “Komkujî bi agahiya dewletê, bi rêdayina hinek saziyên dewletê û bi piştevaniya bi DAIŞ’ê re hatiye kirin.”
‘HIQÛQA KOMKUJIYÊ’
Sevînç Hocaogûllari jî rapora ku pevajoya tazmînatê ya mexdûran vedibêje aşkera kir û pêvajo weke “hiqûqa komkujiyê ya bi destê daraza îdarî” nirxand. Sevînç Hocaogûllari, got: “Tenê yek polîsê li qadê gaz avêtî nehate darizandin û dewletê got ‘ez bêqisûr im.’ Daraza îdarî jî bi heman rengî tevgeriya. Ji destpêkê ve gotin ‘dewlet bêqisûr e.’”