Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'

  • rojane
  • 09:04 18 Mijdar 2025
  • |

RIHA - Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Yasîn Aktaş diyar kir ku ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  pêdivî bi tu verastkirina qanûnî jî nîne û wiha got: "Em aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne. Ger peyman were bicihanîn, 'mafê hêviyê' jî dikare were bicîkirin."

Tevî ku 11 sal di ser biryara "binpêkirina mafê hêviyê" ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve di sala 2014’an de hatibû dayîn, derbas bûne jî, Tirkiyeyê tu amadekarî nekir. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di biryara xwe ya demkî ya di navbera 15-17’ê Îlonê de, Tirkiye vexwend ku amadekarî bike û berpirsiyarî êdî ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê ye.
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Yasîn Aktaş, bal kişand ser biryara DMME’yê û binpêkirinên mafan ên ku ji ber rejîma muebeda girankirî derketine holê. Aktaş anî ziman ku divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe yên der barê Abdullah Ocalan de dereng mane, bîne cî.
 
'DIVÊ BERPIRSIYARÎ BÊN BICIHANÎN'
 
Aktaş, bi bîr xist ku di sala 2003’yan de parêzerên Abdullah Ocalan bi hinceta ku rejîma înfazê ya muebeda girankirî qedexeya îşkence û sepanên nebaş binpê dike, serî li DMME’yê dabûn û di encama vê serlêdanê de jî dadgehê di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku "mafê hêviyê" hatiye binpêkirin. Aktaş, destnîşan kir ku Tirkiye divê vê biryarê bi cî bîne û wiha got: "Piştî vê biryarê, derket holê ku divê rayedarên Tirkiyeyê li ser vê yekê verastkirineke nû ya qanûnî çêbikin. Lewma biryarên DMME’yê ji bo Tirkiyeyê girêdêr in. Li gorî xala 90’î ya destûra bingehîn, ger di navbera peymanên ku Tirkiye aliyekî wan e û xalên qanûnan de nakokî hebe, peyman tê esasgirtin. Niha em li vê xala destûrê dinêrin, pêwîst e rayedarên Tirkiyeyê têkildarî vê biryarê ji bo rêzdar Ocalan de gavekê biavêjin. Lêbelê, piştî biryara sala 2014’an, em di sala 2025’an de ne; nêzî 11 sal û nîv e ev biryar heye. Tu gaveke der heqê vê biryarê de nehatiye avêtin. Sedema vê biryarê jî ew e ku kesên cezayê muebeda girankirî xwarine, hêviya wan a vegera jiyanê, vegere derve nemaye û ev yek di çarçoveya qedexeya îşkence û sepana nebaş de ye. Pêwîst e rayedarên Tirkiyeyê verastkirinên nû çêkin. Bi van verastkirinan, pêwîst e zemin bê amadekirin ku rejîma înfazê ya heyî were nîqaşkirin û derfetên berdana bi şert bên avakirin."
 
'DIVÊ HELWESTEKE ZELAL BÊ NÎŞANDAN'
 
Aktaş, anî ziman ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî gelek caran ev mijar aniye rojevê, lêbelê helwesteke zelal nîşan nedaye û wiha pê de çû: "Mixabin di vî warî de tu gavek nehatiye avêtin. 11 sal demeke gelekî dirêj e. Di nava vê demê de, divê herî kêm gavek hatiba avêtin, lêbelê neavêtina tu gavekî bi rastî li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ye. Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê çend caran civîn li dar xistine, lê helwesta Komîteya Wezîran jî di vî warî de ne zelal e. Di şûna ku bêje divê li ser Tirkiyeyê ji bo guherandina qanûnên têkildar, destûr were sepandin, tenê pêşniyazan dike. Ev jî li dijî hiqûq û peymanê ye. Pêngavên ku divê di vî warî de bên avêtin, bi taybetî di çarçoveya muebeda girankirî de, sererastkirina rejîma înfazê ye."
 
'OCALAN DÊ RÊYA PÊVAJOYA ROJHILATA NAVÎN VEBIKE'
 
Aktaş, destnîşan kir ku ji bo mafên mirovan pêwîst e rejîma muebeda girankirî dîsa were nirxandin û divê raya giştî jî di vî warî de zextê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwîst e kesên ceza xwarina, hêviya wan hebe ku careke din derkevin derve. Ji bo van verastkirinên qanûnî werin çêkirin, divê hem zexta raya giştî hebe; lewra tu desthilatdarî nikare li hemberî zexta raya giştî bisekine. Ev ne tenê meseleyeke siyasî ye; divê hemû mirov li dijî vê meselê bertek nîşan bidin. Îro li pêşiya me hêj îxtîmala kesekî ku cezayê muebeda girankirî bigire, heye. Heta hetayê mayîna kesekî di girtîgehê dê bibe sedema windakirina hemû hêviyên wî. Bêguman em di hevdîtinên dawî de dibînin ku rêzdar Ocalan hêviyên xwe winda nekiriye. Dibe ku rêzdar Ocalan ji aliyê fîzîkî ve di girtîgehê de be, lê ji aliyê ruhî ve mirovekî azad e. Ew bi raman û pêşniyarên xwe dê rêya pêvajoya li Rojhilata Navîn vebike."
 
'GER QANÛNA HEYÎ BÊ BICÎANÎNIN, MAFÊ HÊVIYÊ DÊ BÊ BICÎKIRIN'
 
Aktaş, diyar kir ku Tirkiye bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de kete serdemeke nû û destnîşan kir ku muzakevanê sereke yê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di vî warî de pêwîst e verastkirinên qanûnî bên kirin, da ku rêzdar Ocalan ramanên xwe bi rehetî hem bi Meclisê re hem jî bi raya giştî re parve bike. Lewra ji dema banga rêzdar Ocalan û vir ve şerê fiilî bidawî bû. Êdî em ketin pêvajoyeke ku ji her du aliyan ve mirin tune ye. Ya ku civak dixwaze jî ev e; sîstemeke aştiyê ya ku hemû civak dixwaze heye û aşkera ye ku di nava aştiyê de dê aliyekî wenda neke. Ji ber vê yekê, divê şert û mercên fîzîkî yên rêzdar Ocalan werin vererastkirin, divê şert û mercên wî yên axaftina li Meclisê û axaftina ji raya giştî re werin amadekirin. Rêzdar Ocalan di raya giştî de xwedî bandoreke cidî ye; ango banga wî ya ji aliyê fîzîkî ve dê bandoreke pir mezintir bike. Ev bandor jî dê beşdarîyeke gelekî erênî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike. Verastkirinên qanûnî yên der barê vê de ne zehmet e, di rojekê de dikarin bên çêkirin. A rastî pêwîstî bi verastkirinên qanûnî nîne; li gorî qanûna heyî, ji ber ku em aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne, ger ew peyman were bicihanîn, 'mafê hêviyê' jî di çarçoveya vê peymanê de dikare were bicihkirin."
 
MA / Melîk Varol
 

Sernavên din

20/11/2025
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist