STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar pîrozbahiyên Newroza îsal nirxand û got ku bi sed hezaran kes li qadan xwedî li banga Abdullah Ocalan derketine û daxwaza xwe ya ji bo demokratîkbûnê anîne ziman.
Newroza îsal ji ber “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, li her devera cîhanê bi coşeke mezin û bi beşdariyeke mezin hate pîrozkirin. Li qadên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, banga dîrokî û daxwaza avakirina civaka demokratîk derketin pêş.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar, têkildarî pîrozbahiyên Newroza 2025’an û daxwazên derketine pêş axivî.
‘JI BER BANGÊ TEVLIBÛN XURT BÛ’
Arîfe Çinar, diyar kir ku Newroza îsal li Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin hatiye pîrozkirin û got: “Bi taybet jî tevlibûna jin û ciwanan zêde bû. Newroza Stenbolê li gorî yên salên berê girseyîtir bû. Sedema vê jî banga birêz Ocalan bû. Ev bang ji bo gelan bû hêvî. Vê hêviyê jî bandora xwe li Newrozê kir. Tirkiye 22 sal in bi rejîma yekzilamî ve tê birêvebirin. Li her derê zextekî giran heye. Bêhêvitiya ji ber tundiyê belav bûye, bi banga birêz Ocalan re veguherî hêviyê. Li qadên Newrozê gel daxwaza demokrasî, maf û edaletê kirin. Ev yek nîşan dide bê bang çiqasî girîng e. Em jî dê li her derê encam û daxwazên gel vebêjin.”
PEYAM ZELAL BÛ: DEMOKRATÎKBÛN
Bi domdarî Arîfe Çinar anî ziman ku Newroz ji bo hemû gelan xwedî wateyeke cuda ye û got: “Ji bo gelê Kurd her tim bûye cejna vejînê. Newroza îsal jî bi banga birêz Ocalan re bû cejneke sembola vejîna gelê Kurd. Bi sedhezaran kesên qadên Newrozê tije kirin, peyama xwedîderketina li banga Abdullah Ocalan dan. Peyama din jî li idjî krîza aborî, feraseta yekperest û xespkirina îradeyê bû. Her wiha jinan li pêşiyê cihê xwe girtin û serhildana xwe ya li dijî qirkirina jinan anîn ziman. Newroz, bi temamî bû dengê daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê. Gel ev peyam da.”
Arîfe Çinar, wiha pê de çû: “Peyama din a Newrozê jî daxwaza xurtkirina têkoşîna hevpar a gelan û yekitî bû. Pêdiviya gelan bi avakirinakomareke aştiyane û demokratîk heye. Sepanên dijdemokratîk ên li Kurdistanê ku demekî dirêj e didomin, bandora xwe li Tirkiyeyê jî kir. Heke di dema xwe de bertek nîşanî qeyûmên li Kurdistanê bihata dayin, îro li Stenbolê îrade nedihat xespkirin. Girtina Îmamoglû, bandora sepanên dijdemokratîk ên li Kurdistanê ne.
ÎBB Û LIHEVKIRINA BAJAR
Li rexekî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin, li rexa din jî îrade tê xespkirin. Îktîdar di sepanên dijdemokratîk de israr dike. ÎBB’ê ji ber Lihevkirina Bajar hedef digire. Lihevkirina Bajar, xebata DEM Partiyê bû û xîtabî hemû gelan dike. Şaredarvaniya demokratîk diparêze. Bi Krîmînalîzekirina wê, aqilê dewleta navendî ye. Divê em li dijî vê têbikoşin. Divê civak bi xwe civaka demokratîk ava bike. Pirsgirêka aştî û demokrasiyê ne tenê ya Kurdan e. Ya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Divê em bi hev re li dijî vê têbikoşin.”
MA / Esra Solîn Dal