Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê

img
STENBOL - Di rapora 4 mehan a Buroya Hiqûqê ya Asrinê de hat ragihandin ku 52 serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê bêbersiv hatine hiştin. Di serlêdana ku li CPT'yê hate kirin de hate xwestin ku 'demildest' serdana girtîgehê bê kirin.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê binpêkirinên mafan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên ragirtin de rapora 4 mehan amade kir. Di raporê de Kanûna 2024'an, Çile, Sibat û Adara 2025'an cih digirin. Bi raporê re serlêdaneke nû li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate kirin ku gelek binpêkirin tê de hene.
 
52 SERLÊDANÊN DAWÎ BÊ BERSIV MAN
 
Di serlêdanê de hat gotin ku di 4 mehan de 35 serlêdanên parêzer û 17 serlêdanên malbat û vasî  li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hatine kirin. Hat ragihandin ku 52 serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Hat destnîşan kirin ku  Abdullah Ocalan di nava 14 salan de tenê 5 caran parêzerên xwe dîtiye û herî dawî jî 7 'ê Tebaxa 2019'an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. 
 
Têkildarî rewşa Yildirim, Konar û Aktaş ev agahî hatin dayin: "Her sê serlêdanên din (birêz Yildirim, birêz Konar, birêz Aktaş) ji Adara 2015'an dema birin Îmraliyê û vir ve nikarin bi parêzerên xwe hevdîtinê bikin. Di nava 10 salan de birêz Konar û birêz Aktaş bi tenê 3 serdanên û birêz Yildirim jî tenê2 caran bi malbatê re hevdîtin pêk anî. Ji serdana malbatê ya 3'ê Adara 2020'an û vir ve mafên serdanê nehatine bi kar anîn. Nayê zanîn bê ka di 26’ê Kanûna 2024’ê de ji bo her çar serlêdanan, di 8’ê Çileya 2025’ê de ji bo serlêdana Hamîlî Yildirim û di 4’ê Adara 2025’an de 6 nameyên Veysî Aktaş hatine dayîn an na nayê zanîn. Her wiha nameyên ku ji aliyê van girtiyan ve hatine nivîsandin jî negihaye me. Ji 25’ê Adara 2021’an û pê ve, di vê dema raporkirinê de, nepeydabûna telefonên daxwazkaran berdewam kiriye û ji bo bikaranîna mafê telefonê destur nehatiye dayîn.”
 
DÊ SERÎ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN BIDIN
 
Hat ragihandin ku bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' yên ji Îlona 2018'an û vir ve her 3 mehan carekê tên nûkirin, pêşî li hevdîtinan hatiye girtin. Di serlêdanê de tê gotin; "Dema ku cezayê dîsîplînê yê 3 mehan ê nehiqûqî yA 16'ê Cotmeha 2024'an hîn jî dewam dikir, em hîn bûn ku di 12'ê Sibata 2025'an de ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê ve li dijî serlêdanan 'cezayê dîsîplînê yê 3 mehan' hatiye birîn. Ev cezayê dîsîplînê ya nû; piştî ku me 14'ê Sibata 2025'an serlêdaneke nivîskî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kir û diyar kir ku îtiraz û daxwazên me jî di nav de hene' û hate hînbûn ku ji naveroka biryara 'redkirinê' ya 20'ê Sibata 2025'an ku ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve li ser daxwaza me hate dayîn. Li gorî vê biryarê serlêdan dîsa hevdîtin ji bo 3 mehan hate qedexekirin. Ev cezayê dîsîplînê mîna yên berê ji parêzeran bi veşartî hate kirin û tevî hemû daxwazên me jî biryar, delîl û mînaka dosyayê bi me re nehate parvekirin. Îtiraza me ya li dijî biryara Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve di 6'ê Adara 2025'an de hatiye redkirin û biryar di 13'ê Adarê de ji me re hate ragihandin. Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî biqedin, em ê li dijî biryara redkirinê ya hatiye gotin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin."
 
