Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn

  • rojane
  • 09:06 4 Hezîran 2025
  • |
img
STENBOL– S.B. a ku hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê M.B. ji aliye dekbazan ve dora 8 mîlyon TL hatibû xapandin, piştî ku dekbaz nehatin dîtin, dozgeriyê biryara tedbîrê da ser 88 mîlyon TL’ê ku S.B. jê krîpto kirîbû. 
 
Piştî S.B. ku hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê M.B. bi 7 mîlyon û 304 hezar 286 TL ve ji aliye dekbazan ve hate xapandin, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê biryara tedbîrê da ser 88 mîlyonê şîketa ku S.B. jê krîpto kirîbû. Dozgeriyê, ji Dadgêriya 3’mîn a Stenbol a Ceza Sulhê re nivîsek şand da ku “destanîn” li malê xwediyê Şîrketa Anonîm ji bo Bazirganiya Teknolojiyên Zanyariyê û Şêwirmendiya Nivîsbariyê Amîr Lacheheb û 4 xebatkarên wê bê kirin. Dadgeriyê, li ser daxwaza tedbîrê ya Serdozgeriyê di 18’ê Berfanbarê de biryara tedbîrê ji bo 2 mîlyon euro ku bi hesabê lîreyê Tirk 88 mîlyon 536 hezar ê şîrketê TL da.
 
Dadgeriyê, li ser daxwaza dozgeriyê milken li ser Şîrketa Anonîm ji bo Bazirganiya Teknolojiyên Zanyariyê û Şêwirmendiya Nivîsbariyê tomarkirî 1 Audi, 1 Skoda, 2 Honda, 1 Volkswagen, 1 Volvo seyare, hesabê bankê û preyên krîpto biryara tedbîrê da. Her wiha dadgeriyê, ji bo milkên xwediyê şîrketê ku ji 2 xanî, 1 KTM seyare pêktên û hesabên bankayê, pereyên krîpto; hesabên bankê yên 4 xebatkarên şîrketê û pereyên krîpto biryara tedbîrê da. Qîmeta milk û hesabên ku biryara tedbîrê hatine dayin 2 mîlyon euro, nêzî 88 mîlyon 546 hezar û 800 TL ye.
 
‘GUMANA XURT A SÛC’
 
Li hember biryara tedbîrê parêzera xwediyê şîrketê Lacheb Ayşe Acînîklî, l, Dadgêgiya 3’mîn a Sulh Ceza ya Stenbolê îtîraz kir. Di zabitnameya îtîrazê de hate destnîşankirin ku berê jî îtîraz kirine lê dadgeriyê bêyî hincet bersiva redkirinê daye. Di zabitnameyê de hatiye derbirin ku Qanûna Rêkarên Darizandina Sizayî (CMK), xala 128’mîn de tê gotin ku “ger gumaneke xurt hebe ji bo sûcê” dikare biryara “destanînê” bê dayîn. “Muwekîl Amîr Lacheheb, ji berk u rêvebir û xwediyê Şîrketa Anonîm ji bo Bazirganiya Teknolojiyên Zanyariyê û Şêwirmendiya Nivîsbariyê ye tê sûcdarkirin. Kesên ku mexdûr xapandine, dekbazên di nava dosyayê de nehatine tespîtkirin. Ev kesana, ji mexdûr pere weke bîtcoîn dixwazin, kesa mexdûr jî vê daxwazê qebûl dike û ji şîrketa muwekîl, Şîrketa Anonîm ji bo Bazirganiya Teknolojiyên Zanyariyê û Şêwirmendiya Nivîsbariyê bîtcoîn dikire û ji dekbazan re dişîne. A rast, tu peywendiya muwekîl û şîrketa wi bi sûcê dekbaziyê re nîne. Şîrketa muwekîl bîtcoîn difroşe, tenê bîtcoîn firotiye ji kesekî ku xwestiye bîtcoîn bikire. Ji dêleva ku derbarê muwekîl de biryara devjêbardanê bê dayîn, biryara destdanînê ji bo milkên muwekîl hatiye dayîn ev ne hiquqî ye.”  
 
‘MILKEK XEYRÎ MENQÛL 5 QATÊ MÎQDARÊ DEKBAZIYÊ YE’ 
 
Di zabitnameyê de hatiye destnîşankirin ku biryara tedbîrê ji ber tunebûna lisansa şîrketê ye û li Tirkiyeyê hêj mewzûata krîpto ne diyar e û di 2’ê Tirmeha 2024’an de zangon derketiye û li ser vê yêk şîrketê serî li hinek saziyan daye, rastiya vê yeke di raporan de jî xuya dibe. Di zabitnameyê de hatiye îfadekirin ku ji bo tedbîrê li ser gelek milkan biryar hatiye dayîn û “Sûcdariya dekbaziyê de mîqdarê pere 165.000 euor ye. Milkên xeyrî menkûl ên li ser muwekîl Amîr tomarkirî yek tenê bi rêya îcrayê bê firotin 5 qatê mîqdarê dekbaziyê ye. Xeyrê menqûlên ku biryar li ser hatine dayîn li cihekî weke Stenbol Sariyer Ayazaga li kolana Ûlûsê ye din ava plazayê de ne û behrê dibîne. Ev milkên xeyrî menqûl bê guman pir biqîmet in, ji bihayê dekbaziyê gelek zêdettir in. Ev biryara destanînê ne hiqûqî ye.”
 
Di zabitnameyê de hatiye diyarkirin ku ev biryar ne li gorî hiqûqi ye û daxwaza rakirina biryarê hate kirin. 
 
Dadgeriyê, bi îdîaya ku bêhiqûqî nehatiyekirin îtîraz red kir.
 
Sibê: Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin
 
MA / Omer Îbrahîmoglu