Ji ber lêgerîna petrolê ya li Gabarê zêdetirî 3 hezar kes bêav hatine hiştin

  • rojane
  • 09:59 24 Tebax 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Ji ber xebatên lêgerîna petrolê yên TPAO’yê, kaniyên Çiyayên Gabarê qirêjî bûn û hişk bûn.  Şêniyên gundê Ziyaretê gotin: “Di demên berê de li her devera gundên me kanî hebûn lê niha tune ne. Her roj em diçin walîtiyê û ji me re dibêjin ‘ha îro ha sibe’ lê me dixapînin.”  

Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) di sala 2020’an de li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê lêgerîna petrolê da destpêkirin. Ji ber van xebatan, her devera çiyê hatiye qelişandin û texrîbateke mezin da yê. Li gel daristanên li herêmê, her wiha kanî û qadên jiyanê jî hatin tunekirin. Gundên Ziyaret-Şêxêreş û Dêranê yên girêdayî navenda Şirnexê ku nifûsa wan 3 hezar e, li quntarê Çiyayê Gabarê ne. Kaniyên wan ên avê ku zêdetirî 100 sal in pêdiviya wan a bi avê pêşwazî dikir, piştî lêgerînên petrolê yan qirêjî bûn yan jî ziwa bûn. 
 
Gelek kes, ji ber ava qirêjî bûyî nexweş ketin. Ji ber qirêjîbûna avê, hem ajalên gund hem jî zeviyên çandiniyê bêav man. Şêniyên gund gelek caran têkildarî mijarê serî li walîtî û saziyên têkildar dane lê heta niha jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin û xebatên lêgerîna petrolê her ku diçe zêdetir dibin. Xelkê herêmê, ji vê rewşê aciz û bibertek e. 
 
'PETROL TEVÎ AVÊ BÛ’  
 
Fatma Meteyê da zanîn ku ev du sal in petrol tevî ava wan a vexwarinê dibe û got: “Bû 2 sal avên me nahirikin. Em nikarin avê bi damacanayan jî bînin. Heywanên me bêav in, zarokên me nikarin serên xwe bişon. Ji ber petrolê ava me mîna herî û petrolê diherike. Baxçeyên me ziwa bûne, di malên me de av tune ye. Firaqên me dikevin ser hev û ji ber ku av nîne nikarin bişon. Em ji ber vê avê li vî gundî dijiyan. Ma dema ava me çû em ê çawa li vir bijîn. Em diçin bajarokê Qesrikê û bi tankeran avê tînin. Em dixwazin ava me mîna berê biherike. Nifûsa gundê me zêde ye. Em mexdûr in û bila rêyekê bibin vê meseleyê.” 
 
'WALÎ SOZA XWE NEGIRT’  
 
Hîlal Bîrlîkê jî anî ziman ku waliyê Şirnexê ser soza xwe nesekiniye û wiha domand: “Beriya lêgerîna petrolê ava me hebû. Me bi vê avê bax û baxçeyên xwe av dida û mala xwe paqij dikir. Lê piştî lêgerîna petrolê ava me qirêjî bû, bû herî û mîna petrolê diherike. Nema dikarin bi kar bînin. Ava me qut bû, qet nayê. Niha car bi car dilop dilop tê ew jî bi têrî tu kesekî nake. Em çûn cem walî û me daxwazname da lê wernegirt û betal kir. Me îmze kom kirin, heman tişt kirin. Piştre em bi komî çûn cem walî. Me jê rica kir û me got bila nexweşî çênebe. Me jê re got ev du sal in halê me ev e û ava me nîne. Me got zarokên me nexweş bûne, nikarin malên xwe paqij bikn û tejbîrekê li vê meseleyê bikin. Ji me re got ‘hûn herin ez ê bêm cem we.’ 40 roj dem xwest. Derbas bû lê çareseriyek peyda nekirin. Piştre gotin ‘dewleta me heye, pereyê me heye, em ê çareser bikin.’ Lê hêj jî tu tiştek nekirine. Wekî rêya dawî me jî serî li girtina rêyê da. Bi tankerê avê tînin, em dikevin dorê û di dema wergirtina avê de gelek jin ketin xwarê û birîndar bûn. Daxwaza me, çareserkirina pirsgirêka me ye.” 
 
'HEMÛ KES NEXEWŞ BÛ’ 
 
Rahîm Bîrlîk jî bi lêv kir ku dewlet li hemberî pirsgirêka wan xemsar tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet rastiyê bo me nabêje. Çi karê dewletê bi TPAO’yê re heye? Ev a tê kirin neheqî ye. Rayedarên dewletê her gav dibêjin ‘em ê îro çareser bikin.’ Lê çareser nakin. Derewan dikin. Em jî ji wan bawer nakin. Em ê nesekinin heta heqê distînin. Divê dewlet rê nede vê neheqiyê lê piştgiriya TPAO’yê dike. Ji ber ku petrol têkilî ava me dibe, em hemû nexweş bûn. Bi tankeran avê didin lê dê kî vê avê vexwe? 4-5 rojan cilên me yên qirêjî dikevin ser hev û nikarin bişon. Di dema berê de ji her dera gundê me av derdiket û dengê avê ji her derekê dihat. Lê niha nîne. Dema xebatên petrolê dest pê kirin ava me zelal bû lê niha em hemû nexweş bûne. Gelo dê sê gundan çawa bi ava tankerê xweyî bikin? Her roj em diçin dev walî û ew jî bi gotina ‘ha îro ha sibe’ me dixapîne. Heke pirsgirêk çareser nebe em ê nesekinin.”
 
'50 DARÊN MIN HIŞK BÛN’
 
Mahmût Baran jî da zanîn ku darên wî ji bêaviyê hişk bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê di tengaviyeke mezin de. Em bi hesreta dilopeke avê mane. Petrol têkilî avê bûye û nayê vexwarin. Heke ava tankerê neyê em ê ji têhna bimirin. Rezên me yên hejîr û tirî hişk bûn. 50 darên min hebûn, hemû jî hişk bûn. Dixwazim doza tazmînatê li vê şîrketê vekim lê hêza min tune ye. Ji bo avên me mîna berê paqij biherikin bila tejbîrekê li vê meseleyê bikin.” 
 
MA / Zeynep Durgut