Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in

img
DÎLOK - Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew li bendê ne ku dewlet û desthilat di nêz de bikevin nava liv û tevgerê û girtiyan serbest berdin û gotin: "Em hem li benda aştiyê ne, hem jî li benda gotinên birêz Ocalan in."
 
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat ragihandin, heya niha desthilat û dewletê hê jî tu gav neavêtine. Hemû beşên civakê bang li dewlet û desthilatê dikin ku demildest bikevin nava liv û tevgerê. Xizmên girtiyan jî wekî yek ji pêngavên destpêkê dixwazin demildest girtiyên nexweş bên berdan.
 
‘EM DIXWAZIN GIRTÎ BÊN BERDAN'
 
Aslihan Yildirimê anî ziman ku kurê wê Mehmet Yildirim ê li Girtîgeha Tekîrdagê di sala 2005'an de li Îzmîrê hatiye binçavkirin û girtin û daxwaza azadiya hemû girtiyan kir. Aslihan Yildirim a ji Bongilana Çewligê û hevserê wê ji Xarpêtê ye diyar kir ku ji ber zehmetiyên aborî zû de ye koçî Dîlokê kirine. Aslihan Yildirimê anî ziman ku kurê wê Mehmet piştî koça Dîlokê tevgera azadiyê ya kurd nas kiriye û got: "Mehmet 20 sal berê li Îzmîrê hat binçavkirin û girtin. Nexweşiya gurçikê ya Mehmet heye û pêwîstiya wî bi dermankirinê heye." 
 
Aslihan Yildirimê destnîşan kir ku ji Dîlokê heta Tekîrdagê bi sedan kîlometre rê diçin û got ku him bi zehmetiyên madî him jî bi yên manewî re rû bi rû dimînin. Aslihan Yildirimê got: "Em dixwazin êdî rojên xweş bibînin. Pêwîst e demildest çareserî bê dîtin. Em ji bo zarokên xwe bibînin 20 saetan rê diçin. Em dixwazin hemû girtî azad bibin."
 
Ayniye Ayhanê jî diyar kir ku ji gundê Gundîş ê Sêrtê ewil koçî navçeya Alanya ya Antalyayê kirine û got ku piştî kurê wê Necmettîn Ayhan hatiye girtin, ji ber zilma dewletê careke din neçar mane koçî Dîlokê bikin. Ayniye Ayhanê diyar kir ku kurê wê Necmettîn ê li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê girtî ye, di 21'ê Mijdara 2002'yan de hatiye girtin û ew birin Girtîgeha Dortyolê ya Hatayê û wiha got: "Me li wir carekê ew dît, 9 mehan li Hatayê girtî ma, piştre di sala 2006'an de cezayê muebedê yê heta hetayê li hat birîn. Pişt re ew sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê kirin. Li vêr nêzî 5 salan ma. Paşê 3 salan li Mûşê ma. Li Mûşê jî ji bo dermankirinê me daxwazname da û ew anîn Dîlokê. Herî dawî sirgûnî Îzmîrê hat kirin." 
 
Ayniye Ayhanê diyar kir ku dema Necmettîn li Mûşê girtî bûye, hevjînê wê Yahya Ayhan bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" û kurê wê yê biçûk jî bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê kiriye" di heman girtîgehê de hatine girtin. Ayniye Ayhanê anî ziman ku wan salên xwe li ser rêya girtîgehê derbas kirine û got ku li gel her tiştî hê jî hêviya wan a ji bo aştiyê heye.
 
Ayniye Ayhanê anî ziman ku herî dawî di sala 2023'yan de kurê xwe Necmettîn dîtiye û got ku zarokên wan bi kîlometreyan dûrî wan in û ji ber vê yekê malbat zehmetiyan dikişînin. Ayniye Ayhanê got: "Em hem li benda aştiyê ne û hem jî li benda gotinên birêz Ocalan in."
 
‘EM LI BENDA GAVEKÊ NE'
 
Xwişka Şahîn Gumuş ê di sala 1999'an de li navçeya Torbalî ya Îzmîrê hat binçavkirin û niha li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Sîncana Enqereyê girtiye û li Dîlokê dijî, Fatîma Ceyranê jî diyar kir ku ew wekî malbatên girtiyan li benda gavên erênî ne. Fatima Ceyranê anî ziman ku cezayê muebbetê yê giran li Gumuş hatiye birîn û wiha got: "Bavê min salê carekê, car caran jî du salan carekê bi zorê diçû cem wî.  Bavê min bi hesreta wî koça dawî kir. Em naxwazin dêya min bi heman hesretê bimire. Em li bendê ne ku gavên aştiyê bên avêtin. Birayê min rastî îşkence û zehmetiyan hat. Malbat jî hemna zor û zehmetî dîtoin. Êdî em dixwazin aştî çêbibe. Çavê me tim li televîzyonê ye, em li benda aştiya mezin in. Em li benda nûçeyên berdana girtiyan in." 
 
MA / Ceylan Şahînlî