Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin

  • rojane
  • 11:18 31 Cotmeh 2025
  • |
img
QENDÎL - Ji gerîlayên HPG’ê Çeko Ayhan ku di koma gerîla ya vekişiyayîbû de cih digirt, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û misogerkirina mafên zagonî yên gelê Kurd kir. Ayhan, got: “Em dixwazin li ser zemîneke azad siyaseta demokratîk bikin.” 
 
Di 26’ê Cotmehê de, li Qendîlê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gaveke dîrokî hate avêtin. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi vekişandina gerîlayên HPG û YJA Starê ji Tirkiyeyê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve kirine. Her wiha 8 jê jin bi giştî 25 gerîlayên ji herêmên cuda vekişîbûn jî tev li daxuyaniya li Qendîlê bûn. 
 
Gerîlayê HPG’ê Çeko Ayhan ku di nava koma vekişiyayî de cih digirt. Ayhan, di sala 2011’an de ji rojhilatê Kurdistanê tev li refên PKK’ê bûye, di sala 2020’ê de derbasî Agiriyê bû û li Gilîdaxê ji milê xwe birîndar bûye.  
Me jî çîroka Çeko Ayhan mereq kir û li cihekî nêzî qada torenê me pê re hevpeyvîn kir. Li qadê, liv û tevgera balafirên bêmirov hebû. Ayhan, diyar kir ku ji ber qebûlnekirina hebûna gel Kurd tev li refên PKK’ê bûye. 
 
Em sedema tevlibûna we ya refên PKK’ê mereq dikin. Çi bû sedem ku hûn tev li têkoşîna çekdarî bûn? 
 
Li erdnîgariya Kurdistanê, li Rojhilata Navîn hebûna gelê Kurd nedihat qebûlkirin. Min jî wekî ciwanekî Kurd ev rewş qebûl nedikir. Ji ber ku weke Kurdekî min nedikarî bi zimanê xwe biaxivim ne jî perwerde bibim. An perwerdeya bi Farisî didan an jî bi Erebî. Lewma ji bo gihîştina armanca xwe, tekane rê PKK bû. Cihê ku mirov îradeya xwe tê de didît, PKK bû. Ji ber vê sedemê jî tev li PKK’ê bûm. Em tev li Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) bûn. Ji ber ku fikrên Rêber Apo, tevahiya Kurdistaniyan temsîl dike. Çiqasî bawerî hebin, tevek jî xwe di van fikran de dibînin. Ji ber ku Rêber Apo tenê behsa Kurdan nake. Ji ber vê sedemê jî tev li tevgera azadiyê bûm. 
 
Di çarçoveya pêvajoyê de gaveke nû ya dîrokî hate avêtin. Gelo tişta bi we ev gav daye avêtin çi bû? 
 
Di vê pêvajoyê de bangên Rêber Apo çêbûn. Li Rojhilata Navîn geşedanên girîng rû dan. Rêber Apo jî di çarçoveya van geşedanan de hemleyeke mezin da destpêkirin. Hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn hemleyeke mezin da destpêkirin. Di esasê xwe de Rêber Apo, di salên 1990’î de dixwest pirsgirêka Kurd ne bi rêya çekan lê bi rêya siyasetê çareser bike. Lêbelê aliyê din xwe nedida ber vê. Derdorên rantxwir, ji bo pirsgirêka Kurd çareser nebe û şerê Kurd-Tirkan bidome, di dewrê de bûn. Rêber Apo, di sala 2025’an de jî ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîna siyasî çareser bike, zemîneke nû dît. Di 27’ê Sibatê de bi biryara fexiskirinê ya PKK’ê, bi berdana têkoşîna çekdarî re pêvajoyeke nû dest pê kir. Weke HPG’ê, me jî xwe ji cihên xetereya pevçûnê heye vekişand. Bi banga Rêber Apo re me dest bi vekişînê kir. 
 
Di serdemeke ku operasyon didomin de hûn bi birîndarî vekişiyan. Gelo di vê pêvajoyê de tu pevçûn rû dan, hûn bi kîjan zehmetiyan rû bi rû man? 
 
Heke banga Rêber Apo nebûya, dê vekişîn jî çênebûya. Dibe ku ez destê xwe jî winda bikim, dibe ku jiyana xwe jî ji dest bidim, ev ji bo min qet girîng nîne. Ji bo min tekane tişta girîng, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bêguman êşê dikişînî, ji ber ku birîndarî. Lêbelê ev li pêşiya têkoşînê astengî nîne. Dilsoziya bi Rêber Apo re, vê astengiyê ji holê radike. 
 
