Rojnameger Elîf Akgul tehliye bû

  • rojane
  • 13:35 2 Hezîran 2025
  • |
img
STENBOL - Rojnameger Elîf Akgul ku di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de di 21'ê Sibatê de hatibû girtin, biryara berdanê hat dayîn. 
 
Ji bo rojnamevan Elîf Akgul a ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de di 21'ê Sibatê de li Stenbolê hatibû girtin, biryara berdanê hat dayîn. Piştî îtiraza Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) biryara berdanê bi biryara usûlê hat dayîn. Tê payîn ku Elîf Akgul di saetên pêş de ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bê berdan.