Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin

  • jin
  • 13:23 23 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - TJAÊ, li Şengalê semînerek li dar xist û tundiya mêr a li dijî jinan ku roj bi roj zêde dibe û rêyên çareseriyê yên li dijî komkujî û zextên civakî nîqaş kirin. 

 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li komelgeha Digûrê ya Şengalê semînerek li dar xist.  Di semînê re de armanc hişyarkirina jinan a li hemberî tundiya mêr û  rêyên xweparastin û têkoşîna li dijî tundiyê bû. 
 
Semîner ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Ferîde Şengalî ve hate dayîn. Ferîde Şengalî di destpêkê de dîrokçeya 25’ê Mijdarê vegot û piştre jî behsa sedema kuştin û xwekuştinên jinan ên li Şengalê kir.
 
Ferîde Şengalî Pêngava TAJÊ ya 30’ê Cotmehê ya bi dirûşma “Xwe nekuje, her xwekuştinek fermanek e” bi bîr xist û got: “Weke TAJÊ, em ê li dijî kuştin û xwekuştinan têkoşîneke xurt bidin û li ber rabin. Xwekuştin dide nîşandan ku xeteriyeke mezin li ser jinan heye. Divê em li hemberî vê yekê bisekinin. Zehmetî çi dibin bila bibin, divê em weke jin li hemberî bisekinin û xwe nekujin. Jinên li Şengalê rûberûyê zehmetiyên mezin tên ku beşek çavkaniya xwe ji mêr digire û beşek jî çavkaniya xwe ji siyaseta li ser Şengalê tê meşandin digire. Jin ji ber gelek tengav dibe, serî li xwekuştinê dide. Lêbelê em dibêjin xwekuştin ne çareserî ye. Xwekuştin ferman e û fermanê li me nû dike. Divê jin li dijî zehmetî û zextan xwe bihêz bikin. Ji ber hem zextên mêr û hem jî yên malbatê li ser jinê heye. Tundiya li ser jinê ne tenê fîzîkî ye, her wiha derûnî ye. Piştî fermanê pirsgirêkên derûnî di jinên ciwan û giştî jinan de çêbûye. Ev tundî hem ji hêla mêr ve hem jî ji hêla dewletê ve tê meşandin. Jin dixwazin vê derûniyê derbas bikin û derkevin. Lê mêr astengiyê jêre derdixe.”
 
ZEWACÊN DI TEMENÊ BIÇÛK DE
 
Di berdewamê de Ferîde Şengalî bal kişand ser zewacên di temenê biçûk de û reva ciwanan a bihevre û ev tişt anî ziman: “Di temenekî biçûk de dizewicin û hêj di vî temenî de zarokên wan çêdibin. Ne dikarin xwe ne jî zarokên xwe xwedî bikin. Em dixwazin weke TAJÊ dawî li vê zewaca di temenê biçûk de bînin. Dîsa di temenekî pir biçûk de keçik fêrî vexwarina meşrûb, kişandina cixare û nargîleyê dibin. Ev jî xeteriyek li ser jinê çêdike. Em vêya weke azadiyê nabînin, berovajî weke xeteriyê dibînin. Dîsa bikaranîna teknîkê (telefon) jî bandoreke neyînî li ser keçan çêdike û rihê wan tune dike. Em dixwazin ciwanên me biçin dibistanê û dibistana xwe temam bikin. Heya xwe perwerde nekin, wê nekarin xwe ava bikin.”
 
Jinên tev li semînerê bûn jî beşdarê nîqaşên li ser mijarê bûn, nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê têkoşîna dijî tundiyê û rêyên çareseriyê de anîn ziman.