ÊLIH – Endamên Komîteya Amedakar a Mitînga Civaka Demokratîk û Azadiyê diyar kirin ku amedekariyên mitîngê xilas bûne û ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan banga tevlibûnê kirin.
Ji bo Mitînga Civaka Demoratîk û Azadiyê ya kubi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, dê li Êlihê di 12’yê Cotmehê (sibe) bê lidarxistin, xebatên vexwendina welatiyan ji bo mitîngê didomin. Endamên Komîteya Amedekar a Mitîngê Semra Guneş û Mehmet Acar, ji bo tevlibûnê bang kirin.
Semra Guneşê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û giringiya mitîngê. Semra Guneşê, diyar kir ku bi yek dengî ve dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, azadiya girtiyên siyasî, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafê azadî û demokrasiyê bikin û ev tişt got: “Ji ber vê yekê ev mitîn ne tenê ji bo Êlihê herwiha ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng e. Ji ber vê yekê em bang dikin ku jin bi dengê xwe yê bilind û ciwan bi hêviyên xwe ve xwedî li mitîngê dikin. Werin em aştiya birûmet pêk bînin.”
‘AMEDEKARÎ XILAS BÛN’
Semra Guneşê, rave kir ku xebatên amedekariya mitînga ku dê saet di 12.00’an de li Dortyolê bê lidarxistin xilas bûne û bibîr xist ku dê Hevaseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka Kongereya Demokratîk (HDK) Meral Daniş Beştaşê beşdar bin û hunermend Xêro Abbasê konser bide. Semra Guneşê, banga tevlibûnê kîr û di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em ê li Êlihê mitîngeke dîrokî li dar bixin û em ê di vê pêvajoyê de bi berpirsiyariya xwe ve rabin.”
‘MITÎNGÊ JI BO PERGALÊ BIBE BERSIV’
Mehmet Acar, bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û geşedanên Tirkiyeyê û diyar kir ku ev mitîng ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, azadiya girtiyên siyasî girîng e û got: “Ev mitîng dê ji bo dewlet û pergalê bibe bersiv. Ji ber vê yekê em dixwazin ku sibe her kes beşdar bibin. Em vê qadê dagirin û em ji bo gavavêtinê peyameke xurt bidin Tirkiyeyê.”