ANTALYA - Jina bi navê Nûray Demîr ku beriya niha rastî destdirêjiyê hatibû, li hotêleke Antalyayê mirî hate dîtin. 
	Jina bi navê Nûray Demîr (17) ku xizmê dayika wê Bîrol K. 2 sal berê destdirêjî lê kiribû, li hotêlekê mirî hate dîtin. Hat zanîn ku Nûray Demîr hatiye qetilkirin û qirika wê jî sor û şîn bûye. 
	Nûray Demîr, di 18’ê çileya 2020’an de bi xaltiya xwe re çûbû navenda polîsan û diyar kiribû ku xizmê dayika wê Bîrol K. ew revandiye û destdirêjî lê kiriye. Ji ber vê jî giliyê Bîrol K. kiribû. Li ser giliyê Demîr, Bîrol K. hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Di danişîna dozê ku li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê hate dîtin de tecawizkar Bîrol K. bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
	KESEK HATE BINÇAVKIRIN
	Di dema ku darizandina Bîrol K. berdewam dikir de xizmên Demîr xwe negihandin wê û li ser vê yekê jî îxbar kirin. Dema ku xebatên lêgerînê berdewam dikir de xebatkarên paqijiyê li hotêleke Antalyayê cenazeyê Nûray Demîr dîtin. 
	Ji bo kar û barên otopsiyê cenazeyê Demîr şandin Saziya Tipa Edlî (ATK). Têkildarî mijarê kesek hate binçavkirin. 
