Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin

COLEMÊRG - Emre Onver ê YPS’î di dema qedexeya derketina kolanan a li Geverê de hatibû qetilkirin. Dewletê, malbata Onver da îcrayê. Bav Necmettîn Onver, got: “Hem kurê min kuştin hem jî pereyan dixwazin.” 

Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Emre Onver (Welat Gever) di qedexeya derketina kolanan a di 13’ê Adara 2016’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû ragihandin de hate qetilkirin.  Dewletê, malbata Onver da îcrayê. Daîreya Îcrayê ya Colemêrgê ji malbatê re teblîxat şand û bi hinceta “zirar daye malê cemaweriyê”, ji malbatê xwest ku 6 hezar TL’an bidin Wezareta Xizîne û Darayî. 
 
Biryar, ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê ve hate dayin. Onver, di sala 2012’an de girtî bû û li Girtîgeha Colemêrgê dihat ragirtin. Dadgehê, çalakiya şewitandina nivînan a li dijî binpêkirinên mafan, tundî û miameleya xerab weke hinceta biryarê nîşan da. 
 
Bav Necmettîn Onver, bertek nîşanî biryarê da. 
 
HINCET ÇALAKIYA LI GIRTÎGEHÊ YE
 
Onver, diyar kir ku kurê wî di sala 2012’an de bi hinceta ku piştgirî daye çalakiya greva birçîbûnê hatiye binçavkirin û girtin û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê girtîmayînê de gelek caran rastî miameleya xerab hat. Leşker, gardiyan û tîmên taybet bi ser qawîşan de girtin û derb û îşkence kirin. Kurê min û hevalên wî jî bertek nîşanî vê rewşê dan û nivîn şewitandin. Li ser vê yekê jî rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Kurê min di sala 2013’an de hate berdan û di berxwedana rêveberiyên xwecihî yên li Geverê de jiyana xwe ji dest da.” 
 
‘EM SERBILIND Û BIRÛMET IN’
 
Onver, anî ziman ku kurê wî 9 sal berê jiyana xwe ji dest daye lê hêj jî zextên dewletê didomin. Onver, wiha domand: “Kesên xwe weke polîsan didin naskirin her tim gefan li zarokên min dixwin. Salek piştî mirina kurê min, qereqola 25 km’an dûr bo me telefon vekir û gotin ku telefona kurê min bi wan re ye û werin bigirin. Dema ez çûm wê derê, telefoneke nehatiye bikaranîn dane min û dîmenên leşkerên li qereqolê tê de hebûn. Herî dawî çendek meh berê li hevjîna min geriyan û gotin; ‘Em dizanin ka mala te li ku ye. Em dizanin ka zarokên te çi karî dikin.’ Bi van gotinan gefan dixwin. Dixwazin bi van hinceta bi me êş bidin kişandin.” 
 
Bi domdarî Onver anî ziman ku tevî ewqas zext û gefan jî ew serî natewînin û wiha pê de çû: “Em ê heta dawiyê bi têkoşîna kurê xwe re bin. Dixwazin êşa me giran bikin û me biêşînin. Lê xwe dixapînin, ji ber ku em bêhtir bi têkoşîna xwe re dilsoz dibin. Heta xwîna xwe ya dawî em ê bi vê dozê re bin. Em serbilind û serfiraz in. Çi bikin jî em paşvegavê naavêjin. Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Ji bilî kuştinê nikarin tu tiştekî bikin. Serî li kuştinê bidin jî em dev ji doza xwe bernadin.
 
KURÊ MIN KUŞTIN Û PEREYAN DIXWAZIN
 
Bila hemû dinya vê zilmê bibîne. Hem kurê min kuştin hem jî pereyan dixwazin. Ev, dermirovtî ye. Biavêjin zindanan jî ez yek qirûş pere nadim wan. Ji bîr dikin ka em xwedî îradeyeke çawa ne. Em serî li ber kesekî natewînin.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz