Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt

  • rojane
  • 20:09 8 Cotmeh 2025
  • |
img

AMED - Abdullah Ocalan ku peyam ji Xelatên Gûrbettellî Ersozê re şand got: "Bîranîna Gûrbetelî ji bo me hemûyan rênişander e. Ronahiya wê rêya çapemeniya azad ronî dike."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Xelatên Rojnamevaniyê yên Jin ên Gurbetellî Ersozê ku îsal cara ewil tê lidarxistin peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan wiha ye: 
 
"Silav ji we hemûyan re…
 
Ez vê merasîma watedar a ku îro li vir ji bo rêzgirtina Gûrbetelî Ersoz tê lidarxistin, silav dikim. Min derfet dît ku Gûrbetelî nas bikim; derbaskirina demê bi wê re, guhdarîkirina ramanên wê û şahidiya biryardariya wê ya têkoşînê şopek bêhempa li ser jiyana min hişt. Min her tim dixwest ku ez bêtir demê bi wê re derbas bikim. Ji xwe noqteya herî zêde heyfa min lê tê ew e.
 
Min hîn jî kêliya ku min jê xatir xwest ji bîr nekiriye. Çawa ku xatirxwestina min a ji Kemal Pîr di hişê min de zindî maye, xatirxwestina min a ji Gurbeteli di hiş û dilê min de dijî. Ji ber vê yekê, bîranîna Gûrbetelî ji bo me hemûyan rênişander e. 
 
Biryardarî, vîn û têkoşîna wê ya ji bo jiyaneke azad berpirsiyariyekê li ser her kesî ferz dike. Erka me tevane ku em bîranîna Gurbeteli zindî bihêlin û raman û têkoşîna wê ji nifşên siberojê re veguhêzin.
 
Îro, ez careke din wê bi rêz, bêrîkirin û hesret bi bîr tînim. Ronahiya wê rêya çapemeniya azad ronî dike.
 
Abdullah Öcalan
Girava Îmraliyê"