NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê gav neavêtine û got: “Kongre, tenê dikare bi pêşengtiya Rêber Apo bicive.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, têkildarî geşedanên di rojevê de ji Stêrk TV’yê re axivî. Ok, diyar kir ku bi ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê gavên diviyabû biavêta neavêtiye.
Ok, wiha got: “Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bangeke ku gelê me, civaka Tirkiyeyê, siyaseya navneteweyî û her kesî eleqedar dike, kir. Her wiha tê zanîn ku PKK’ê jî girîngiyeke pir mezin da bang û manîfestoya Rêber Apo. PKK bêyî ku zêde wext derbas bibe, di wextê xwe de kom bû, nîqaşên xwe kirin û helwesta xwe diyar kir. Bi daxuyaniyekê da zanîn ku piştgiriyê dide Rêber Apo û manîfesto ji bo wê derbasdar e. PKK’ê ev helwesta xwe bi awayekî zelal ji raya giştî re eşkere kir. Di heman demê de PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbesta yekalî îlan kir. Ku ev yek jî gelekî girîng bû. Yanî di rewşeke wisa girîng de PKK’ê agirbesta yekalî îlan kir. PKK ji bo ku banga Rêber Apo pêk were bi îrade û cidiyeta xwe ya nêzîk bû. Piştre jî weke xwezayî diviya dewleta Tirk tişteke erênî bigota û pêngavek biavêta ku ev pêvajo li ser zemîneke erênî û maqûl were avakirin. Jixwe armancên agirbestê jî ev bûn ku nîşan bide di vê mijarê de çi qasî cidî ne û dawî li şer were. Yanî her kes bikaribe bi awayekî rehet bifikire, lê hûr bibe, biaxive, xwe amade bike, gavên pêwîst biavêje û planên xwe saz bike. Yanî hevsengiya vê zemîn û psîkolojiyê were avakirin. Gava ku PKK’ê avêtî girîng jî bû. Lê belê mixabin ku dewleta Tirk, ne di warê axaftinê de tiştek kir ne jî di warê pratîkî de gaveke erênî avêt. Weke ku tiştek nebûye, bi Rêber Apo re bi tu awayî neaxivîne, banga Rêber Apo derveyî agahiya dewleta Tirk hatiye kirin, PKK’ê agirbest îlan nekiriye, pêvajoyeke wisa tune ye û weke berê tev digere. Yanî ne di zimanê wan de guhertinek çêbû ne jî di pratîkê de guhertineke diyar çêbû.”
'OCALAN DIKARE KONGREYÊ BICIVÎNE’
Ok, anî ziman ku dewlet di ya xwe de israr dike û wiha pê de çû: “Mirov dikare ji bo vê yekê bibêje ku cidiyet tune ye. Hema bes dibêjin ku çima PKK’ê dev ji çekan berneda, çima kongreya xwe kom nekir? Yanî ma lidarxistina kongreyê û çekberdan ew qasî hêsan e? Dewleta Tirk vê yekê baş dizane ku hevalên me jî gelek cara anîn ziman bêyî Rêber Apo tu kes nikare kongreyê kom bike, biryara feshkirina PKK’ê bide û ji gerîlayên ku li ser navê Rêber Apo sond xwarine û tevlî bûne re bibêje dev ji çekan berde. Dewleta Tirk jî vê yekê baş dizane. Eger bixwaze rê û rêbazên vê yekê hene ku wan dizane jî. Her wiha PKK’ê jî li hemberî vê mijarê tiştên hewce bi awayekî pir eşkere û bi duristî ji raya giştî re parve kirin û anîn ziman. Pêwîst e Rêber Apo azad be û karên xwe jî bi awayekî azad bi rê ve bibe.
A rastî dewleta Tirk jî têkildarî vê mijarê bersiveke neyînî nedabû û negotibû na. Mehek bi ser de darbas bû lê belê bi qasî ku em dizanin di şert û mercên jiyana Rêber Apo bi tu awayî guherînek çênebûye.
‘SOZÊN XWE BICIH NE ANÎN’
Ok, anî ziman ku di şertên Abdullah Ocalan de tu guhertin çênebûne û wiha pê de çû: “Mehek bi ser de darbas bû lê belê bi qasî ku em dizanin di şert û mercên jiyana Rêber Apo bi tu awayî guherînek çênebûye. Baş e gelê Kurd û PKK wê vê yekê çawa pênase bikin? Ev yek tê çi wateyê? Dewletê anîbû ziman ku ew ê tavilê rewşê biguherînin, wê di warê hiqûqî û yasayî de guhertinên pêwîst çêbibin û wê li Meclîsê komîsyon were avakirin. Her wiha Heyeta Îmraliyê bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anîn û rojev diyar kirin. Weke ku ev yek qet nehatine jiyîn û pêk nehatine tev digere. Ev bû mehek ku Rêber Apo manîfesto diyar kiriye lê belê dewleta Tirk ne gotineke erênî bilêv kiriye ne jî di pratîkê de gaveke erênî avêtiye. Bes dibêje ku bila PKK kongreya xwe kom bike û dev ji çekan berde.”
‘ROJEV AZADIYA FÎZÎKÎ YE’
Ok, da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan rojeva wan a sereke ye û got: “Her tim azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rojeva me ya esasî ye û gihîştiye asteke pir bilind. Di qada navneteweyî de akademisyen, siyasetmedar, civak, dewlet û her wiha gelekên pêngav dane destpêkirin. Divê ev pêngav li her derê bê nevbar bidome û ji niha şûnde divê mirov zêdetir bi pêş bixe. Derfetê vê jî pir in. Çima hene? Wexta Rêber Apo ev manîfesto pêşkêş kir û daxuyanî da, ev bangewaziya Rêber Apo ne tenê gelê Kurd û dostên wan di nava qada navneteweyî de jî erênî hat pêşwazîkirin. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, dewletên Ewropayê, Emerîka, gelek akamdemîsyen, rêxistin û saziyên sivîl xwedî li bangewaziyê derketin û erênî dîtin. Ji bo pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo baştir bê birêxistinkirin derfetek e û divê ev derfet baştir were bikaranîn. Divê bê navber vê pêngavê bi pêş bixe.
OPERASYONA LI DIJÎ CHP’Ê
Herî dawî Ekrem Îmamoglû xistin hefsê, hinek şaredarên din girtin, qeyûm şandin ser şaredariyên wan û ev zext hîn jî berdewam e. Beramberî vê helwesta ku CHP'ê derxistiye pêş li gorî me girîng û muhîm bû. Mirov ji wan re bibêje 'Rojbaş' dibe tam ne di cih de be. Mirov dixwaze pirsa heta niha ew aqilê CHP'ê li ku derê bû ji wan bipirse. Wexta ku li hember siyaseta demokratîk û îradeya gelê Kurd ewqas zordarî, zext, tinekirin û êrîş hebûn li hemberî AKP'ê dengê lawaz derdixin, lê îro neçar ma ku helwesta xwe ya li hember AKP'ê diyar bike.”