* Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku di mijarên leşkerî de bi Şamê re mitabaqetek heye lêbelê heta meseleyên esasî neyên çareserkirin dê peymaneke giştî jî çênebe. Ebdî, got: "Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike û aramiyê bîne herêmê."
* Gundê Jinwar ê ku li Rojava ji bo jin û zarokan hatiye avakirin, bi avahiya xwe ya azadîxwaz û komunal ji bo “bajarên dostên jinan” û “bajarên jinan” ji cîhanê re dibe mînak.
* Jinên ku 25’ê Mijdarê bi xebata li zeviyan pêşwazî dikin, balê dikişînin ser tundiya ku zexta aborî û civakî li jinan çêdike û daxwaza başkirina şert û mercên xebatê û bidawîkirina bêcezakirina tundiyê kirin.
* Welatiyên Sûrê, li hember biryara neşandina nûner a CHP’ê ji bo Îmraliyê bertek nîşan dan û gotin: “Sezgîn Tanrikulu divê nekeve nava kuçeyên Amedê”
* Rojnameger Kemal Can diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê aktorekî krîtîk e lewma divê komîsyon pê re hevdîtinê bike û got: "Li gorî min heke CHP'ê biryara çûna Îmraliyê dabûya, dê reaksiyoneke pir mezin nehatibûya nîşandan."
* Kedkarên tev li mitînga herêmî ya KESK'ê ya Edeneyê diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin: "Bi kevçî didin me, bi kemçeyê ji me distînin. Em budçeya ji bo gel dixwazin."
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.
* Platforma Saziyên Demokratîk dê li dijî qirkirina daran a li Herêma Dorşînê ya Pasûrê, li ser pira Pasûrê daxuyaniyê bide. (11.00)
* Bi boneya 25'ê Mijdarê dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (12.30-15.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeya Defne ya Hatayê tev li panela "Demokrasî, aştî û pêşeroja herêma me" bibe. (13.00-19.00) ZINDÎ
* TJA, dê li Qada Dîlovasiya Gebzeyê bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana bê tundî ve" hevdîtinê li dar bixe. (14.00) ZINDÎ
* Komeleya Ziman a Avestayê ya li Îzmîrê dê bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê li pêşiya saziyê daxuyaniyê bide. (15.00)
