Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes

  • jin
  • 10:01 2 Tebax 2025
  • |
img
WAN - Navenda Jiyanê ya Jinan ya Şaredariya Seravê, ji bo jinan bûye qadeke civakî û kursên pîşeyî. 
 
Xebatên Navenda Jiyanê ya Jinan ya Şaredariya Serav a Wanê xebatên xwe didomîne. Navend ji bo jinan hem qadeke jiyana civakî ye hem jî qadeke kursên pîşeyî ye. Li navenda ku 14 jin qeyd axwe lê çêkirine, xalîçeyên têm çêkirin bi bedêlekê ji aliyê şaredariyê ve tên stendin. Jinên ku li vir hem perwerdehiya pîşeyî digirin û hem jî di warê aborî de dahatekê bi dest dixin, ji xebatên navendê razî ne. 
 
Nesîbe Ertaş, mamosteya qursê, got ku qursa ku wan di Sibatê de dest pê kiriye û eleqeyek pir erênî dîtiye. Nesîbe Ertaşê destnîşan kir ku ev cara yekem e ku qadeke çalakiyan a wiha ji bo jinan di nav şaredariyê de tê vekirin û got: "Ev navend bi saya hesasiyeta jinan gihîştiye vê astê. Hin jin tenê ji bo demekê û hin jî tevahiya rojê vir. Carinan, hin jî bi saetan tên. Jin li vir hev du nas dikin û qadeke civakî diafirînin. Civakîbûn, bi hev re derbaskirina demê û hevaltiya ji bo jinan pir xweş û pir hêsan bû. Her çend ev cara yekem bû ku wan ev çalakî dîtibe jî, bi rastî pir baş fêr bûn. Bê guman, hinekî sebir dixwaze, lê wan ew nîşan da. Ew hemû hema hema bêkêmasî bi hev re tevdigerin. Her tişt pir baş diçe. Ez jî li vir mamoste me û ez ezmûna xwe ya karê berê parve dikim. Digotin ku jin ji ber xwezaya muhafezekar a navçeyê nayên qursê, lê ev bi awayekî qismî çareser bûye."
 
'EM Ê KURSÊN NÛ VEKIN'
 
Nesîbe Ertaşê anî ziman ku çêkirina xalîçeyan çalakiyek û mîrateyek çandî ye û ew dixwazin wê bidomînin û got: "Ji ber ku ew çalakiyek çandî ye, ev hîn girîngtir e. Lê bê guman, dibe ku di pêşerojê de ramanên din jî hebin. Ger ew bixwazin şaxek ji bilî hunerên destan fêr bibin, em ê bi demê re pêşkêşî wan bikin. Mînak, em çalakiyên çandiniyê difikirin. Bê guman, me hîn ev yek nedaye destpêkirin, lê heke dest pê bike dê pir xweş be. Mînak, em dikarin çandiniya serayê an çalakiyên çandiniyê yên hinekî cuda jî bifikirin. Jin ji celebên çalakiyên ku em pêşkêş dikin teqdîr dikin. Me agahdarî li ser çandiniya serayê da û wan got ku ew dixwazin biceribînin. Em her wiha plan dikin ku cîhek ji bo firotina berhemên xwe vekin. Afirandina cîhek ku jin dikarin hunerên xwe yên destan an jî karên destan bifroşin dê pir xweş be. Em van difikirin û hêvî dikin ku ew di demeke nêzîk de bikeve xebatê."
 
Şagirta qursê Fatma Ezîdrîciyê jî got: "Min di meha Nîsanê de li vir dest pê kir. Mixabin, min du sê mehan dereng bihîst. Ev der pir xweş e û hevalên min ên nû çêbûn. Em xalîçeyan çêdikin û em demek xweş derbas dikin. Rojên me li malê pir bêzar bûn. Piştî ku me karên xwe qedand û zarok şandin dibistanê, hemû wextê me winda bû. Lê ev der pir xweş e û em gelek spas dikin. Ez û hevalên min pir kêfxweş in. Dê pir baş be ku çalakiyên balkêş û kêfxweştir ji bo jinan hebin. Mînak, heke çandiniya serayê hebûya, dê pir baş bûya û me yê wextê xwe winda nekira. Her weha cîhek heye ku zarokên biçûktir lê bilîzin; ew bi hev re dilîzin û dem derbas dikin. Zaroka min a herî biçûk 11 salî ye û min cîhek tunebû ku wê bihêlim. Ew tê vir û dilîze û gava karê me diqede, ez û keça min derdikevin derve. Ew jî demeke xweş derbas dike. Bê guman, em dixwazin bibînin ku ev hîn bêtir pêş dikeve."