Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir

  • rojane
  • 15:27 8 Cotmeh 2025
  • |
img

ANTALYA - Helbestvan, nivîskar û hunermendên bi daxwaza aştiyê hatin gel hev, gotin: “Dinya li ser sê stûnên zêrîn bilind dibe; ked, edalet, azadî û aştî. Heke yek ji van kêm be, sê hebin din jî tune ne. Ji bo vê jî em dibêjin aştî.” 

Helbestvan, nivîskar û hunermendên li Antalyayê hatin gel hev, têkildarî çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, bi daxwaza “aştiyê” daxuyanî dan. Daxuyanî, li hotêleke bajar bi sernavê “Banga me ya ji raya giştî re ye” hate dayin. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Şukru Erbaş ve hate xwendin. Erbaş, diyar kir ku mezintirîn tişta ku mirovahiyê pişî êşa bi hezaran salan hîn kirî aştî ye û got: “ Em dixwazin ne bi mirinê, bi jiyînê zêde bibin. Em dixwazin êdî ne ji çavên bêronahî yên miriyên xwe lê ji pacên ronî li dinyayê binêrin.” 
 
Di berdewamê de Erbaş anî ziman ku divê pêvajoya şer bi dawî bibe û hemû derdorên civakê li ser bingeheke aştiyane, wekhevî, edalet, azadî û aştiyê bi hev re bijîn û got: “Dinya li ser sê stûnên zêrîn bilind dibe; ked, edalet, azadî û aştî. Heke yek ji van kêm be, sê hebin din jî tune ne. Ji bo vê jî em dibêjin aştî.”
 
Erbaş, banga xwedîderketina li pêvajoya aştiyê û xurtkirina piştevaniya civakî kir. 
 
Kesên metna hevpar îmze kirin ev in: “Îlkay Akkaya, Orhan Alkaya, Abdullah Ataşçi, Şehmûs Ay, Erdogan Aydin, Burç Baysal, Cevahîr Bedel, Gokçenûr Ç., Abdullah Aren Çelîk, Mazlum Çîmen, Aydin Çubukçu, Ayşegul Devecîoglû, Şeyhmûs Dîken, Kubîlay Doşeyen, Denîz Durukan, Şukru Erbaş, Vecdî Erbay, Haydar Ergulen, Selman Ergun, Munîp Ermîş, Kerem Firtina, Erdal Gilgil, Sema Guler, Semih Gumuş, Erdal Guney, Hîcrî Îzgoren, Metîn Karausta, Hasan Kiyafet, Julîde Kural, Akîf Kurtuluş, Mûstafa Orman, Altay Oktem, Oktay Ozaltun, Mehmet Ozer, Nazîre Ozturk, Gokmen Sambur, Beşîr Sevîm, Suavî, Nûr Surer, Huseyîn Şahîn, Ertan Taşkiran, Latîfe Tekîn, Ahmet Tellî, Mahmût Temîzyurek, Mesût Varlik û Eşber Yagmurderelî.”