Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 13:16 23 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekîn, bi awayekî guman ji qata 4’an a wargeha lê dima kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. 

 
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Bedewiyê ya Zanîngeha Haci Bayram Velî ya Enqereyê Mizgîn Ertekîn, şevê din bi awayekî guman ji qata 4’an a wargeha xwendekarên jin a li Bûlwara Necmettîn Erbekan a Taxa Mehmet Akîf a Enqereyê kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Piştî xwendekarên li wargehê agahî dan, komên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Mizgîn Ertekîn ku rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Mizgîn Ertekînê ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî. Hat zanîn ku piştî karê otopsiyê dê Mizgîn Ertekîn li Stenbolê bê definkirin. Hat diyarkirin ku dê şîna Mizgîn Ertekînê li gundê Page yê navçeya Çelê ya Colemêrgê were danîn.