Heke banga Rêber Apo nebûya, dê vekişîn jî çênebûya. Di dema vekişînê de hinek zehmetî hebûn. Derdorên rantxwir ji bo valaderxistina pêvajoyê dixwestin pevçûnek rû bide. 
 
Di dema vekişînê de hinek zehmetî hebûn. Operasyon didomiyan. Ji bo ku ev pêvajo neyê sabotekirin, ji bo têkoşîna Rêber Apo vala dernekeve, me jî hemû xetere dan ber çavan. Ji bo rîska pevçûnan çênebe, me her tişt da ber çavan. Hinek derdorên rantxwir û yên xwîna Kurdan dimijin, ji bo valaderxistina pêvajoyê dixwestin pevçûnek derkeve. 
 
Di demên berê de jî pêvajoyên vekişînê çêbûn. Lêbelê bi ser neketin. Gelo tiştên vê pêvajoyê ji pêvajoyên din cuda dike çi ye? 
 
Her cara bi Rêber Apo re hevdîtin hatin kirin hinek vekişîn çêbûn, hinek pêvajo dest pê kirin. Lêbelê ev pêvajo ji pêvajoyên din hinek cudatir bû. Em di vê pêvajoyê de pir bi îdia ne. Rêber Apo gelek bi îdia ye. Bi fexiskirina PKK’ê, bi bidawîkirina têkoşîna çekdarî û bi merasîma şewitandina çekan a bi pêşengtiya Besê Hozatê me nîşan da ku bê çiqasî amade ne. Di salên 1990’î de komên tesfiyekar hebûn. Hem di nava tevgerê de hem jî di nava dewletê de ji bo tesfiyekirina vê pêvajoyê yên ketin nava tevgerê hebûn. 
 
Em ne aşiqê şer in. Em aştiyê dixwazin. Di serdemeke ku her kes xwe biçek dike û amadekariya şer dike de me got ‘Em naxwazin xwîna Kurd-Tirkan birije.’ 
 
Rêber Apo, dibêje ‘heke zemîna hiqûqî were avakirin ez dikarim têkoşîna çekdarî bi dawî bikim.’ Rêber Apo bi gotinên xwe re ye. Em jî li gorî gotinên Rêber Apo tevdigerin. Aliyekî girîng ê vê pêvajoyê jî ew e. Yê ku em Kurd gihandin vê astê, Rêber Apo ye. Lewma jî em dilsozên Rêber Apo ne. 
 
Gavên me avêtin nîşan didin ka em di vê pêvajoyê de çiqasî xwedî îdia ne û bibiryar in. Nîşan dide ku em dixwazin şerê Kurd-Tirkan bi dawî bibe. Em şer naxwazin. Em ne aşiqên şer in. Em tenê xwe diparêzin. Heke kesek bi ser me de neyê em şer nakin. Me ev yek nîşan da. Weke tevgera azadiyê em ne aşiqên şer in. Em aştiyê dixwazin. Di serdemeke ku her kes xwe biçek dike û amadekariya şer dike de me got ‘em naxwazin li dijî dewletê şer bikin.’ Me got; ‘Em naxwazin xwîna Kurd-Tirkan birije.’ 
 
Di serî de Rojhilata Navîn, gelo raya giştî ya cîhanê vê gava we çawa binirxîne? 
 
Hebûna gelê Kurd tune dihat hesibandin û me ev hebûn da qebûlkirin. Me heta niha têkoşîna çekdarî dimeşand. Em ê niha jî li ser zemîna hiqûqî têbikoşin. 
 
Weke tevgera azadiyê me hebûna gelê Kurd da qebûlkirin. Di dema avakirina PKK’ê de bi tunebûnê rû bi rû bûn. Lê Kurd niha hemû li hemû dinyayê tên naskirin. Bi tena serê xwe ev jî mucîzeyek bû. Dewletê digot gelê Kurd xistiye gorê û tiştekî bi navê Kurd tune ye. Lê gelê Kurd îro bi ziman û çanda xwe tên naskirin. Me ev yek da qebûlkirin. Me hebûna gelê Kurd ku bi tunebûnê rû bi rû bû, da qebûlkirin. Hewceye ev bi vî awayî were dîtin. Me heta niha têkoşîna çekdarî dimeşand. Em ê vê têkoşînê niha jî li ser zemîna hiqûqî bimeşînin. 
 
Weke gerîlayên vekîşîyayîn gelo daxwazên we yên sereke çi ne? 
 
Heta Rêber Apo azad nebe em ê çi bikin? Azadiya Rêber Apo dê bike ku em jî bi awayekî azad siyasetê bikin. 
 
