Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn

  • rojane
  • 13:22 15 Gulan 2025
  • |
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn a li Tuzluçayirê bûn. 
 
Bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn a li Tuzluçayir a Enqereyê berdewam e. Bîranîna li mala malbata Altûn tê lidarxistin di roja 3’yan de didome. Xwişkên Altûn, Bezar Yildirim û Nûrhayat Altûn û xwişka Kaytan, Songul Bulut ziyaretvanan pêşwazî dikin.  
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, siyasetmedar Sebahat Tuncel û gelek kes tev li bîranîna îro bûn.