Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'

img

AMED - Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku hewcehî pê heye di pêvajoyê de gavên pêbawer bên avêtin û got: “Em mecbûr in ku bi hev re Tirkiyeyeke demokrasî, azadî û hiqûq ji bo her kesî heye ava bikin.” 

Nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd didomin. Serokê Koma Yenî Yolê û Serokwekîlê Koma Meclisê ya Partiya Saadetê Bulent Kaya, têkildarî geşedanên heyî ji ajansan me re axivî. 
 
Kaya, anî ziman ku ew qîmetê dide nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Girîng e ku pirsgirêk li ser zemîna Meclisê tê axaftin. Komîsyon jî bi vê mebestê hat avakirin. Hema hema li hemû derdorên civakî guhdarî kir. Ev jî nîşaneya azadiya fikr û xweîafedekirinê ye. Nêrînên herî dijber jî derfet dît ku li dora heman maseyê nîqaş bikin. Li gorî min ji hêla çareseriyeke demokratîk ve ev girîng e. Komîsyonê kir ku mesele li ser zemîneke demokratîk were nîqaşkirin.” 
 
‘MESELEYA ESASÎ DÊ NIHA WERE AXAFTIN’
 
Di berdewamê de Kaya da zanîn ku ji bo Tirkiye ji aştiya neyînî derbasî ya erênî bibe, girîng e ku çek neyên bikaranîn û got: “Lê divê sedemên esasî yên pirsgirêkê neyên paşguhkirin. Divê em weke ku ji bilî pevçûn û tundiyê tu pirsgirêkên welat nebin tevnegerin. Jiholêrabûna çekan, ji bo zemîna siyasî û demokratîk pir girîng bû. Piştî pevçûn û tundî ji holê rabû, dê li ser demokrasiyê, newekhevî û pirsgirêkên din were axaftin. Meseleyên esasî dê hêj nû bên nîqaşkirin.”
 
'HEWCEYE GAVÊN BAWERIYÊN XURT DIKIN BÊN AVÊTIN’ 
 
Kaya, destnîşan kir ku di pêvajoyê de hinek bêbawerî heye û îktîdar rexne kir. Kaya, got: “Sedema vê bêbaweriyê jî sepanên îktîdarê ne. Li rexekê hevdîtinên aştiyê dike li rexa din li dijî CHP’ê operasyonên siyasî dike. Xwedîderneketina AKP’ê ya li pêvajoyê rê li ber vê vedike. Divê îktîdar û partiyên siyasî biisrar gavên baweriyê xurt dikin biavêjin.”
 
SERDANA KOMÎSYONÊ YA ÎMRALIYÊ
 
Têkildarî çûna Îmraliyê ya komîsyonê jî Kaya ev tişt anî ziman: “Beriya avakirina komîsyonê jî burokrasiya cemaweriyê û burokratên ewlehiyê hevdîtinên pêwîst dikir. Hevdîtinên şandeya Îmraliyê û burokrasiya ewlehiyê, her kes pê dizane. Car bi car bi raya giştî re jî peyam tên parvekirin. Komîsyonê li gelek derdoran guhdarî kir û mijara hevdîtina bi Ocalan re dema hat komîsyonê em ê nirxandinên pêwîst bikin.” 
 
‘PÊDIVÎ BI VERASTKIRINÊN ZAGONÎ HEYE’
 
Roja pêvajo destpêkirî heta niha îktîdar “aştiya” bêşert ji Tevgera Azadiyê ya Kurd daxwaz dike û daxwazên wê jî tune dihesibîne. Kaya, ev rewş rexne kir û got: “Divê mirov bi aşkerayî bibêje ku hin pêwîstiyên fesixkirin û tesfiyeyê hene. Yek ji van jî heke rêxistin bixwaze çekan berde, erka dewletê ye ku şertên wê ava bike. Di vê mijarê de ne girîng e ka rêxistin van şertan pêşkeş dike an na. Heta şertên tesfiyekirina şîrketekê jî hene. Kadro, çek, rêxistinên civaka sivîl û avadaniyên cuda yên rêxistineke 40 sal in têdikoşe hene. Ev tevek dê çawa tev li jiyana civakî bibin, ji bo van zagon pêwîst in. Ev mecbûriyeteke.” 
 
DÊ LI SER VERASTKIRINÊN ZAGONÎ WERE AXAFTIN
 
Kaya, daxuyand ku pêdivî bi teserûfên îdarî û verastkirinên zagonî yên Meclis derdixe heye û got: “Ji bo cîbicîkirina van pêwîstiyan, em ber bi zemîneke rast ve diçin. Niha li dora 6 hezar kesan ên ji endamtî, rêveberî, sempatîzanî, alîkariya rêxistinê girtî hene. Gelek endamên rêxistinê yên li derve lê dozên wan didomin hene. Endamên wê yên çekdar, rêveberên wê yên payebilind û endamên wê yên li Ewropayê hene. Divê em li ser biaxivin ka ev kes dê çawa vegerin û tev li jiyana civakî bibin. Ev dê bi zagoneke mustakîl bibe yan bi verastkirina zagonan bibe. Tam jî em di wê pêvajoyê de ne ku komîsyon li ser van mijaran biaxive.” 
 
‘PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI DEMOKRASIYÊ HEYE’ 
 
Kaya, got: “Ji bo aştî civakî bibe divê partiyên siyasî vê daxwaz bikin, bikin rojev û bibiryar bişopînin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi yekitî, hevgirtin, xwişk-biratî û demokrasiyê heye. Muxalefet ji bo aştiyê çiqas zextê li îktîdarê bike, aştî dê ewqas civakî bibe. Di serî de siyasetmedar, divê her kes zimanê aştiyê bi kar bîne. Hewceye tevek jî di gotinên xwe de bi berpirsyarî tevbigerin.” 
 
‘DEMOKRASÎ, AZADÎ Û HIQÛQA JI BO HER KESÎ’ 
 
Herî dawî jî Kaya ev tişt anî ziman: “Ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were axaftin, divê pevçûn û tundî j jiyana civakî derkeve. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje pêvajo hêj nû dest pê dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û herêmê divê pêdiviya bi demokrasî, hiqûq û edaletê her tim di rojevê de bê giritn. Bi vê yekê re Kurd û hemû derdorên di vê pêvajoyê de mexdûr bûne bigihijin maf û azadiyên xwe. Em mecbûr in ku Tirkiyeyeke demokrasî, azadî û hiqûq ji bo her kesî bi hev re ava bikin.”   
 

Sernavên din

20/11/2025
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist