Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir

  • jin
  • 16:46 16 Mijdar 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi boneya 25’ê Mijdarê û bi pêşengtiya TJA’yê li dijî fihûş û tiryakê meş hat lidarxistin. Jinan, banga têkoşînê kir. 

 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Navneteweyî, li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî fihûş û têkoşînê meş hat lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Li dijî tiryak û fihûşê em xwe birêxistin bikin” hat lidarxistin. Jinên ku li Parka Aştiyê hatin gel hev, beriya meşê li defê xistin, stran gotin û goveng gerand. Jinên ku dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û "Jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî” berz kirin, bi dovîz û pankartên “Jinên ciwan rê nadin tiryakê”, “Ne tiryakê, xwedî li jiyanê derkeve”, “Jiyanê hembêz bike, ji tiryakê re bibêje bes e” û “jin li dijî tiryak û fihûşê, jiyana ciwanan diparêzin” meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Li dijî tiryakê mil bidin milên hev”, “Li dijî fihûşê mil bidin milên hev”, “Bê Serok jiyan nabe”, “bêdeng nemîne biqîre, na ji tiryakê re” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Çalakvan, heta pêşiya avahiya Dem Partiyê ya navçeyê meşiyan. 
 
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Nûr uykur li vir daxuyanî xwend. 
 
CIWAN DI HEDEFÊ DE NE  
 
Nûr Uykurê got ku hewldan heye ku ciwanan bênasname bikin û ji têkoşîna rêxistinkirî bên dûrxistin û ev tişt anî ziman: “Em baş dizanin ku pratîkên li ser ciwanan tên meşandin, pratîkên qirkirinê ne. Divê bê zanîn ku qirkirin ne tenê li dijî bedenan lê li dijî ruh û zêhn jî tê kirin. Divê her ciwanek bi vê rastiyê re rû bi rû bibe. Bi tiryakê re ciwanan ji heqîqetê, fikr û hemû hestan tên şûştin. Dixwazin mirovên bêhest, taybetiyên mirovahiyê winda kirin û mîna robotan ava bikin. Bi fihûşê re jî bedena jinê dikin meta, tê teşhîrkirin û li ber îstîsmarê vedikin. Bi taybet jî li Kurdistanê û li metrepolên Tirkiyeyê di nava nifûsa xizanan de ev rastî bêhtir tê dîtin. Sedema vê jî şertên aborî, bêkarî û bêhêvîtî ye.” 
 
‘BERSIVA ME DÊ BIBE TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ’  
 
Nûr Uykurê, da zanîn ku bersiva herî xurt a ciwanan a li dijî bişaftinê dê têkoşîna rêxistinkirî be û got: “Jinên ciwan, dê di avakirina civaka demokratîk de diyarker bin. Em dizanin tu ciwanekî bi fikra rêbertiya azad tevdigere ji bingeha exlaqî dûr nakeve. Di rêya aştiyeke birûmet de, ji bo civakeke demokratîk, exlaqî û polîtîk, gavên burokratîk bi tena serê xwe têr nakin. Hewceye li dijî van pirsgirêkên bandorê li gelan dikin, têkoşîneke rêxistinkirî were dayin û em ê bi vê bersivê bidin. Jinên ciwan ên di avakirina civaka demokratîk de pêşengtiyê dikin, dê li taxan, li kolanan, li zanîngeh û tu qadên jiyanê rê nedin kedxwariyê, koletiyê û qirkirina li dijî beden û ruhî. Werin em di rêya aştiyeke birûmet de xwe birêxistin bikin, azad bibin û komunan ava bikin. Bersiva me ya herî xurt a a li dijî tiryakê, dê bibe têkoşîna rêxistinkirî û avakirina civaka demokratîk. Em ê di xeta heval Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan de biisrar bin. Em ê agirê heval Mazlum, Hakî Karer û hwd. hil kirin bêhtir gur bikin.” 
 
‘EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’  
 
Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar jî da zanîn ku têkoşîna li dijî tiryakê êdî mecbûriyeteke û bi bîr xist ku êdî temenê bikaranîna tiryakê daketiye 7’an. Tenzîle Baydarê got ku dewlet bi zanebûn çavên xwe li vê rewşê digire, bi zanebûn rê dide tiryak têkeve welat, bi taybet jî zarokên Kurd ji bo tiryak û fihûşê tên arastekirin, polîs tiryakê dibîne lê dest nadê. Tenzîle Baydarê li dijî tiryak û fihûşê banga têkoşînê kir.     
 

Sernavên din

20/11/2025
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist