ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê bi parlamenter û rêveberên Partiya Çep a Almanyayê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de derheqê rewşa Aysel Tugluk de agahî hatin dayîn û Doza Kobanê hate nîqaşkirin. 
	Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarên Koln û Duseldorfê yên Almanyayê bi parlamenter û rêveberên Partiya Çep a Almanyayê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ji şandeya HDP’ê berdevka partiyê Ayşe Acar Başaran, parlamentera Mêrdînê Pero Dundar û endamên Meclisa Jinan û ji şandeya Partiya Çep jî seroka partiyê ya Duseldorfê Kea Detmers, parlamentera eyaleta NRW’ê Bêrîvan Aymaz û ji rêveberên partiyê yên eyaleta NRW’ê Michaele Gincel-Reinhard amade bûn. 
	DERHEQÊ REWŞA TUGLUK DE AGAHÎ DAN
	Şandeya HDP’ê têkildarî rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara kurd Aysel Tugluk agahî dan. Her wiha mijarên Doza Kobanê û hewldanên ji bo girtina partiyê hevdîtin hatin kirin. 
