Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham

  • jin
  • 09:12 23 Mijdar 2025
  • |
img

ÎZMÎR -  Gundê Jinwar ê ku li Rojava ji bo jin û zarokan hatiye avakirin, bi avahiya xwe ya azadîxwaz û komunal ji bo “bajarên dostên jinan” û “bajarên jinan” ji cîhanê re dibe mînak.

 
Di bajarên îroyîn de ku newekheviya zayendî ya civakî her ku diçe ji nû ve tê hilberandin, pirsgirêkên ku jin tê de dijîn jî kûrtir dibin. Hişmendiya mêrzayî ya ku mirovan di nav sînoran de dihêle, li her derê, ji avakirinê heta rêveberiyê, hebûna xwe diparêze û rê li ber bikaranîna “mafê bajêr” ê jinan digire. Bi vî awayî di avahiya ku serdestiya mêran esas digire de jin, zarok û kesên dezavantaj nayên dîtin. Bi xurtbûna têkoşîna jinan re, yek ji mijarên ku van salên dawî li herêmê tê nîqaşkirin jî “mafê bajêr” û “bajarên dostên jinan” e. Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di civîna xwe ya li Amedê de ku di 8’ê Mijdarê roja Şemiyê de bi dirûşma “Ber bi bajarên jinan ve” hat lidarxistin, ji bo armanca wan a ku jin bikarin li her qadê bi azadî bijîn û bê tirs derkevin kolanan, dest bi xebatên xwe kir.
 
Mafê bajêr; bi wateya herî berfireh, bikaranîna wekhev a qada bajêr û beşdarbûna hemû kesan di vê qadê de îfade dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), bajarên ku bi pîvanên wekî hebûna jinan di pêvajoyên girîng ên biryargirtinê de û avakirina yekîneyên wekheviyê di asta herêmî de, amadekirin û raporkirina îstatîstîkên wekheviya zayenda civakî, amadekirina budceya zayendî, diyaloga bi rêxistinên civakî yên sivîl ên jinan re, amadekirina planên wekheviyê, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û dabînkirina ewlehiyê û hêsankirina veguhastinê ji bo jinan, bicîh tînin wek “bajarên dostên jinan” tên dîtin.
 
JI BO 'BAJARÊN DOSTÊN JINAN' 
 
"Xebatên sereke yên ku ji bo "bajarên dostên jinan" tên kirin ev in:
 
* Xebatên zêdekirina hejmara jinan di mekanîzmayên biryarê de tên kirin,
 
* Yekîneyên wekheviyê di rêveberiyên herêmî de tên avakirin,
 
* Planên wekheviyê tên amadekirin,
 
* Diyaloga bênavber bi civaka sivîl re tê pêşxistin,
 
* Ji bo ku wekheviya zayendî di hemû plan û bernameyan de cih bigire, sîstema agahiyê tê avakirin,
 
* Budceya li gorî zayenda civakî tê amadekirin,
 
* Hişmendiya rêveberên herêmî ya li ser wekheviya zayenda civakî tê zêdekirin,
 
* Dilansazî û avakirina bajêr, veguhastina di nav bajêr û polîtîkayên avahiyan de pêdiviyên jinan li ber çavan tên girtin,
 
* Sûdwergirtina jinan a ji xizmetên herêmî re tê hêsankirin,
 
* Perwerdeya hestiyariya zayenda civakî ji bo xebatkarên xizmetên herêmî tê dayîn,
 
* Di dabînkirina ewlehiyê û têkoşîna li dijî tundiyê de, pergalên binesaziyê yên wekî ronîkirin, xeta alîkariya lezgîn û hwd. ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan tên avakirin,
 
* Hişmendiya ciwanan a li ser wekheviya jin û mêran tê zêdekirin,
 
* Xizmetên tenduristiyê yên bi kalîte û erzan ên ku pêdiviyên taybet ên jinan bicîh tînin, tên pêşkêşkirin,
 
* Ji bo bikaranîna wekhev a jinan ji derfet û tesîsên werzîşê tevdîr tên girtin.
 
LI EWROPAYÊ BAJARÊN 'DOSTÊN JINAN'
 
Li gelek welatên Ewropayê, ji bo avakirina "bajarên dostên jinan", mînakên xebatê yên wekî planên wekheviyê, diyaloga bênavber bi civaka sivîl re, budceya li gorî zayenda civakî, amadekirina îstatîstîkên li ser zayendê, yekîneyên wekheviyê di rêveberiyên herêmî de, zêdekirina hejmara jinan di mekanîzmayên biryargirtinê yên asta neteweyî û herêmî de hene. Welatên wekî Belçîka, Fransa û Swêd kotaya %50 di peywirên bi hilbijartinê de cih digirin danîn. Li bajarê Espoo yê Fînlandiyayê, %55ê meclîsa şaredariyê ji jinan pêk tê. Li gelek welatên din ên Ewropayê jî navend an jî yekîneyên wekheviyê di rêveberiyên herêmî de hatine avakirin. Li Norwêc û Fînlandiyayê, rêveberiyên xwecihî û herêmî îstatîstîkên wekheviya zayendî tên tomarkirin. Ji bilî van, gelek rêveberiyên herêmî di dema amadekirina planên têkildarî gelek xizmetên civakî de di plansaziya bajêr de, li ser warên wekî tundî, ewlehî, çand û mafê rêxistinbûnê xebat amade kirin. 
 
BI ÇAVÊ JINÊ VIYANA
 
Bajarên îroyîn bi awayekî ku pêdiviyên jinan paşguh dikin an jî hişmendiya mêr derdixin pêş, tên avakirin. Ev rewş dibe sedem ku jin ji gelek mafan mehrûm bimînin û di heman demê de ji bo jinan pirsgirêkên ewlehiyê yên giran çêdike. Li gorî lêkolînan, di sala 2018'an de %45'ê jinên li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) li kuçeyan rastî tacîz an êrişê hatine. Herweha temsîliyeta jinan di plansaziyên bajaran de kêm e. Lêkolîna kovara mîmarî û sêwiranê Dezeen di sala 2017'an de aşkera kir ku ji 100 şîrketên mîmarî yên herî mezin ên cîhanê tenê sê ji aliyê jinan ve têne rêvebirin û ji 100 şîrketan tenê du ji %50 zêdetir ji jinan pêk tê. Viyana, paytexta Awistiryayê, yek ji wan bajaran e ku tê de hebûna jinan zêde ye. Li Viyanayê, ku ji başkirina derfetên veguhastinê heta nûkirina park û ronîkirina nav bajêr, pêşengiya van xebatan jinan kir. Herwiha li beramberî navên mêran ên ku li kolan, qad an parkan de bi zêde tên bikaranîn, navên jinan li gelek cihên din hatin dayîn. Di dema van xebatan de piştgirî ji jinên bajêr hat girtin.
 
LI KURDISTANÊ RÊVEBERIYA BAJARAN
 
Li Kurdistanê ku newekheviya zayendî ya civakî serdest e û bi berdewamî rastî destwerdanên mejiyê dewlet-mêr tê, bi tayînkirina qeyûman li ser şaredariyan di salên 2016 û 2019’an de, îradeya gel hat xespkirin û destkeftiyên jinan jî hatin hedefgirtin. Di van salan de qeyûm li 159 şaredariyan hatin tayînkirin. Ji 10 şaredariyên DEM Partî yên ku bi hilbijartinên herêmî yên 2024’an hatin ser rêveberiyê û ji bo rakirina wêraniya qeyûman çalak bûn. Lê rêveberiyên herêmî di çarçoveya paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk de ji bo ku jin wekhev xwedî gotinbin, hilberîna kooperatîf û aboriya herêmî bi jiyana jinan re hevaheng bêne rêxistinkirin, xebatên xwe didomînin. Şaredariyên Amed û Mûşê yên ji van şaredariyan, ji bo projeya "Bajarên Dostên Jinan-3" ku bi fînansmana Yekitiya Ewropayê, bi hevkariya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) tê rêvebirin, hatin hilbijartin. Şaredariyên Edene, Semsûr, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Edîrne, Erzirom, Eskîşehîr, Gîresun, Stenbol, Îzmîr, Qers, Meletî, Manîsa, Mersîn, Mugla, Nevşehîr, Nîgde, Ordu, Riha û Tekîrdağ jî di nav ên di projeyê de cih digirin de ne.
 
MÎNAKA JINWARÊ LI CÎHANÊ
 
Ji aliyekî din ve, di serdemeke ku bajarvanî zêde dibe de, gundê jinan ê Jinwarê yê ku li gundê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, îlhamê dide avakirina "bajarê jinan" a ku şaredariyên DEM Partî ji xwe re kirine armanc. Jinên ku gundê Jinwarê bi fikra azadiya jinê ava kirine, li cîhanê mînaka tekane ya li ser awayê jiyana komunal e. Gundê ku bingeha wî di 10'ê Adara 2017'an de li ser bingeha paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "azadîxwaziya jinê, demokratîk, ekolojîk" hat danîn û di 25’ê Mijdara 2018'an de hate vekirin, xaniyên kerpîç, navenda tenduristiyê ya bi navê "şîfajîn", dikan, firin, akademî, dibistan û qadên jiyanê tê de hene. Taybetmendiya herî mezin a gund ku îmzeya jinê li ser her tiştî heye, ekolojik e. Gundê Jinwarê ku bersiva herî mezin a hişmendiya mêrzayiyê ye, ji bo "bajarên jinan" ên ku li her deverê cîhanê bêne avakirin, mînakeke girîng e.
 
SIBÊ: Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya bingehîn azadî ye
 
MA / Ugurcan Boztaş