Daxwaza me ya sereke, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heke ev nebe, dê tu wateyeke vê pêvajoyê nemîne. Ji ber ku em bi Rêber Apo re hene. Heke Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê gel jî azad nebe, jin û ciwan jî dê azad nebin. Azadiya me, girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Niha tê gotin ku dê ji bo gerîlayên çekên xwe şewitandî qanûnekê derxînin. Tê gotin ku ji bo bikarin siyasetê bikin dê were derxistin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê biçin çi bikin? Azadiya Rêber Apo dê bike ku em bi awayekî azad siyasetê bikin û di nava civakê de azad bixebitin. 
 
Em wisa bifikirin ku ev tişt bûn; gelo dê pirsgirêka Kurd wê demê çareser bibe, an jî heke neyê çareserkirin divê tu gav bên avêtin? 
 
Heke Kurd neyên naskirin, mafên wan neyên naskirin, ev pirsgirêk çareser nabe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, hewceye hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin, ziman û çanda Kurdan were qebûlkirin. 
 
Divê Kurdî bibe zimanê fermî. Li Meclisê were naskirin. Di gotinê de dibêjin ‘Kurd û Tirk xwişk-bira ne.’ Lêbelê aliyê din bi hemû mafên Kurdan re dilîze. Ev yek nîşaneya nêzikatiya li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Heke nehêlin di Meclisê de bi Kurdî were axaftin, ev yek nêzikatiya li hemberî Kurdî nîşan dide. Gotin û kirin hevdu nagirin. Ev yek jî dê pêvajoyê dîsa kûr bike. Dibêjin em pirsgirêka Kurd çareser bikin; lê dê çareseriyeke çawa be? Tu hebûna Kurdan, ziman û çanda Kurdan qebûl nakî. Heke tu vê qebûl nekî dê çareser bikî? Hewceye tu van nas bikî da ku pirsgirêka Kurd bikare çareser bibe. Dê Kurdan nas bikî. Heke Kurdan û mafên wan nas nekî, pirsgirêka Kurd jî çareser nabe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê hebûn, ziman û çanda Kurdan were qebûlkirin. Wê demê pirsgirêka Kurd dê ji ber xwe ve çareser bibe. Di destûra bingehîn de hewceye çareseriya pirsgirêka Kurd û di mijara qebûlkirina Kurdan de guhertin bên kirin. 
 
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji bo çareserî û aştiyê berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdorên civakî. Gelo mebesta we ya ji vê berpirsyartiyê çi ye, îşaret bi perpirsyartiyeke çawa dike? 
 
Kesên dibêjin “Em aştiyê dixwazin, bila xwîn nerije” hewceye zextê li dewlet û îktîdarê bikin da ku gavan biavêjin. Berpirsyartiya dikeve ser milê civakê ev e.
 
Piştî vê pêvajoyê, berpirsyartiyeke girîng dikeve ser milê civakê. Hewceye jin û ciwan li qadan bin. Divêtin jin û ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin. Divê Kurd pêşengtiyê ji pêvajoyê re bikin. Divê li qadan bin ku pêvajo bimeşe. Divê zextê li îktîdarê bikin da ku gavan biavêje. Ne tenê jin û ciwan an jî Kurd, divêtin tevahiya civaka Tirkiyeyê yên dibêjin “em aştiyê dixwazin”, yên dibêjin “em naxwazin xwîn were rijandin” divê zextê li dewlet û îktîdarê bikin. Hewce dike ku di vê pêvajoyê de cih bigirin. Di halê hazir de hemû gotinên îktîdarê niha tenê di gotinê de ne. Nîqaşên li ser gavên hewce dike bên avêtin tune ne. Ji bo li ser van nîqaş were kirin, pêwîst dike jin û ciwan pêşengtiyê bikin. Bila kolan bi kolan bigerin, kesan tev li bikin. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê, ji bo ji pêvajoyê re sûdewer bin divê zextê li îktîdarê bikin. Peywira dikeve ser milê civakê jî ev e.
 
Di kîjan şert û mercan de hûn dikarin tev li siyasetê bibin? 
 
Heke zemîneke hiqûqî neyê avakirin, dema gerîlayên azadiyê derbasî wir (Tirkiye) dibin dê bên girtin. Em ê vê bi tu awayî qebûl nekin. Heke zemîna hiqûqî çênebe, heke di destûra bingehîn de guhertin neyên kirin, heke kesên ji vir diçin nekarin bi awayekî azad tevbigerin, ev rewş pêkan nîne. Divê zemîna hiqûqî ji ewil ji bo Rêber Apo were avakirin. Hêj jî tecrîd didome. Hêj jî rojnameger nikarin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Heke ev bibin, wê demê em jî dê biçin û têkoşîna xwe li wir bidomînin. 
 
Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û naskirina hebûna gelo Kurd, gelo di mijara tevlibûna we ya siyaseta demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd de jiyanî ye? 
 
Heke zemînek azad ava bibe wê demê siyaseta demokratîk dikare were meşandin. Lê di halê hazir de zemîneke wiha tune ye. Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, bibîrxistina avakirina zemîneke azad e. Em jî dixwazin siyaseta demokatîk, li ser zemîneke azad bimeşînin. 
 
Heke ev nebin, nabe. Divê mafên Kurdan bên naskirin. Dema ev bûn em dikarin siyasetê bikin. Di demên berê de komên aştiyê hatin û tevek jî hatin girtin. Wê demê jî digotin ku dê qanûnê derxînin. Gotin ku dixwazin pêvajoyê bidomînin. Lêbelê ji ber ku zemîneke hiqûqî tune bû, ev pêk nehatin. Tevek jî girtin. Kesên hêj niha jî girtî hene. Heke Rêber Apo azad bibe, di qanûnan de guhertinan bikin, wê demê em jî dê tev li civakê bibin, di siyaseta demokratîk de cih bigirin. Heke zemîneke azad nebe, mirov nikare siyaseteke demokratîk bike. Di halê hazir de zemîneke wiha tune ye. Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, avakirina zemîneke azad e. Em jî dixwazin li ser zemîneke azad siyaseta demokratîk bikin. 
 
We, di nava koma ewil a vekişiyayî de cih girt. Gelo cihgirtina di daxuyaniyeke wiha de bi we çi da hestkirin? 
 
Cihgirtina di daxuyaniyeke li ser banga Rêber Apo hatiye dayin, cihê keyfxweşiyê bû. Ji ber ku me xwest ji pêvajoyê re sûdewer bin. Me xwest nîşan bidin ku em bi wî re ne. 
 
Ev tevek jî berhema keda Rêber Apo ne. Me jî xwest dilsoziya xwe ya bi wî re nîşan bidin. Dayîna daxuyaniyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hestekî cuda bû. Weke ku me pêwendiyek bi Rêber Apo re danîbe min hest kir. Aliyekî xwe yê zor jî hebû. Serokê me (Abdullah Ocalan) hêj girtî ye û em jî li qadekî wiha ne. Ev me dide zorê. Lêbelê li hêla din jî ev daxuyanî li sre banga Rêber Apo hate dayin û cihgirtina di daxuyaniyeke wiha de ji bo min cihê keyfxweşiyê bû. Ji ber ku me xwest ji bo pêvajoyê sûdewer bin. Me xwest nîşan bidin ku li cem wî ne.
 
MA / Azad Altay

Sernavên din

16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
13:43 Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir
13:29 Cemîl Bayik: Hewceye yasayên entegrasyonê tavilê bên derxistin
13:24 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Kadrî Kaya
12:10 DBP’ê dê ji bo ‘pêvajoyê’ dest bi çalakiyan bike
12:06 Li du barajan serdegirtinên malan: Herî kêm 15 kes hatin girtin
11:44 Serokê Baroya Mêrdînê: Meclis divê êdî gavan biavêje
11:21 'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’
11:11 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin
10:40 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Necezakirin sûcên li dijî zarokan zêde dike
10:00 Bi hezaran kes tev li Mihrîcana Zeytûnê ya Dêrikê bûn
09:59 Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe
09:34 Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin!
09:32 'Pêdivî bi pêvajoyeke ku Abdullah Ocalan rasterast tê de cih bigire heye'
09:12 Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş'ê Dedeoglû: Ji sedî 95'ê hêza çapemeniyê têra desthilatê nake
09:09 Darên ku bi qamyonan tên veguhastin bi brandayan tên veşartin!
09:05 Girtiyê nexweş Çam, rojê 17 dermanan bi kar tîne
09:00 ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN
27/10/2025
16:35 Di Projeya Daristana Jinan de 500 şitlên darberûyê hatin danîn
16:30 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
16:20 Bertek nîşanî girtina Asmîn Yildizê dan
16:15 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 11 milyon û 705 hezar kesan
16:08 Ji Kampa Holê 840 penaberên Iraqî çûn welatê xwe
16:00 DFG: Nabe ku dengê aştiyê were sansurkirin
15:22 Şîna Zozan Ayazê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:00 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 8.6 e
14:53 Kurtulmuş: Derbasî serdemeke nû dibin ku dê tenê fikir biaxivin
14:02 Di hilbijartinên Arjantînê de hevalbendê Trump bi ser ket
13:58 ‘Xetere li ser daristanên Merîwanê heye’
11:58 Xelkê Amedê: Tevgera Kurd ji bo aştiyê zelal e, divê dewlet gavan biavêje
11:08 Ji bo Îmamoglû, Yanardag û Ozkan biryara girtinê hat dayin