STENBOL – Nûnerên DEM Partî, TJA, DBP, DÎAYDER û MATUHAYDER'ê bang li gel kirin ku beşdarî meşa 9'ê Cotmehê bibin û gotin: "Ji bo avakirina demokrasî û aştiyê li Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê birêz Ocalan azad be."
Di 9'ê Cotmehê de, wekî gava ewil a roja ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û komploya navneteweyî tê binavkirin, dê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Stenbolê bi dirûşmeya "Ji komployê re na, azadî ji brêz Ocalan re" meşek bê lidarxistin. Meş dê di salvegera derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hatibû derxistin, saet di 18:00'an de ji Rawestgeha Marmarayê ya Yenîkapiyê dest pê bike û li Saraçhaneyê bi dawî bibe.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinarê diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komployê armanc kirine ku bi paşguhkirina meseleya Kurd polîtîkaya şer girantir bikin û got: "Armanc ew bû ku gelekî paşguh bikin, hebûna gelekî înkar bikin û hebûna gelê Kurd bi polîtîkayên şer ji holê rakin."
Arîfe Çînarê diyar kir ku armanca sereke ya meşa ku ew ê li dar bixin, ew e ku tavilê pergala tecrîdê li Îmraliyê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bigihê azadiya fizîkî û got: "Em ê ji bo azadiya birêz Ocalan bimeşin. Em ne tenê gelê Kurd vedixwînin vê meşa azadiyê. Ji ber ku avakirina aştî û civaka demokratîk mijarek e ku hemû gelên Tirkiyeyê bi kûrahî eleqedar dike. Em vê meşê ji bo avakirina aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê li dar dixin. Em ê li seranserê Tirkiye û Kurdistanê meşên azadiyê li dar bixin da ku birêz Ocalan bigihê azadiya xwe."
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE'
Arîfe Çinarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya der barê binpêkirina "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de bi bîr xist û got: "Rewşa heyî ya pêvajoyê vê yekê ferz dike: Divê birêz Ocalan azad be. Ji ber vê yekê, meşa 9'ê Cotmehê ji bo gelên Tirkiyeyê, gelê Kurd, ciwan û jinan pir girîng e. Em hemû gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd vedixwînin meşa 9'ê Cotmehê. Avakirina demokrasî û aştiyê li Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Wekî DEM Partî ya Stenbolê, me ev berpirsiyariya dîrokî girtiye ser milê xwe û di her warî de xebata xwe û têkoşîna didomînin."
Endama TJA'yê Helîn Aydinê destnîşan kir ku jin kirdeya aştiyê ne û got: "Ev meş ji bo me pir watedar e. Wekî jin, em dixwazin li kêleka Rêberê xwe bimeşin. Îsal, em ê li kolanan bin da ku vê daxwaza azadiyê bi dengekî hîn bilindtir ragihînin. Ger em wekî jin li dijî komployê helwesteke xurt nîşan bidin û Rêberê xwe azad bikin, em ê azadiya xwe jî misoger bikin. Ji ber vê yekê, ez hemû jinên li Stenbolê vedixwînim meşê."
'ŞERTA ME YA YEKEMÎN AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN E'
Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê Mevlut Aykoç diyar kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi gavên yekalî pêş naçe û got: "Birêz Abdullah Ocalan ew kes e ku di destpêk û dawiya vê pêvajoyê de ye û niha bi tena serê xwe dimeşîne. Ji ber ku desthuilat hîn gavên zelal neavêtine. Muxatabê vê birêz Abdullah Ocalan e. Di vê çarçoveyê de, heke em aştî û azadiyê ji bo gel dixwazin û heke em dixwazin li vê herêmê civakek bi rastî demokratîk pêk bînin, divê azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan were misogerkirin. Ev şertê me yê yekem e."
Aykoç her kesî vexwand meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de bê lidarxistin.
'EM KOMPLOYÊ ŞERMEZAR DIKIN'
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Alimên Olî (DÎAYDER) Mehmet Kizilaslan got: "Ev komplo di şexsê birêz Ocalan de li dijî hemû gelên bindest, bi taybetî gelê Kurd, pêk hatiye. Em jî vê komployê şermezar dikin. Ger birêz Ocalan, kesekî ku mafên hemû gelan diparêze û ji bo wan têdikoşe, niha di tecrîdê de be, em ê tu carî vê yekê qebûl nekin û em azadiya wî dixwazin. Dîsa, mafê hêviyê ji bo wî jî mafek e; ne lutfek e. Em bang li hemû gelan, bi taybetî gelê Kurd dikin ku xwedî li doza xwe û Rêberê xwe derkevin."
'BILA MAFÊ HÊVIYÊ BÊ NASKIRIN'
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Mehkûman re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Mehmet Zekî Kiliç jî got: "9ê Cotmehê destpêka komployeke navneteweyî bû. Armanca sereke ya meşa ku em dixwazin li vir li dar bixin ku armanca wê derxistina birêz Ocalan ji Sûriyeyê bû, ew e ku mafê hêviyê yê birêz Ocalan were naskirin û serbestberdana wî ya bilez were misogerkirin. Em girtina îradeya bi milyonan kesan qebûl nakin. Em ê ji Rawestgeha Metro ya Yenîkapiyê ya Stenbolê heta Saraçhaneyê meşekê li dar bixin, hem ji bo naskirina mafê hêviyê yê birêz Ocalan û hem jî ji bo azadiya wî. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li meşê bibin."