Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin

  • ciwan
  • 16:34 15 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - AGD’ê di civîna komîsyonê de daneyên anketa bi ciwanan re kirî parvekir û got ku ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin. 

 
Komeleya Ciwanan a Anatoliyayê (AGD) di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê de axivî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandinên girîng kir. Endamê komeleyê Salih Turhan, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji “fêmkirina ciwanan” derbas dibe û anî ziman ku bi vê boneyê li bajarên Kurdistanê bi 2 hezar ciwanan re anketek kirine. Turhan, anî ziman ku ji sedî 43’yê ciwanan xwe bi nasnameya xwe ya etnîkî pênase dikin, ji sedî 11 bi nasnameya neteweyî û yên din jî xwe bi nasnameya xwe ya olî pênase dikin. 
 
‘PIRSGIRÊK NE PIRSGIRÊKA EWLEHIYÊ YE’  
 
Bi domdarî Turhan destnîşan kir ku wan ji wan pirsiye ka pirsgirêka Kurd çawa fêm dikin û wiha pê de çû: “Nîviya ciwanên me weke pirsgirêk dibînin. Dibêjin ku pirsgirêk bi rastiyê, bi hevrûbûnê dikare were çareserkirin. Em vê meseleyê ne weke pirsgirêk lê weke meseleyeke xwişk-biratiyê ya ku divê were çareserkirin dibînin. Encameke din a derketiye holê jî ew e ku ciwan dibêjin pirsgirêk ne tenê pirsgirêka ewlehiyê ye û divê li ser zemîna edalet, azadî û wekheviyê bê çareserkirin. Ciwanên me dibêjin ku pêşwazîkirina van daxwazan tenê bi çareseriyeke navendî ya jêr dikare were çareserkirin.” 
 
‘CIWAN PEYMANEKE CIVAKÎ DIXWAZIN’   
 
Di berdewamê de Turhan destnîşan kir ku ciwan piştgiriyê didin pêvajoyê lêbelê fikarên wan hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bendewariya civakê, pêvajoyeke jidil, li ser bingeha bwaeriyê û hevhelalkirinê ye. Di vê anketê de ji sedî 28.5’ê ciwanan dibêjin hêviya wan ji pêvajoyê heye, ji sedî 11 dibêjin bêbiryar in, ji sedî 26 dibêjin baweriya wan bi pêvajoyê nayê, ji sedî 8.4 dibêjin ew jê bawerin, ji sedî 25.4 jî dibêjin rêzê ji bo digirin. Ev yek radixe ber çavan ku meseleya Kurd ne tenê di rojeva siyasetê de lê di rojeva wijdana civakê jî de ye. Daneyên hatine ber destê me nîşan didin ku ciwan dixwazin pirsgirêk ne bi rêya çek, şer û ferzkirina nasnameyê lê di çarçoveya edaletê û peymaneke civakî de were çareserkirin.” 
 
‘JI SEDÎ 82’YÊ CIWANAN KURDÎ DIXWAZIN’  
 
Bi domdarî Turhan, da zanîn ku wan ji ciwanan pirsiye bê ka Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û di qada weşangerî û çandî de jê re derfet bên dayin an na û ev wiha pê de çû: “Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin ku Kurdî hîn bêhtir di qada cemaweriyê de cih bigire. Ziman, amûra herî xurt a nasnameyê ye. Feraset û firsenda di vê mijarê de tê nîşandan, dê sûda herî mezin bide aştiya civakî. Ez dixwazim bibêjim ku em piştgiriyê didin pêvajoyeke jidil û şefaf a xwişk-biratiyê. Ya yekemîn, mafê jiyanê, ya duyemîn parastina nîjad, namûsê, mafê milk, parastina aqil û mafê jiyîna baweriyê ye. Ev her pênc mafên sereke ji kîjan bawerî, nîjad, mezheb û rengê dibe bila bibe mafên mirovan ên bingehîn in. Parastina van mafan, pêwîstiyeke edaletê ye ku divê di her şert û mercan de were parastin. Ji kîjan bawerî, nîjad û mezhebê dibe bila bibe, nabe ku mafên mirovan ên sereke yên her welatiyekî me bibe mijara bazariyê û divê bên naskirin. Hewceye astengiyên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê bikaranîna zimanê dayikê bên rakirin û ev maf di destûra bingehîn de bên misogerkirin.” 
 
Turhan, bi domdarî got: “Hewceye pirsgirêka Kurd bi rêya hiqûqê were çareserkirin. Divê astengiyên li pêşiya civakê bên rakirin û ji kîjan qada siyasî dibe bila bibe bikarin nûnertiya xwe bikin.” 
 
‘CIWANÊN KURD RASTÎ CIHÊKARIYÊ TÊN’   
 
Endamê Komeleya Avakerên Aştiyê yên Ciwan Baran Yalçinkaya jî da zanîn ku siyaseta cihêkar û dabeşkariyê bandoreke mezin li ser civakê dike û zirareke mezin dide hemû qadên jiyanê. Yalçinkaya, got: “Di lêkolîneke ciwanan a demekî nêz beriya niha hatiye kirin de zêdetirî ji sedî 50’ê ciwanan gotin ku ji alîgirên partiyên din ên siyasî û ji hevaltiya bi wan re aciz nînin. Di xebateke din de jî tê gotin ku ji sedî 72’êyê ciwanên Kurd di nava jiyana rojane de gelek caran rastî cihêkariyê tên. Di rewşeke wiha de ciwanên Kurd jî li dora nasnameya xwe xwe birêxistin dikin. Dema mirov konjoktura heyî dide ber çavan, ev daneye dê baştir bên fêmkirin. Di sala 2013’an de tevî kêmasiyên xwe jî li Tirkiyeyê pêvajoyek hebû û nîşan da ku pêkvejiyanek mimkûn e.” 
 
‘DIVÊ PEVÇÛN BI DAWÎ BIBIN’  
 
Yalçinkaya, axaftina xwe wiha domand: “Daxwaza ciwanên Kurd, hemwelatiya wekhev û miameleya wekhev e. Ciwanên Kurd daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dikin. Di komîsyonê de destûra axaftina bi Kurdî nedan dayikekê û vê jî bandoreke mezin li ser civakê kir. Hewceye komîsyon, refleksên Tirkiyeya berê nîşan nede. Êdî ciwan dixwazin pevçûn bi dawî bibin û di vê mijarê de bendewariyên wan ji komîsyonê hene.”
 
‘JI ÎKTÎDARÊ GAVÊN ŞÊNBER TÊN XWESTIN’   
 
Ji endamên Komeleya Avakerên Aştiyê ya Ciwan Rona Şenol jî got: “Ciwan li bendê ne ku komîsyon gavên şênber biavêje. Di qonaxa heyî de civak dixwaze îktîdar gavên şênber biavêje. Heta ku ev gav neyên avêtin jî dê piştgiriya civakê xurt nebe. Heta siyaset înîsiyatîfê bi kar neyîne dê gel bi awayekî çalak xwedî li pêvajoyê dernekeve û dê pêvajo bi demê re vemîne. Her cara ku rêveberiya CHP’ê ji bo pêvajoyê gaveke erênî diavêje, gotina hinek medyayên muxalîf hêj tundtir dibe. Ev jî bêbaweriyê di nava civakê de çêdike.” 
 
Civîna komîsyonê didome.     
 

Sernavên din

18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
16:03 Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye