Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn

img

ENQERE - Serokê Federasyona 78’iyên Şoreşger Huseyîn Esenturk di bîranîna Mahîr Çayan û rêhevalên wî de axivî û got: “Tam jî dema Mahîrbûnê ye. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.” 

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Enqereyê ji bo bîranîna Mahîr Çayan û rêhevalên wî ku 53 sal berê li Kizildereyê hatibûn qetilkirin, li Goristana Karşiyakayê hatin gel hev. Girseya ku di têketina goristanê de hate gel hev, ber bi gora Mahîr Çayan ve meşiya. Di meşê de pankarta “Kizildere dawî nîne berxwedan Mahîr dibe û em ber bi şoreşê ve dimeşin” hate hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Mahîr, Îbo û Denîz didomin û dê bidome têkoşîna me”, “Bijî şoreş û sosyalîzm” û “Şehîdên şoreşê nemir in” hatin berzkirin. 
 
Girseyê piştî qurnefîl danîn ser gorê, deqeyek rêz girt. 
 
‘DEMA MAHÎRBÛNÊ YE’
 
Serokê Federasyona 78’iyên Şoreşger Huseyîn Esenturk di bîranînê de axivî û got: “Yên ku îro me birêve dibin, ew kes in ên Fîloya 6’emîn ji xwe re kirin qiblegeh. Yên Bazara Xwînî afirandin me birêve dibin. Yên Mereş, Çorum û Sêwas pêk anîn me birêve dibin. 53 sal piştre tam jî dema Mahîrbûnê ye. Silav ji yên ji bo pêşerojê li ber xwe didin. Me ji bîr nekir û dê ji bîr nekin.” 
 
Bîranîn, bi dirûşman bi dawî bû.