Di teqîna 5'ê Hezîranê de birayî wî hatibû qetilkirin: Divê dewlet lêborînê bixwaze

  • rojane
  • 12:44 4 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Hayatî Kurul ê birayê Necatî Kurul ku 10 sal berê li Amedê di êrîşa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da got ku, eger tê xwestin pêvajoya aştiyê ya rasteqîn pêk were, divê dewlet ji malbatan lêborînê bixwaze.  

Di ser êrîşa bombeyî ya DAÎŞ'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Qada İstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate lidarxistin de 10 sal derbas bûn. Di êrîşê de Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn. 
 
Birayê Necatî Kurul ê ku di encama 485 parçeyên şarapnelê li bedena wî ket de jiyana xwe ji dest da Hayatî Kurul diyar kir ku roja bûyerê li Îzmîrê bû û di telefonê de der barê teqînê de agahî girt. Kurul anî ziman ku dema li hin xizmên xwe geriyaye xwe negihandiye wan û wiha got: "Tam di wê demê de polîsan bi kodê telefonê ya Amedê geriyan û gotin, 'Serê we sax be. Tu dikarî werî nexweşxaneyê?' Hema çi hate ber devê min, min ji wan re got."
 
Kurul diyar kir ku eger 485 parçeyên şarapnelê yên li şûna li birayê wî ketibin li derdorê biketa, îhtimal heye ku 30-40 kesên din jî jiyana xwe ji dest bidin û got, "Her parçeyê şarapnelê mîna fîşekekê ye. Niha bifikirin 485 gule hene; Eger li wê herêmê belav bibûna, dikarîbû komkujiyeke hîn mezintir bihata kirin."
 
Kurul anî ziman ku veguhastina dozê ji bo Enqereyê wergirtina xwedîtiyê zehmet kir û tevî belge, agahî û lêkolînên parêzeran jî daxwazên wan ji aliyê dadgehê ve nehatin qebûlkirin û di encamê de rola saziyên cemaweriyê di êrîşan de nehat aşkerakirin. Kurul bal kişand ser ku failên rastî yên êrîşên li dijî Kurdan di tevahiya dîrokê de dernexistine holê û got, "Heta niha dîrokek heye ku weke failên tên zanîn lê wekî kesên nediyar jî hatine nivîsandin. Ji bo guhertina vê dîrokê têkoşîn hat dayîn. Çawa ku yên berdêla wê têkoşînê bi rastî jî nedan qebûlkirin, 5'ê Hezîranê, 20'ê Tîrmehê û 10'ê Cotmehê jî di nava tarîtiyê de man û kesî xwedîlitiya wan nekir."
 
'DIVÊ HIKÛMET LÊBORÎNÊ BIXWAZE' 
 
Kurul da zanîn ku di pêvajoya nû ya hatiye destpêkirin de ji aliyê dewletê ve gaveke girîng nehatiye avêtin û wiha axivî: "Ev doz li Dadgeha Bilind e, lê ya girîng xwegihandina failên rastî ye. Ev jî ne mimkûn e. Eger bi rastî jî wê pêvajoyeke aştiyê rû bide, divê hikûmeta Komara Tirkiyeyê îro rûnê û ji vî gelî lêborînê bixwaze. Ya duduyan, ev dozên ku nehatine çareserkirin çawa pêk hatin - ya rast, failên hemûyan tên zanîn - divê ev bên aşkerakirin da ku em bi rastî bizanin wê aştî, biratî, maf û hiqûqeke rasteqîn çêbibe."
 
DER BARÊ DOZÊ DE
 
Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an wisa xuya dikir ku AKP dê têk biçe. AKP'ê di pêvajoya hilbijartinê de di her firsendê de HDP hedef nîşan da. Du roj beriya hilbijartinê HDP'ê li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê 'Mîtînga Mezin a Mirovahiyê' lidarxist û dema mîtîng dewam dikir ji aliyê DAIŞ'ê li hemberî mîtîngê êrîşa bombeyî pêk hat. Di encama teqîna li qada mîtîngê de Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şehmûz Kaçan, Ciwan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest  dan û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn. 
 
Endamê DAIŞ'ê qaçaxê leşkeriyê bûye, di qeyda otela lê mayî de derketiye holê û malbata wî gilî kiriye ku mimkun e êrîşê pêk bîne, lê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê têkildarî vî kesî tu tiştek nekiriye. Êrîşkar Gonder piştre diçe Dîlokê û li wir tevî Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kiliç û Burhan Gok ku bi hev re êrîş plan kirine tê girtin. Di sala 2016 'an de der barê êrîşkaran de doz hat vekirin û ji ber ewlekariyê doz birin Enqereyê.
 
2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji bo bersûc Orhan Sevkîn, Mustafa Kiliç û Îsmaîl Korkmaz ji ber 'binpêkirina destûra bingehîn' carekê û 4 caran bi sûcê 'kuştina 4 kesan' 5 caran cezayê muebetê yê girankirî birî. Her wiha ji ber sûcê din ê 'hewldana kuştina bi kalîte' 104 caran 17 sal, ji ber 'hewldana kuştinê' 102 caran 14 sal û ji ber 'xwedîkirina madeyên xetere' jî 13 sal 4 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Ji bo bersûc Bûrhan Gok biryara beraatê ya li ser 'madeyên xetere, binpêkirina destûra bingehîn û hewldana kuştinê' hat dayîn.
 
Serlêdana li dijî biryarê ji aliyê 4'emîn Odeya Ceza ya Asliye ya Dadgeha Herêmê ya Enqereyê ve hate redkirin. Lêpirsîna îtiraza li Dadgeha Bilind a li dijî biryara redê hat kirin, hînê dewam dike.
 
BERAETKIRINA POLÎSAN 
 
Dîsa li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê der barê 14 polîsên ku ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibûn wezîfedarkirin li qada mitîngê ku bombeyên li ser xwe teqandibûn bi sûcê "bi nelirêtiyê îstîsmarkirina peywirê" doz hat vekirin. Dadgehê beraat kir. Polîsên bersûc K.A., K.K., M.A.Ç., Î.Y., A.T., D.U., F.D., H.Y., H.Y., û M.Y.O.; û M.S, A.D, A.K. û M.D bi kêmanî 3 meh cezayê hepsê birî û piştî serlêdanê daxistin 2 meh û 15 rojan.
 
DOZA CEMAWERIYÊ YA LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN 
 
Dadgeha Jor, 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku dadgeha temyîzê ye biryar da ku "Ji ber şaredarî paqijiya pêwîst nekiriye nikare bombeyan tespît bike û polîsên sûçdar ti sûcê wan nîne." Ji ber vê yekê cezayê ku lê hatiye birîn betal kir. Dadgeha Herêmî ya Amedê serlêdana beraetê ya 10 polîsên ku ji ber "nelirêtiya peywirê" li ser esasê dihatin darizandin red kir. Dosyaya dozê di sala 2022 'an de bi rêya parêzerên malbatan birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Lê belê tevî ku 3 sal di ser re derbas bûne jî hê biryarek nehatiye dayîn.
 
DI GILÎNAMEYA HSK'Ê DE ENCAM NÎNE 
 
Baroya Amedê, der barê dadger Gulsum Akkoyûn a ji Dadgeha Ceza ya 14'emîn a Amedê ku doza cemaweriyê bi rê ve dibe de, bi hinceta 'îstîsmara desthilatdariyê' ya der barê 5 kesên di teqînê de birîndar bûn de giliyê Dadger û Dozgeran (HSK) kir. Lê derbarê gilînameyê de hêj encam nehatiye bidestxistin.
 
MA / Mujdat Can