EDENE - Li navçeya Seyhanê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilayistin. 
	Bi têlên sehaya li parka zarokan a li Taxa Barbarosê ya navçeya Seyhan a Edeneyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilayîstin. Poster, di çarçoveya kampanyaya “Em di jiyaneke sosyalîst de israr dikin û bi Rêbertiyê xwe birêxistin dikin” a Meclis Ciwanan a DEM Partiyê de hate hilayîstin. Li ser posterê nivîsa “Bijî Serok Apo” hate nivîsandin. 