DEMA CEZA NÎNE JÎ HEVDÎTIN HATIN ASTENGKIRIN
 
Di serlêdanê de hat ragihandin ku 'cezayê dîsîplînê' ya beriya niha ya 3 mehan di 5'ê Mijdara 2024'an de bi dawî bûye û di 5'ê Sibatê de qediyaye. Piştre di 12 'ê Sibatê de 'cezayê dîsîplînê' ya nû hatiye birîn û ev ‘ceza’ di 6'ê Adarê de bi dawî bûye. Hat gotin ku "Ji ber vê yekê, nabe bê gotin ku di navbera 5'ê Sibatê û 6'ê Adarê de ji aliyê hiqûqî û de cezayê dîsîplînê hatibe birîn. Di navbera van dîrokan de ti cezayek dîsîplînê nîne. Lê belê tevî vê yekê jî j bo 4 serlêdanên malbat û vasiyan yên 7, 14, 21 û 28 'ê Sibatê bersiveke erênî yan jî neyînî nehatiye dayîn. Tevî ku em cezayên dîsîplînê yên bi rengekî sîstematîk hatine birîn weke hiqûqî û rewa qebûl nakin jî; Dema cezayên dîsîplînê di pratîkê de nebin jî, ji bo destûr nedana serdanên malbatan ti hinceteke hiqûqî nîne. Ev rewş ji pêkanînên kêfî û neqanûnî pêk tê." 
 
 
BANGA DÎROKÎ DI SERLÊDANA CPT’YÊ DE YE 
 
Hat bibîrxistin ku Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di 28’ê Kanûna 2024’an, di 22’yê Çileya 2025’an û di 27’ê Sibata 2025’an de 3 caran çûye serdana Îmraliyê. Hat diyarkirin ku ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol di hevdîtina 3’yemîn de cih girtiye û Abdullah Ocalan tevî şandeyê “Bana Aştî û Civaka Demokratîk” kiriye. 
 
Di serlêdanê de hate gotin ku bang di qada neteweyî û navneteweyî de rastî eleqeyeke mezin hatiye û wiha hate gotin: “Di 27’ê Sibata 2025’an roja bangawazî hatî kirin de bi de hezaran kes di serî de Amed, Wan û Mêrsîn, li gelek bajarên Tirkiyeyê li qadan kom bûne û piştgiriya xwe ya bi banga birêz Ocalan re ragihandine. Di heman demê de bi wesîleya Cejna Newrozê jî pîrozbahî hatin lidarxistin û di serî de Amed û Stenbol, li gelek bajarên Tirkiyeyê bi milyonan kes daketin qadan û xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya birêz Ocalan derketin û daxwaza azadiya birêz Ocalan kirin. Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan, gelek welatên girêdayî Konseya Ewropayê, DYA, Rojhilata Navîn, welatên Kendavê û gelek welatên din ev bang erênî pêşwazî kirin û weke geşadeneke erênî nirxandine. Di asta navneteweyî de jî gelek rojnameger, rewşenbîr, akademîsyen, zanyar û parastvanên mafên mirovan ev bang weke bangekî dîrokî nirxandin û ji bo ev bang cîbicî bibe jî banga berpirsyartiyê li rayedaran kirin. Lewma, weke ku me di raporên xwe yên berê de jî anîbû ziman; hem şert û mercên serlêdêr birêz Ocalan tê de tê ragirtin û hem jî bang û daxuyaniyên weke aktor/muxatabeke siyasî û bibandor dike, hem ji hêla neteweyî ve hem jî di qada navneteweyî de tê şopandin.” 
 
'AZADIYA OCALAN MECBURIYETEKE HIQÛQÎ YE’ 
 
Bi domdarî di serlêdanê de wiha hate gotin: “Weke ku tê dîtin, birêz Ocalan careke din nîşan daye ku li gel çareseriya demokratîk, makezagonî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e, ji bo çareseriyê pêşniyarên berfireh kiriye û banga aştî û demokrasiyê kiriye. Tevî rejîma tecrîda girankirî ya li Îmraliyê jî siyaseta çareseriya demokratîk û aştiyê meşandiye. Gava herî girîng a cîbicîkirina xeta aştî û demokrasiyê ku birêz Ocalan banga avakirina wê dike, di serî de mafên tenduristî û azadiyê bi cîbicîkirina temamiya mafên di destûra bingehîn û peymanên navneteweyî de hatine misogerkirin e. Em dixwazin ku komîteya we di vê mijarê de gavên pêwîst biavêje.” 
 
Di serlêdanê de her wiha cih da biryara “Ocalan 2” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û biryara binpêkirinê ya têkildarî “Mafê Hêviyê”. Hat destnîşankirin ku Tirkiyeyê her du biryar jî bicih ne aniye û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê  (KE) jî berpirsyartiya xwe ya kontrolkirina cîbicîkirina biryaran pêk ne aniye. 
 
Hat diyarkirin ku di civîna Komîteya Wezîran a di Îlona 2024’an de biryar hatiye dayin ku di Îlona 2025’an de dê biryara “Ocalan 2” careke din were nirxandin. Hat gotin ku di biryarên Vînter/ Ingilistanê di çarçoveya “Mafê Hêviyê” de piştî 25 salan divê dibêtiya “berdanê” ya girtiyan were nirxandin û Abdullah Ocalan zêdetirî 26 sal in girtî ye. Hat destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan ji hêla hiqûqî ve “mecbûriyeteke.” 
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Weke ku hûn jî dibînin, li Îmraliyê gelek sepanên li dijî qedexeya îşkenceyê, ji hêla DMME û Komîteya Wezîran a KE’yê ve hatine tespîtkirin. Lêbelê rejîma hefsê ya muebbeta girankirî ku derfetê nade berdana bişert, tevî ku DMME’yê gotiye ku li dijî qedexeya îşenceyê ye jî Tirkiyeyê tiştên pêwîst ên vê biryara binpêkirinê bicih ne aniye. Hikûmetê, di nava dema derbasbûyî de got ‘di nava qanûnan de sererastkirineke weke ku bi tu awayî nayê berdan heye lewma mimkin nîne were berdan.’ Bi vê gotinê re jî biisrar diyar kir ku dê rejîma hefsê ya muebbeta girankirî ku di hiqûqa navneteweyî de weke îşkence tê pênasekirin, dê bidomîne. Rayedarên hikûmetê heta niha jî bi tu awayî bersiveke erênî nedane daxwazên Komîteya Wezîran a KE’yê. Ne diyare ka dê ji vir şûnde bersivê bide yan na. Di vê çarçoveyê de divê mirov bibêje ku, têkoşîna li dijî îşkenceyê peywira komîteya we ye û li gorî me hesasiyeta we ya pêwîst a li dijî rejîma înfazê ya li îmraliyê ku li gorî hiqûqa navneteweyî ‘îşkence’ ye, dê di mijara têkoşîna li dijî îşkenceyê de xwedî bandoreke mezin be.” 
 
DAXWAZ 
 
Hat destnîşankirin ku CPT herî dawî di 2022’yan de çûye Îmraliyê lê heta niha jî rapora xwe ya têkildarî serdanê aşkera nekiriye. Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin: 
 
“ *Şert û mercên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya di 22’yê Îlona 2022’yan heta niha di nava nediyariyekê de berdewam in û her ku diçe girantir dibin. Di nava 2 sal û nîvan de şert û merc derbasî qonaxeke nû bûne. Em dixwazin ku hûn hûn tavilê û bi taybet biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê. 
 
* Ji bo ku serlêder di nava şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê de bên ragirtin, ji bo bikarin bi parêzer, malbat û cîhana derve re pêwendiyan deynin, ji bo tevahiya mafên wan ên ragihandin-agahîgirtinê bên cîbicîkirin, ji bo bidawîkirina cezayên disiplînê û biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku bi awayekî sîstematîk tên dayin bên bidawîkrin, em dixwazin hûn tevahiya hewldanên pêwîst bikin. 
 
* Em dixwazin tevdîrên zorê yên ku şert û mercên îşkence û miameleya dermirovî û xerab ji holê radikin bên girtin. Û di vê çarçoveyê de jî prosedura di Xala 10/2. A Peymanê de hatiye destnîşankirin bê destpêkirin û were ragihandin. Bi taybet jî heke hevdîtinên bi parêzer û malbatê re di demekî herî kin de neyên kirin, em dixwazin di serî de tespîtên di serdana 22’yê Îlona 2022’yan de hatine kirin û çavdêriyên giştî yên ji berê heta niha yên têkildarî Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin. Her wiha em dixwazin ku biryar were dayin ku rapora serdana 22’yê Îlona 2022’yan jî di çarçoveya prosedurê de li daxuyaniyê were zêdekirin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû